Ticker

10/recent/ticker-posts

NPG: DERBÊN GIRAN LI WAN HATE XISTIN KU TI CARÎ JI BÎR NEKIN

Fermandariya Biryargeha NPG'ê li ser çalakiyên hefteya dawî yên li qadên Çemço û Sîda yên li Zapê, ku rê nadin dewleta Tirk a dagirker, peyameke pîrozbahiyê weşand.


Di peyamê de ku ji bo fermandar û şervanên li qadên navborî de hate şandin, hate gotin "Ji bo pêşî li hewldanên dagirkeriyê yên dijmin bê girtin, berxwedaneke gelekî xurt tê kirin."

Fermandariya Biryargehê got, "Li Zap û Avaşînê ji 14'ê Nîsanê û vir ve êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ên dijmin dewam dikin. Vê êrîşa dagirkeriyê ya berfireh li îrade, bawerî û biryardariya serketinê ya Apoyî ya hevrêyên me ket. Rêbaza şerê tunel û tîmên bi tevger ên li ser bingeha gerîlatiya serdema nû, di şexsê afirîneriya taktîkî ya bilind a we hevrêyan de kete meriyetê û derbên herî giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. Di şexsê hevrêyên me de yên ku di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de şehîd bûn, destanên lehengiyê yên bêhempa hatin afirandin ku pirtûk, fîlm têra vegotina wan nake. Destanên lehengiyê hîn jî têne afirandin. Bêguman êrîşên dijmin û berxwedana me jî bi xurtî dewam dikin."

JI BO PÊŞÎGIRTINA LI DAGIRKERIYÊ, BERXWEDANA GELEKÎ XURT

Fermandariyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên pênc meh in dewam dikin, bal kişand ser berxwedana li Zap û Avaşînê û wiha dewam kir:

"Weke fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên li Çemço û Sîda yên Zapê, di nava pênc mehên dawî de çalakiyên we yên heta niha li dijî êrîşên dagirkeriyê hatin lidarxistin, bexwedana li Zap û Avaşînê bi her awayî mezin kirin, rêbaza şerê tîmê bi tevger bi xurtî xistin meriyetê, timî derb li dijmin dixistin û berxwedana hevrêyên me yên li tunelên şer temam dikirin, roleke girîng lîstin. Dema dawî piştî ku dijmin berê êrîşên xwe da qadên Çemço û Sîdayê, ev qadên me jî weke qadên bexwedanê berxwedaneke gelekî xurt meşand ku rê nedin liv û tevgera dagirkeriyê ya dijmin."

ÇALAKIYÊN KU RÊ NEDAN DAGIRKERIYÊ...

Di vê çarçoveyê de çalakiyên ku hatin lidarxistin bi vî rengî hatin vegotin:

"27'ê Tebaxê li dijî hêza dijmin a ku hewl dida bikeve hundirê tunelên şer ên li Şehîd Avaşîn, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin, 2 dagirker hatin cezakirin, bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiya bilind bi ser cenazeyên dagirkeran ve çûn, 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal, sîstemeke radar û fenerek hatin desteserkirin.

Di şeva 2-3'ê Îlonê de dijmin 28 caran bi balafirên şer, 65 caran bi helîkopteran û bi sedan carî jî bi obusan êrîş bir ser Qadên Berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê. Bi xurtî dest li êrîşa dijmin a berfireh hate werdan û ji bo pêşî li danîna hêzên dijmin a ji hewayê bê girtin, derbên xurt li 9 helîkopteran hate xistin. Di encamê de helîkopterek hate xistin.

Heman şevê tîmên bi tevger derbên giran li 2 helîkopterên din ên Skorsky ên dijmin xistin. Her wiha li hêzên dijmin xistin ku li qadê belav bûbûn.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a li Sîdayê, bi gelek taktîkan li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîdayê 11 caran dest li helîkopteran hate werdan ku dixwest hêzên xwe li qadê deyne. Di encama derbên giran de helîkoptereke hate xistin.

4'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a ser bi herêma Çemço, 12 caran dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn çeperên şer. Derbên giran li dagirkeran hatin xistin û di encama vê destwerdanê de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin.

5'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, bi taybetî li komeke dagirkeran hat xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin ku yek jê payebilind bû. Her wiha 4 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakiyên hatin lidarxistin bûn ji çalakiyên bi bandor û serketî yên hefteya dawî."

BI XISTIN DU SKORSKYAN RE BERSIVA HERÎ BI WATE HATE DAYIN

NPG'ê diyar kir ku di şeva 2-3'ê Îlonê de li dijî du qadan bi teknîka şer êrîşeke berfireh hate kirin û destnîşan kir ku bi xistina 2 helîkopterên Skorsky "bersiva herî bi wate" hate dayin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dijminê dagirker texmîn dikir ku li Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîdayê di vê astê de wê berxwedanek bê kirin, lewma di şeva 2-3'ê Îlonê de bi bikaranîna teknîka şer hemûyî li ser van qadan dest bi êrîşê kir. Lê belê we hevrêyên me bersivên herî bi wate dan dijmin, 2 helîkopterên Skorsky xistin, derb li gelek helîkopteran xistin, gelek dagirker ceza kirin û bêvila dijmin bi erdê ve kaş kirin. Bêguman ev çalakî di encama amadekariya bi keda mezin a salan a hevrêyên me yên şehîd û we hevrêyên me pêk hatin. Amadekariya xurt a ji şer re, bicihanîna rêbaza taktîkî ya demê bi afirîneriyeke mezin û pêkanîna van hemûyan bi ruhê fedaî yê Apoyî, formula serketinê destnîşan kiriye. Bi pratîka we ya hefteya dawî re careke din eşkere bû ku teknîka şer a ku dijmin gelekî jê bawer e, bi vê formulê çawa dikare bê têkbirin û şikandin.

Gelekî bi wate û hêja ye ku ev çalakiyên we yên serketî ji bo hilanîna tola hevrêyê me Dogan Jîrkî yê ji fermandariya qadê û hemû şehîdan hatine lidarxistin. Em hemû fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê pîroz dikin ku heta niha kedeke mezin dane vê pêvajoyê, cihê xwe di nava pêvajoya şer de girtine û çalakiyên serketî kirine. Di şexsê we de em hevrêyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hemûyan ji dil bi hestên şoreşgerî silav dikin û hêvî dikin timî serketî bin.

QADA BERXWEDANÊ YA GIRÊ AMEDIYÊ...

Fermandariya Biryargeha NPG'ê şervan û fermandarên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî pîroz kir û diyar kir ku derba giran li yekîneya herî bijarte ya dewleta Tirk a dagirker xistine.

DERBÊN GIRAN LI WAN HATE XISTIN KU TI CARÎ JI BÎR NEKIN

NPG'ê diyar kir ku hefteya dawî li vê qadê berxwedaneke bênavber hatiye kirin û got, "Dewleta Tirk a dagirker ji bo karibe Başûrê Kurdistanê dagir bike, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke berfireh a ji bo dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên me yên li Zap, Avaşîn û Metînayê bi çalakiyên gelekî xurt bersiv dan vê liv û tevgera dagirkeriyê. Bi taybetî di 24'ê Gulanê de li Girê Cehennem û Kurojahro derbên giran li dagirkeran hatin xistin ku ti carî nikaribin ji bîr bikin."

YEKÎNEYÊN BIJARTE YÊN DIJMIN HATIN TASFIYEKIRIN

NPG'ê destnîşan kir ku berxwedêrên Girê Amediyê derba giran li yekîneyeke hêzên bijarte ya artêşa Tirk xistin û wiha dewam kir:

"Dagirkerên ku encama dixwestin nekarîn bi dest bixin, li rojhilatê Zapê xitimî, ji bo ji vê rewşa xistimanî rizgar bibe berê êrîşên xwe da rojavayê Zapê û herêma Metînayê. Ji 25'ê Gulanê û vir ve bexwedana me ya li van herêman û êrîşên dijmin bênavber dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku nekarî li Metîna û rojavayê Zapê encama dixwest bi dest bixe, di 4'ê Tîrmehê de li ser Girê Amediyê yê li Metînayê dest bi êrîşeke ji bo dagirkirinê kir. Lê belê berxwedana we Berxwedêrên Girê Amediyê ji yekîneya hêzên herî bijarte ya artêşa Tirk gelek dagirker tasfiye kir û derbeke giran li artêşa Tirk xist. 19'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. Di vê pêvajoya berxwedanê de gelek çalakiyên xurt hatin lidarxistin, derb li gelek helîkopteran hate xistin, li Girê Şehîd Pîrdoxan bi ser dijmin ve çûn, 3 çek û alavên leşkerî hatin rakirin, cenazeyê dijmin xiste bin kontrola xwe û derewên şerê taybet ê artêşa Tirk hatin kifşkirin.

BÎLANÇOYA BERXWEDANA BÊNAVBERA A HEFTEYEKÊ

Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya hefteyekê ya bênavber ev agahî hatin dayin:

"29'ê Tebaxê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Sîpan, çalakiyeke koordîneyî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de ku ji sê baskan ve hate kirin 6 dagirker hatin cezakirin.

Çalakiyên bi rêbaza sûîqestê ku encamgir in;

4'ê Îlonê helîkoptereke bi tîpa Skorksy ku dixwest dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê deyne bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Helîkopter hate xistin.

10 HELÎKOPTER HATIN XISTIN KU ÊDÎ NIKARIN VEŞÊRIN

Di beşa dawîn a peyama NPG’ê de ev tişt hate gotin “Piştî ku 10 helîkopterên wan ketin êdî artêşa Tirk nikare ketine helîkopteran veşêre û neçar maye ketina helîkoptereke xwe qebûl bike.

Di çalakiyên heta niha de tîmên bi tevger di serî de, em hemû fermandar û şervanên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê pîroz dikin, wan bi rêz û hurmet silav dikin. Em bawer in ew ê berxwedana ku we bi ruhekî fedaî yê Apoyî geş kirine, wê serkeftinên mezin û encamên xurt biafirîne.”    

TÎMÊN BI TEVGER ÊN XAKURKÊ

Fermandariya Biryargeha NPG’ê ji ber çalakiyên wan ên serkeftî hemû fermandar û şervanên li herêma Xakurkê pîroz kir û diyar kir tîmên bi tevger ên li vê herêmê kapasîteya çalakiyê danîne holê.

NPG’ê bal kişand ser çalakiyên serkeftî yên di nava hefteyekê de û got “Dîroka me ya têkoşînê rojên xwe yên ji agir dijî, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi asteke lûtkeyî de şer dimeşîne. Taktîkên afirîner ên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê pêkanîna gerîlatiya serfiraziyê pêş xistiye, asta pêkanîna bi hostetî ya van taktîkan û pisporiya di vî warî de, profesyonelbûna ji ber pisporiya ku bi îdeolojiya Apoyî derketiye holê û performansa şerê bilind, di gerîlatiya Kurdistan û dinyayê de dîrokeke nû dinivîse.  Bi vê bîr û baweriyê em hemû fermandar û şervanên bi îradeya Apoyî bi fedaî şer dikin, silav dikin.

DERFET HATE AVAKIRIN KU DERBÊN GIRAN LI DIJMIN WERE XISTIN 

NPG’ê diyar kir derfet hatine avakirin ku gerîla karibe derbên giran li dijmin bixe û got “Herêma Xakurkê herêmeke me ya wisa ye ku artêşa Tirk a dagirker di nav Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi awayekî berfireh berê xwe daye wir, dixwaze dagir bike û piştre jî li vir têkoşîneke mezin hatiye dayîn. Dijmin ji bo astengkirina çalakiyên gerîlayan dest bi tevgera dagirker kiribû. Hêzên me yên li herêmê jî derfet ava kirine ku ew bêtir dijmin bikin hedef, bêtir çalakiyan bikin û bêtir karibin li dijmin bixin. Hêzên me yên li herêmê li ser esasê perspektîfa serdema nû ya biryargeha me, ev derfet û firsend nirxandiye û hêzên me yên herêmê di demên dawîn de çalakiyên xurt kirine. 

ÇALAKIYÊN XURT ÊN DI DEMÊN DAWÎN DE 

Di daxuyaniyê de çalakiyên xurt ên di nava hefteyekê de li Xakurkê hatine kirin wisa hate diyarkirin:

Di 23’ê Tebaxê de dema ku wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk ji qada Lêlikanê diçû qada Kevortê bi sabotajê hate îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.

Di 27’ê Tebaxê de li qada Girê Şehîd Derwêş 5 dagirker hatine cezakirin, çepereke çekên giran hate îmhakirin.  

Di 28’ê Tebaxê de li qada Girê Şehîd Şahan 3 dagirker hatine cezakirin û çeperek hate îmhakirin.

Di 30’ê Tebaxê de tîmên bi tevger ên YJA Starê li qada Girê Şehîd Derwêş 6 dagirker ceza kir û cebilxaneyeke mezin ji binî ve hate îmhakirin.

Di 31’ê Tebaxê de tîmên bi tevger ên YJA Starê li Qada Girê Şehîd Şahan 4 dagirker ceza kir, 3 çeper û pergaleke kamerayê ya mobeseyê îmha kir.

Di 2’ê Îlonê de di navbera Girê Şehîd Şahan û Girê Şehîd Axîn de dijmin xwest bi pêş ve were, hêzên me dijmin xistin kemînê, piştre jî 4 caran bi taktîka sabotajê li dijmin da û 8 dagirker ceza kir. 

Di 3’ê Îlonê de tîmên bi tevger ên YJA Starê li Qada Girê Şehîd Derwêş li çeperên obus û hawanan ên dagirkeran da, 6 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin. 

Di 3’ê Îlonê de li Qada Girê Şehîd Sarya bi taktîka sabotajê li wesayîta zirxî ya Kîrpî hate xistin, 9 dagirker hatin cezakirin û wesayîta leşkerî ji binî ve hate îmhakirin. 

Di 4’ê Îlonê de di navbera qadên Geliyê Reş û Girê Masîro de bi taktîka sabotajê li wesayîta leşkerî ya Reo hate xistin, 13 dagirker hatin cezakirin û wesayîta leşkerî ji binî ve hate îmhakirin. Ev çalakî wekî çalakiyên xurt ên dema dawîn derketine pêş.”

HÊZA LÊDANÊ YA TÎMÊN BI TEVGER

Di dawiya peyamê de ev tişt hate gotin: “Gerîlatiya serdema nû, dema ku tarza wê ya tevgerê û taktîkên wê yên dewlemend rast werin pêkanîn li her qadê û her dem encamê distîne. Di van çalakiyên serkeftî ev tişt careke din hatiye îspatkirin. Ev hemû çalakî ji aliyê tîmên bi tevger hatine kirin û ev jî diyar dike ku hêza lêdanê ya tarza şerê tîmên bi tevger çiqasî mezin e û kapasîteya wê ya çalakiyan çiqasî bilind e. Ev çalakiyên li qada we bi ruhê fedaî yê Apoyî û bi taybetî ji bo bîranîna fermandarê mezin heval Egîd Garzan, Ahmed Rûbar, Bager Erdal, Rêzan û Amed hatine kirin, ev jî tê wateya girêdana bi şehîdan û pratîkkirina sozên di şexsên şehîdan de hatine dayîn.

Ji ber van serketinan em hemû fermandar û şervanên ku tevlî van çalakiyan bûne û di van çalakiyan de keda wan hene, ji ber encama ku derxistine holê pîroz dikin. Di şexsê we de em hemû hevalên li herêma Xakurkê bi rêz û hurmet silav dikin, em bawer dikin wê serketinên mezin werin bidestxistin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar