Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê girtina Parlemetera HDP’ê ya bajarê Amedê Semra Guzel hat şermezarkirin. Di daxuyaniya hatî dayîn de hate gotin; “Jinên berxwedêr hûn ne bitenê ne, di berxwedana tê meşandin de em bi were ne.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra
Guzel ku mafê wê yê destnedayînê hatibû rakirin û demildest ji aliyê
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di derbarê wê de lêpirsîn hatibû
destpêkirin, di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel ku li
Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, di 3’yê Îlonê de sewqî Edliyeya
Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.
Guzel ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi
îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya
Enqereyê. Guzel ku îfadeya wê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya
Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin. Dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê”
di derbarê Guzelê de biryara girtinê da.
Nerazîbûnên dijî girtina parlamentera HDP’ê Semra Guzel roj
bi roj zêde dibin.
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan derbarê
girtina Semra Guzel de daxuyaniyek dan. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo
tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistê deqeyek rêz hat girtin. Piştî
rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Konrdînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve
hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Desthilatdariya AKP-MHP ya bi bloka hevpar ya mêr
parlementera HDP’ê ya bi dengê Kurdê azadixwaz hati hilbijartin, bi sûcên
endama rêxistinê ye ji erkê wê durxist û herî dawî hat girtin polîtîkayên
bêdengkirin û tepisandin hemû beşên demokrasî, wekhevî û azadiya heyî didin
pêkanîn.
AKP-MHP a faşîst di van salên dawî de êrişên xwe herî zêde
jî li ser jinan bi rengekî organîzekir didi meşandin. Dîsa di van salên dawî de
tacîz, destdirêjî, kuştina jinan gihişt asta herî bilind ya metirsîdar. Bi vî
rengî careke din eşkere bû ku di kesayeta jina Kurd de, êriş li ser hemû jinan
heye û tê xwestin bi vî rengî civakek zayendparêz bê avakirin û pêşdebirin. Ne
tenê jinên Kurd, gelek derdorên din yên muxalif û tekoşer jî para xwe ji van
êrişkarî û kiryanên faşîzan yê AKP’ê girtin. Qayumên ku li Bakûrê Kurdistanê
hatî avakirin, dixwazin gel û HDP parçe bikin lewma jî serî li van rêyên qirêj
didin. Bi rastiya “civaka ku jin tê de ne azad be, mehkûmê çewisandin û
koletiyê ye” ketiye rê, serkeftina xwe ya bingehîn di vê de dibîne. Lewma ji bo
hezkirina pergala bi desthilatdariya mér serî de jin, zarok û ciwan hemû beşên
civakê bi rêyên ku ji rastiya wan dur ve diherikine. Ev pêkanînên dij exlaqê
mirovî ji ketibîna wane, binketina wan ya di şer de ye. Bi girtina parlementer
Semra Guzel re xwestin serî li jina Kurd, jina berxwedêr bi tewînin, lê ev nezîkatiyên
wan yên qirêj di qirika wan de man.
Em weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji vir dixwazin
dengê xwe bigihînin quncikên civakê û diyarbikin ku jina Kurd di kesayeta birêz
Leyla Guven, Fîgen Yuksekdax, Aysel Tugluk, Semra Guzel û hemû girtiyên zindanan
yê ku îro li hemberî diktatoriya dewleta Tirkiye li berxwe didin û serî
natewandiye û natewînin. Bi hemû hestên xwe ji Wargeha Mexmûr didin diyarkirin
ku jinên berxwedêr hûn ne bitenê ne di berxwedana tê meşandin de em mil bi milê
we re ne, ti hêz, dagirker, neyarê fikra jina azad nikare, me jixwesteka me ya
azadiyê gavê şûnde bide avêtin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre
desthilatdariya yek zilamî’, ‘Bijî berxwedana jina kurd’ bi dawî bû.
0 Yorumlar