Ticker

10/recent/ticker-posts

Çima dewleta Tirk piştî hevdîtinên bi rayedarên Iraq û Herêmê re êrişî Mexmûrê dike?

Wargeha penaberan ya Mexmûrê ku dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, bi salane dibe hedefa êrişên dewleta Tirk. Lê ya balkêş ewe ku çi dema rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê serdana Tirkiyeyê dikin, li ser wargehê êriş çêdibin, herdu êrişên dawî jî vê yekê ispat kir.


Xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi berxwedan û sekna xwe ya dijî zilm û zordariyê tê nasîn. Xelkê penaber ê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçbûyî, dîsa dibin êrişên dewleta Tirk deye. Tevî bi sedan kêlometre ji Tirkiyeyê dûre û dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê hertim balafirên keşfê li ser digerin û tê bombebaran kirin. Li hemberî êrişan Neteweyên Yekbûyî  û Iraq bêdengin, ji xwe Hikumeta Herêma Kurdistanê êrişan rewa dike!

Lê ya balkêş çi dema rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê dikin û bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re dicivin, êrişên ku tên plankirin dijî Gelê Kurd, dikevin meriyetê. Piştî civînan hertim yan wargeha penaberan ya Mexmûr, yan Şengal yan jî Herêmên Parastina Medyayê têne bombebaran kirin. Ev yek her carê ispat dibe, ispata dawî jî herdu êrişên li ser wargeha Mexmûrê bû.

Serdanên ji bo Tirkiyeyê

Di 2’yê Cotmehê de Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn û Rêberê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr bi AKP û Huda Parê re civiyan. Piştî wê bi awayek veşartî bi Wezîrê Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin kirin û ji wan hate xwestin ku bi awayek rasterast bikevin nav şerê li dijî Kurdan.

Wezîrê Parastinê

Di 4’ê mehê de jî Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî jî serdana Enqereyê kiribû, bi Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler re civiya bû. Bi serdana Sabit Ebasî re liv û tevgera balafirên keşfê ya li ser wargeha Mexmûrê zêde bû.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan di 7’ê Cotmehê de li Enqereyê bi serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re civiya.

Di roja civînê de êriş kirin

Di heman rojê de (7’ê Cotmeh) serokkomarê Tirk Erdogan ê dagirker, bi serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, serokê Hevpeymana Xezim Xemîs Xencer, berpirsê hêzên Heşdî Şeebî Falih Feyaz û çend berpirsên din yên Kurd, Sunî û Şîe re li Enqereyê civiya. Di civînê de ala Iraqê nebû, tenê ya Tirkiyeyê hebû.

Di dema civînên rayedarên Iraq û Kurd yên bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re, liv û tevgera balafirên keşfê li ser wargeha penaberan a Mexmûrê jî zêde bûn. Di encama civînên bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re carek din wargeha penaberan bû hedefa êrişên hewayî.

Di 7’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker mizgeftek wargehê bi balafirên bê mirov û bi çek bombebaran kir. Dema êrişê jî gelek balkêş bû, tam di dema nimêja eşayê de bû. Dewleta Tirk dixwest di dema nimêjê de komkujiyê pêkbîne.

Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn, gelek mal zirar dîtin û bi dehan zarok, jin û kal ji êrişa hovane bandor bûn.

Piştî êrişê carek din liv û tevgera balafirên keşfê li ser wargehê zêde bû, hema bêje şev û roj balafir bi nizmî difiriyan. Di encam de dewleta Tirk a dagirker carek din wargeha Mexmûr kir hedef. Balafirên bê mirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker, duh (13 Cotmeh) carek din navenda wargehê bombebaran kir. Di encama vê êrişê dejî jina bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bû. Gelek malên din ên derdor jî ziyanek mezin dîtin.

Bi salane dewleta Tirk a dagirker wargeha penaberan ya Mexmûrê ji hewayî ve bombebaran dike. Gelek caran bi balafirên şer, piraniya xwe jî bi balafirên bê mirov û bi çek êrişên xwe pêktîne. Ya balkêş jî hertim Hikumeta Iraq, Neteweyên Yekbûyî bêdengin. Ji xwe Hikumeta Herêma Kurdistanê êrişan hertim rewa dike û weke mafek Tirkiyeyê dibîne!

Lê êrişên çêbûne hertim piştî hevdîtinên rayedarên Iraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê çêdibin. Gelo rayedarên Iraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser wargeha Mexmûrê çi bazarek qirêj dikin?

Bê guman tevî hemû êrişan jî sekn û berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî êriş, gef û ambargoya PDK’ê hêjayî dîtinê ye. Xelkê Mexmûrê bi salane li dijî hemû zilm û zordariyan li ber xwe dide û îro jî heman soza berxwedanê didin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar