Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG: Hevrêyên me Kemal û Kendal gihiştine şahadetê

HPG:“Hevrêyên me Kemal û Kendal ku ji roja destpêkê ya tevlîbûna li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û pê ve bi kedkarî, fedakarî û fedaî tevlî bûn, gelek nirx afirandin û parastin. Hevrêyê me di 21’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûn.”


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du gerîlayên şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin; “Hevrêyê me Kemal û Kendal ku li qadên cuda yên têkoşîna me ya azadiyê cih girtin û di karên xwe de ji bilî serketinê pîvaneke cuda ji xwe re qebûl nekirin, bi van taybetmendiyên xwe bûn mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî. Ev hevrêyên me yên hêja bi milîtanî tevlî nava têkoşîna me bû û cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girtin. Em soz didin ku têkoşîna wan ji me re hiştine bênavber dewam bikin û bi ser bixînin.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha dewam kir; “Di serî de malbatên hêja yên ku hevrêyên mîna Kemal û Kendal mezin kirin û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, em ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya herdu gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Kemal Pîr

nav paşnav: Kayhan Kartal

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Xalîde-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Kendal Pirsûs

Nav paşnav: Okkeş Deverî

Cihê jidayikbûnê: Osmaniye

Dayik-bav: Beyaz-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di daxuyaniyê de têkildarî gerîlayan ev agahî hatin dayin:

Kemal Pîr

Hevrêyê me Kemal Pîr li gundê Qeregivîj ê Qereyaziya Erziromê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat welatparêz bûye wî di temenekî biçûk de partiya me nas kiriye û hestên wî yên welatparêzî û şoreşgeriyê di zaroktî de pêş ketiye. Demekê li ba malbata xwe ya maye û piştre ji bo xwendinê çûye metrepolên Tirkiyeyê û wî li wan deran bêtir dîtiye ku dewleta Tirk a mêtinger çawa li gelê Kurd dinihêre û ew rastiya dijmin bi zelalî dibîne. Ji ber ku dewleta TCyê bi dijminatî nêzî gelê me dibe û gelê me înkar dike, ev tişt dibe sedem ku heval Kemal berê xwe bide têkoşînê. Heval Kemal di salên 2005 û 2006’an de bi xebatên ciwanan dest bi têkoşînê dike û roj bi roj Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dike.  Heval Kemal di nav refan de çiqasî di têkoşînê de kûr bûye, wî têkoşîna xwe ewqasî mezin kiriye. Ji bo wî bûye azweriya herî mezin ku ew li çiyayên Kurdistanê li ser şopa hevalên xwe bimeşe û wekî wan gerîlatiyê bike.  Di sala 2008’an de xwestiye vê xeyala xwe pêk bîne jî ji ber pêdiviyan dîsa tevlî xebatên bajaran bûye. Li bajarên ku dijmin gelekî serwer bû wî bi îradeyeke mezin a Apoyî têkoşîna xwe domandiye û bi profesyonelî tevgeriyaye. Metrepolên Tirk di serî de li gelek bajaran bi çalakiyan derbên giran li dijmin xistiye û hesapê qetlîam, girtin û êşkenceyê ji dijmin pirsiye.

Heval Kemal du caran ji aliyê dijminê faşîst hatiye girtin. Heval Kemal guh nedaye astengkirin û êşkenceyên dijmin û têkoşîna xwe domandiye. Herî dawîn di sala 2014’an de dema ku ji zindanên TC’yê derketiye û berê xwe daye nav refên azadiyê û hatiye çiyayan. Wî têkoşîna xwe êdî li çiyayên Kurdistanê domandiye.

Heval Kemal ji roja ku tevlî têkoşînê bûye, bi fedakariyeke mezin tevlî her xebatê bûye û bi berpirsyarî hewl daye her xebata xwe bi serkeftî pêk bîne. Heval Kemal navê xwe ji berxwedêrê mezin ê partiya me û kadroyê pêşêng ê partiya me Kemal Pîr stendiye û armanca wî ev bû ku di jiyana xwe de her dem wekî Kemal xwedî helwest û kesayet be. Heval Kemal di sala 2015’an de tevlî nav Hêzên Taybet bûye û wî tespîta Rêber Apo ‘Hevrêtî tê wateya ku mirov ji heqîqetê para xwe bistîne’ ji xwe re kiriye esas. Ev hevalekî wisa bû ku her dem amade bû ji bo partiya xwe û hevrêyên xwe canê xwe bide. Dema ku ew li ser şopa Kemalan dimeşiya jî armanca wî ev bû ew wekî wan bibe fermandarekî mezin û ew bûye fermandarekî pêşeng ê serdema nû. Bi qasî du salan li qada Metînayê têkoşiyaye û bi tarza xwe ya xebatê û tempoya xwe serkeftinên mezin bi dest xistiye. Ew wekî fedaiyekî Rêber Apo wî tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo tu carî qebûl nekiriye û li her derê bûye xwedî helwest ku divê ev tişt neyê normalîzekirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî wî pêşniyaz kiriye ku ew biçe Bakurê Kurdistanê. Lê piştre ji ber pêdiviyên cihê yên partiya me ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê maye û wekî milîtanekî Apoyî wî xwe daye xebatan û ji bo ku bi ser bikeve bi fedakarî û kedeke mezin têkoşiyaye.

Heval Kemal her dem bi jiyana fedakarî û şerkirinê meş û têkoşîna xwe domandiye. Ji roja ku gava xwe ya pêşîn avêtiye nav partiyê û heta şehadetê wî jiyana bi îdeolojiya Rêber Apo ji xwe re kiriye esas, dil û mejiyê xwe bi vê îdeolojiyê mezin kiriye. Wî her kêlîka jiyana xwe wekî PKK’yiyan jiyaye û li her derê hewldana afirandina vî tiştî daye.

Kendal Pirsûs

Heval Kendal bi eslê xwe ji Pirsûsa Rihayê ye û li Osmaniyeyê ji dayik bûye. Ligel ku malbatê koçî bajarên Tirkan kiriye jî heval Kendal cewher û taybetiyên xwe yên neteweyî parastiye. Dewleta Tirk a qirker her çiqas gelê Kurd koçî bajarên Tirkiyeyê kiriye û li wir hewl daye gelê Kurd asîmîle bike jî gelê me cewher û çanda xwe parastiye û wisa jiyaye. Heval Kendal di nav malbateke wisa de mezin bûye. Ji ber ku di nav malbateke ku kedkar de mezin bûye, wî taybetiyên kedê bi dest xistiye. Bi saya behremendî û afirandina xwe ew her dem li pêş bû, li zanîngehê jî di beşa Tipê de xwendiye. Di salên zanîngehê de wî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye û tevlî xebatan bûye. Heval Kendal li hemberî siyaseta înkar û îmhayê ya gelê me bêdeng nemaye û derfetên ku pergalê daye wî qebûl nekiriye û bi zanatî tevlî berxwedana Apoyî bûye. Dema di nav xebatên ciwanan de bû wî bi enerjiya xwe û fedakariya xwe bandor li ser hevalên xwe kiriye û bûye wesîle ku derdora wî jî têkoşîna azadiyê nas bike. Ew her çiqas di xebatan de serkeftî bûye jî dibîne ku ev xebat bersivê nade daxwaza azadiyê ya gelê me û li rêyekê digere ku karibe bêtir têbikoşe. Ew fêm dike ku di nav pergala dewleta Tirk de nikare têkoşîneke baş bike û di sala 2010’an de dema ku Şerê Gel ê Şoreşgerî hate destpêkirin ew tevlî nav refên gerîlayan dibe.

Rêhevalê me Kendal ku di zanabûna berpirsiyartiyên tevlêbûna nava refên gerîla yên di sala ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî dest pê kir de navê kurê xalê xwe şehîd Kendal ku di sala 2007’an de li qada Qilebanê şehîd bibû hilgirt û pêngava yekemîn a di têkoşîna azadiyê de bi dilsoziya bi şehîdan re avêt. Di dema perwerdehiya xwe ya şervanên nû de bi kelecana destpêkirina jiyaneke nû xwest hemû detayên jiyana gerîlayî fêr bibe, her ku hîn bû meraqa wî zêdetir bû û gav bi gav dest bi xwe gihandina raza jiyana gerîlatî û çiyayî kir. Fêm kir ku ya ku çiya û gerîla xweşik û balkêş dike, girêdana hevaltiyê ye ku bi lêdana dil a ji bo heman armancê pêk tê. Ji ber vê yekê her roj zêdetir bi rêhevalên xwe ve girêdayî dibe. Rêhevalê me Kendal ji bo biçe eniyên ku şer lê dijwar bû, kedeke mezin da, ji bo vê jî xwe di aliyê leşkerî de perwerde kir û bû gerîlayekî jêhatî. Her tim dixwest di eniya şerê gur de cih bigire û di pêkanîna vê xeyalê de israr kir. Rêhevalê me Kendal ku di warê tibî de xwediyê danehev û ezmûneke mezin bû, tevlî xebatên tenduristiyê bûye. Bi nêzîkatiya xwe ya hesas a di xebatên tenduristiyê de, bi hezkirina xwe ya ji bo rêhevalên xwe û hem jî bi zanebûna xwe ya bijîşkî, birîn û nexweşiyên rêhevalên xwe derman dikir. Bi xebatên xwe yên serketî yên di warê tenduristiyê de êdî li ba rêhevalên xwe dibe Doktor Kendal. Dilê wî her tim bi rêhevalên xwe yên li eniyan şer dikirin re bû û her kêliyê wan hîs dikir. Bi taybetî jî dema ku şer giran bû, ji bo bi leztir û di cih de mudaxele bike berê xwe da herêmên Xakurkê, Zap û Avaşînê. Bi rihetiya ji ber nêzbûna xwe ya bi hevrêyên xwe yên li vir di çeperên şer de bûn, xebatên xwe bi awayekî serketî meşand û bi rexmê şert û mercên giran ên gerîlayî jî gelek hevalên xwe derman kir û hişt ku ji nû ve tenduristiya xwe bi dest bixin. Rêhevalê me Kendal bi qasî serketina xwe ya di xebatan de bi nêzîkatiyên xwe yê rêhevaltiyê ya di jiyanê de û bi helwesta xwe ya dilnizm ve karî hezkirin û hurmeta hemû rêhevalên xwe bidest bixe û bibe milîtanekî Apoyî yê mînak.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar