Ticker

10/recent/ticker-posts

DI CIVAKÊ DE NEWEKHEVIYA ZAYENDÎ


Şert û mercên ku zarok tê de mezin dibin, garantiya jiyan û siberoja civakê ne, gelekî girîng in. Li cîhanê, ji tenduristiyê bigire heta zimanê zikmakî, di warê têgihîştina psîkolojiya zarokan de qadên perwerdehiyê yên bi xurtî hatine pêşxistin û girîngiyek mezin dide perwerdehiya zarokan. Zarokên ku rastî perwerdehiya rast tên, şansê wan heye ku bi rengekî taybet werin mezinkirin wekî garantiya pêşerojê. Bêyî ku em zêde dirij bikin, em vegerin ser erdnîgariya ku em têde dijîn. Werin em li Kurdistanê girîngî, pêşketin û tenduristiya zarokan bibînin!

Li Kurdistanê ne girîngî didin perwerdeya zarokan, ne jî girîngî didin psîkolojiya wan. Bi taybetî jî keç di hişmendiya paşverû ya malbatê de tengasiyê dijîn. Di temenekî biçûk de fikra ku tuwê di paşerojê de bizewicî û bibî xwedî mal, timî di dilê wê de tê çandin. Psîkolojiya her tim teqlîdkirina dayîkên xwe û pêşxistina xwe weke jina malê, beriya ku keç wateyek bide jiyanê, çavkaniya xwe ji şerê psîkolojîk ê malbatê digire. Dayîk li malê keçên xwe wek alîkarên xwe bi cih dike, dibe sedem ku zarok taqlîda dayîkê bike. Ji 10, 11 saliya xwe ve dest ji xeyalên xwe yên zarokatiyê berdide, mîna mezinan tevdigere. Ev jî di zarokan de dibe sedema nexweşiyên derûnî. Di vî temenî de her çendî pêdiviya zarokan bi lîstikê hebe jî, lê girtina li malê û mûjilkirina bi karên malê re dibe sedem ku zarok psîkolojiya perçiqandinê jiyan bike. Ji ber ku ji bo malbatên Kurd jî ji 10,11 saliya xwe ve derketina derve şerm tê dîtin û bi xayalê zewacê tê mezin kirin. Ji bo wê, ew li malê dibe keçek baş û gihîştî. ji bo dê û bav keçek gihîştî pir girîng e. Jixwe ew ê di paşerojê de bizewice û ji bo wan bibe pere. Bi gotina civakê 'kî dikare keçikekê ne li gorî urf û edetê civakê bigire'? Ma xulamê herî baş ne nezan û serî tewandin e? Lê her zarokek dixwaze di xewnên xwe de azad bilîze, zarokatiya xwe bijî û her tim bi van xeyalan dijî. Ji aliyekê ve her çendî hewl dide vê xeyala xwe pêk bîne jî, neçar dimîne ku li gorî rêgezên paşverû yên civakê tevbigere. Wekî din, wek kesek beredayî tê dest girtin û lekeya reş dixwe. Di civakê de newekheviya zayendî di nava zarokan de xwe pir baş nîşan dide. Mînak, ya ku min li jor behs kir ji bo kuran tam berevajiyê vê ye. Mîna ku bi berdewamî tê bîra wî ku ew mêr e, mêranî bi egoya wan mezin dibe. Stûyê keçan bi rengekî xwar li ber qederê ye. Ya ku em jêre dibêjin çarenûs çarçoveya jiyanê ye ku dê û bav jêre destnîşan dikin. Her çiqas zarokek xwedî daxwaz û meylên cuda be jî, ne mimkûn e ku piraniya xewnên wan pêk werin.

Ka em hin dramayên jiyana keçan wek mînak ji bo we bidin!. Zarokên ku me naskirî û jiyanek çawa jiyan kirin emê mînaka wan ji were bidin. Li Rojhelat keçek 8 salî bi nav Rêvan me naskir.

Rêvan tenê 8 salî bû, pir jîr û kedkar bû. Di vî temenê de hemû karên malê dike. Ji xwarinê bigre heta Paqijiya malê di hemû karan de alîkariya dayîka xwe dikir. Berde jî şivantiyê dike. Ji bo wê gelek zehmet bû ku van karan dikir, lê neçarbû ku divê ew bixebite. Rêvan a ku pola 3'yemîn dixwand û ji xwendinê hez dike, lê ji ber van karan baş nikaribû bixwîne. Her wiha xeyalê wê ya herî mezin ew e ku di her warî de ji bo welatê xwe zana û jîr be. Ev xeyala wê di çevên wê de heyecanek pir mezin diyar bibe jî lê li kêleka wê jî êşekî ku wê nikaribe vî xeyalê xwe bi cîh bîne diyar dibû.

Hûn dipirsin çima?

Ji ber ku wê baş dizanibû ku di vî temenê xwe yê biçûk de çerçoveya ku malbatê jê re xêz kiribûn wê bî cîh bikin. Jiyana ku jêre digotin qedere baş dizanibû û dilê wê yê biçûk dêşand ku li hember vê jiyana ku jêre xistine wek çarenûsek nikarî tiştekî bike. Ma tenê Rêvan jiyaneke wiha dijî? Helbet na!

Ka em li jiyana Zerê binêrin. Zerê keçeke ku naçe dibistanê. Mîna hemû birayên xwe, ew jî li ser mezelê xalîçeyê ku malbata wê li malê danîne rûdine û ji sibê heta êvarê xalîçeyan çêdike.

Dema ku me jê pirsî ku mezin bibî dixwazî çi bike. Ew vê bersivê dide me: “Bila ne çêkirina xalîçeyan be wakî din çi dibe bila bibe”. Dema me jê pirsî çima, diyar kir ku ew ji çêkirina xalîçeyan acize û ji ber  têlan destên wê hatine birînê. Her wiha diyar dike ku zivistanê hewa pir sar e, destên wê nagire, ji bo vê yekê mamosteyê xalîçeyê li wê dixe û heqdestê wê dibire. Dema heqdestê wê tê birîn bavê wê li wêdixe. Em bawerin ku ev ji bo me hemûyan dibe bersiv.

Her çendî dixwaze biçe dibistanê jî lê ji ber çêkirina xalîçeyan nikare biçe. Ev keça biçûk a ku dê di 15-16 saliya xwe de ji aliyê malbatê ve were zewicandin, diyar dike ku ew dema mezin bibe dixwaze bibe doktor. Lê ji ber urf û edetê civakê Zerê naçe dibistanê, ji ber ku li gundê wan keçek eger biçe  dibistanê, şerm e.

Leyla û Zehra du xwişk in ku di heman rewşa Zerê de ne. Leyla salek ji Zehrayê mezintir e, Leyla 10 salî, Zehra 9 salî ye. Van her du xwişkan ji 7 saliya xwe ve dest bi çêkirina xalîçeyan kirine. Bavê wan naxebite û ev her du zarok naşîne dibistanê ji bo çêkirina xalîçeyê daye cihê karê xalîçeya gel hostayekî Azerbaycanê. Ev her du xwişkên ku di vî temenî de serê wan bi kefiyê şidayî girêdane. Hem kêmek be jî dramayên jiyana wan her dû xuşkan ji wera ve bêjin.

Belê ev her dû keçên di vî temenê bûçûk de, di hêla malbatê de tê bi karanîn. Hema bêje her roj bi lêdana hustayê xwe re rû bi rû dimînin. Li gel vê ew di malê de jî alîkariya dayîka xwe dikin û birayê xwe yê biçûk jî xwedî dikin.

Rojekê ji ber ku wan bi xeletî tayên xalîçeyê avêtibû. Mamosteyê wan li wan dixe, ji ber vê yekî herdû keçên biçûn hefteyek bê xebera dê û bavê xwe naçin cihê kar, heta êvarê bi çend hevalên xwe re li kolanê dilîstin. Dema ku wan nikaribû heqê heftêya xwe bistînin, bavê wan pê dihese ku hefteyeke ew neçûne cihê kar, vê carê jî bavê wan li wan dixe û ew neçardikin ku careke din biçin ser kar. Ji bo me bi gotina xwasteka xwe tînin ser ziman “wek her zarokekî em jî dixwazin herin dibistanê û li gor dilê xwe bilîzin.” Em dibînin ku hêsir ji çavên wê diherikin. Xewna Zehrayê ya herî mezin xwendin e, ji bilî vê jî xemgîniya di çavên wê de nîşana wê ye ku nikare zarokatiya xwe bijî.

Ev ne meseleyek feqîriyêye ku mirovan mecbûrê kar bike. Ka em mînaka jiyana keçek dewlemed jî bidin. 

Sazgar 9-10 salî ye. Ew keça malbateke dewlemend e ku li Ranyayê dijîn. Pirsgirêka vê zarokê ji yên din cuda ye. Li gelek deverên Başûrê Kurdîstan, keç têne sinetkirin. Ev bûyerên sinetkirinê dibe sedem ku ev keç di temenekî biçûk de bikevin di psîkolojiyek xirab de. Me hewl da ku çavkaniya bêdengiya Sazgar fêm bikin.  Rojekê herdû dapîrên wê diçin cem wan. Paşê ev jin di nav xwe de bêdeng dipeyivîn. Dema ku diya wî diçe destê wê digre radike, Sazgar digot qey ew ê lê bixe, hewl dida ku jêre bibêje ku ew bêgunehe û di heman demê de digirî. Dema wê dirij dikin, wê nizanîbû ku wê çi bikin. Cilên wê ji wê dikin û bi tîrêjên di destên xwe de êrişî wê dikin. Sazgar di nav dest û lepên wan de qîrîn dike û  di xwest  bireve, lê nikaribû xwe ji wan rizgar bike. Paşê bi rîşa di destên xwe de wê sinet dikin. Ev keçka biçûk gelek êş dikişîne û bi rojan nikare rûne. Paşê diya wê ji wêre dibêje ev erkeke di Quranê de hatiye nivîsandin. Sazgarê ku di dibistanê de pir jîr û kedkar bû, bi bandora vê bûyerê, bêdeng û xemgîn dibe. Erê Pêlîstokên wê hebûn lê nedikarî bilîze. Psîkolojî û hestê bi sedan zarokên biçûk wek yên van zarokan e. Me xwast bi dayîna çend mînakan serpêhatiya keçan nîşan bidin. Ev bûyerena bandoreke kûr li ser her keçekê dike. Hemû keç bi vê êşkenceyê re rû bi rû dimînin. Ger em vê êşa herî ji dil hîs bikin jî, pêşîgirtina wê pir zehmet e. Ev kevneşopiyeke bav û kalan a gelekî paşverû ye. Di serdema zanistê de jî, ev kevneşopî berdewam dikin. Bi vî awayî jiyana keçan tê jehrkirin.

Ev hemû bûyerên ku me anîne ziman, bi awayekî zelal radixe ber çavan ku rastiya pergalê ya di rastiya Kurdistanê de tê jiyîn, polîtîkaya tinekirina jinê ya ji temenê biçûk de ye. Ji ber ku pergal xwe di nav malbatê de saz dike, herî zêde yê êş û janê dikişîne keçên biçûkin. Keçên ku di temenekî biçûk de rastî bêhişmendiyeke wiha tên, dema mezin dibin dikarin vê hişmendiya paşverû ya ku ji dê û bavên xwe mîras hatiye girtin, bi kar bînin. Erka herî mezin a dayîkê ew e ku çanda perwerdehiya rast zindî bihêle. Û garantiya wê afirandina pêşerojeke zexm e. Divê em vê qet bîrnekin, Jina zane civakek zaneye.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar