Jinên Wargeha Penaberan ya Memxûrê êrişên dewleta Tirk ya dagirker şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî van êrişên li ser Mexmûrê rabin ser xwe.
Dewleta Tirk ya dagirker di nava vê heftê de du caran bi balafirên bêmirov û biçek Wargeha Penaberan ya Mexmûrê kir bombebaran kir. Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) helwesta xwe dan diyar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî van êrişên li ser Mexmûrê rabin ser xwe.‘Em heta dawî girêdayî şehîd, partî û Rêbertiya xwe bin’
Dayîka bi navê Zeyneb Kara di destpêka axaftinên xwe de êrişên li ser Wargeha Penaberan ya Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Ev 28 salin em li cihanê ketîn ku îro di nava du dewletan de ev êriş li ser me pêktînin. Diyare ku hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî şîrîkê van êrişna ku dewleta Tirk wiha bi hêzanî dikar van êrişan li ser me pêkbînin. Em di bin sêwana dewleta Iraqê den çawan dewleta Tirk bi hêsanî tê van êrişan li ser vî gelî dike. Em ji ber zilm û zoriya, em deh kes di mal de bûn dewleta Tirk 3 hewan li mala mexistin ji bo ku em bikaribin zarokê xwe rizgar bikin, em hata vir hatin. Çi ji me dixwazin, me ziyan gihadiye kê. Ev heftiyek zarokê me di nava malên xwe de nerazan çi mafê wan li van zarokan heye îro vê bê mafiyê li wan dikin. Dewleta Tirk dibêje bila gelê Kurd ji bin erşê xwîda derbikev, ma em kuve biçin. Em bang li gelê Kurd ên welatparêz dikin ku li hemberî van êrişan destê xwe bidin yek û bibêjin êdî bese. Em soz didin heta dawî em girêdayî şehîd, partî û Rêbertiya xwe bin.” .
‘Xwidê jî vê zilmê qebûl nake’
Hemwelatiya din ya bi navê Emîre Nêrwehî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Kurdê xayîn van êrişan pêktîne û wiha pêde çû: “Em nizanin emê heta kengê wiha bin. Rasete me gelek zilm û tirs dîtine û derbazkirine, lê zarokên me ev tirs û zilm nedîtine. Ji ber ku îro dibistan nebûn zarokên me hemû di xew de bûn, bi êrişê re zarokên me ji tirsan beicîn. Xwidê jî vê zilmê qebûl nake. Yên ku dibêjin em misilmanin vê zilmê li ser me dikin. Ev cihê ku êriş lê çêbûyî, rêya me û cihê lehîstina zarokan bû. Gelo kîjan dewlet qebûl dike ku dewletekî din axa wî topbaran bike, ev qanûn li kuderê ye? Zarokên biçûk dibêji: ‘Em naçim dibistanê teyare wê bê ser dibistana me.’ Çi heqê te heye ku tû pêşeroja van zarokan tarîbikî? Em bang li gelê Kurd dikin ger heta niha carek radibûn ser xwe divê ji niha û şûn de 20 caran rabin ser xwe. Ji bo hemû dewletên Eweropa bila li pirsgirêka Kurdan bipirsin û bêjin êdî bese.”
Xatûn Hilalî jî herî dawî wiha qala kêliyên êrişê kir û wiha peyîvî: “Kêliya ku êriş çêbûyî ez, neviya xwe û bûka xwe li ber derî bûn, me ne zanî çawan çêbû. Ji nişkave êriş pêkhat û bi êrişê re derî û pencereyên me hemû hatin xwarê. Banga min ji bo hemû gelê Kurd ê welatparêz ewe ku bila rabin ser lingan û vê êrişê li ser me ne pejirînin.”



0 Yorumlar