Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: FAÎQ CÎLO


Di dîrokê de heta roja me yê îro Berxwedanî û têkoşîna lehengên Kurdan bi coşek mezin bi dirûşmeyên serkeftinê li çiyayên Kurdistanê di lûtkeyên herî bilid de ye. Bi xwîna ku ji dilê mirovên herî delal hatiye rijandin ala serkeftinê sor kir. Gelê Çelê her tim  xwedî serhildêr û berxwedanê  yê. Di dîroka Partî û Kurdistanê de cihê ku navê wê bi berxwedanê re hevwate ye. Ciwanên herî wêrek û leheng ên Çelê herikîn çiyayên xwe û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî mêtingeriyê li ber xwe dane. Yek ji van mirovên wêrek û leheng jî Şaban Yilmaz ango Faîq Cîlo ye ku li gundê Bilatê ser bi Çelê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Heval Faîq dibistanê li gund heta sereteyî dixwîne dura jî diçe Çelê heta navîn dixwîne. Rêheval Faîq di hêlek de dibistanê dixune û di hêla din de jî ji bo debara malê kardike. Di wî temenê xwe yê biçûk de  berpisiyatiya xwe ya li beranberî malbat û civakê baş dizanibû û li gor wê bi fedekarî tevdigeriya. Bi rûkenî û bi nîqaşê xwe dilê her hevalek xwe kêfxweş dikir. Kesek bû ku dikaribû bi mirovên her di temenekî de bide bistine. Bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin bû. Ev taybetmendiyên wî dihîşt ku di nav civakê de bibe ciwanek mînak û bê heskirin. Belê rêheval Faîq ti carî neheqiyê qebûl nedikir. Ne li beranbî xwe, ne jî li beranberî civaka xwe nikaribû neheqiyê bipejranda. Ji ber wê jî li beranberî neheqiyê her tim di nav têkoşînekê de bû. Heval Faîq ji ber ku rêxistinê di biçûktiya xwe de nasdikir girêdana wî ya bi jiyana gerîla re pêşeroja wî jî dida diyar kirin. Wê rojek bahata ku rêheval Faîq jî li ser her rêyek û her lutkeyek çiyayên welatê xwe azadî bi tîpên zêrîn binvîsiba. Belê dem hatibû divê biketa ser vê rêyê. Li ser vê rêyê di vê bibûya xwdî şopên heqîqetê. Li ser vî esasî di sala 1992’de berê xwe dizivirîne çiyayên azad. Rêheval Faîq di demek kin de xwe di hêla fîkir û felsafeya Rêbertî de pêşdixe û li beranberî neheqiya ku li gelê Kurd tê kirin, di be xwedî berxwedanî û têkoşînek bê hempa. Gerîlayek biçûk lê bi cesaretek mezin dibe mînakek ser lêvîn hevalên xwe. Rêheval Faîq li beranberî zorî zehmetiyan dibe kesayetek xwe gir û bi hêz. Ew taybetmendiya ku jî biçûkatî ve girtibû bi henekê xwe dibû kanya dilxweşiya hevalên xwe. Heval Faîq bi hewldan û fedekariya xwe ve ji bo her hevalek xwe pêşengekê jiyanê bû. Rêheval Faîq bi cesaret û bi fedekariyek mezin di her çalakiyê de di eniya pêşde cîh digirt û bi serkeftî vedigeriya.  Sal 2002 şerek giran li çiyayên azad hebû. Di hêlekê de dijminê xwînxar êrişî çayayên Kurdistan û tevgera azad dikirin, di hêla din de jî xeta xiyanetê, ew partyên Başur ku xwe Kurd dibînin êrişî tevgera azadiyê û şervanên gelê Kurd dikirin. Rêheval Faîq di vî şerî de bi lehengiyek bê hempa di eniya pêşde cîh dikirt li beranberî xeta xiyanetê, xeta berxwedaniyê mîsoger dikir. Li ser vî esasî di sala 2002’ de di çalakiyekê de dema êrişî xiyanetkaran dikir digihije karwanên nemiran. Belê rêheval Faîq bi têkoşîn û berxwedaniya xwe ya li beranberî dijmin û xiyanetê bû awazê berxwedaniya gelê xwe.

 

 

 

 

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar