Ticker

10/recent/ticker-posts

Wesayîtek hat îmhakirin: 15 leşker rêkirin dojehê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de yên ku di navbera 3-6’ê Îlonê de hatine lidarxistin, herî kêm 15 dagirker hatine cezakirin û wesayîteke leşkerî jî hatiye îmhakirin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Metînayê heta Xakurkê li her dera ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriyê bike, derbên giran li dewleta TCyê dixe.

Di 8 çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bûye. Di heman demê de wesayîteke leşkerî ya Kîrpî, pergaleke kamerayê ya mobese û 60 kîlo teqemenî hatiye îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 24 caran helîkopterên êrîşê, 12 caran jî bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bomberdûman kiriye.

Çalakiyên gerîlayên û êrîşên hatine kirin wisa ne:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 5’ê Îlonê de saet di 17.10’an de li Qada Berxwedanê ya Fedakar a girêdayî qada Sîdayê dagirkeran dema ku xwestine bi cih bibin, tîmên me yên bi tevger bi sûîkastê li wan dane û dagirkerek ceza kirine.

Di 6’ê Îlonê saet di 06.00’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemço tîmên me yên bi tevger dagirker xistine bin kontrola xwe û ji du aliyan ve bi çekên giran li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatiye cezakirin û dagirkerek jî bi giranî birîndar bûye.

2.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 3’ê Îlonê de saet di 09.00’an de li qada Girê Şehîd Sarya ya Xakurkê tîmên me yên bi tevger wesayîta zirxî ya Kîrpî ya dagirkeran xistine bin kontrola xwe û bi taktîka sabotajê li wesayîtê dane. Di vê çalakiyê de 9 dagirker hatine cezakirin, wesayîta zirxî ya Kîrpî jî hatiye îmhakirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Saval Maraş de;

Roja 5’ê Îlonê saet 08:50 û 20:45’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîkaestê hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 5’ê Îlonê saet 09:20’an de tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dan û dagirkerek hate cezakirin.

Di 5’ê Îlonê saet 12:30’an de pergaleke kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate rûxandin.

5’ê Îlonê saet 16:30’î teqemeniyên ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo bomberdûmankirina çeperên şer hatibûn amadekirin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de 60 kg teqemenî hate îmhakirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 5’ê Îlonê de çeperên Şehîd Yûnûs û Şehîd Çekdar ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran, çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar 4 caran û çeperên şer ên Şehîd Aryen ên Qada Berxwedanê ya Saca 2 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 5’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a herêma Sîda û li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a herêma Çemço ya Zapê, drone geriyane.

Di 5’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM û Çemço bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Di 5’ê Îlonê de qadên Golka û Girê Çarçel ên Metîna, bejahiya Gundê Beşîlî û hawîrdora Ava Zapê 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 5’ê Îlonê de qada Sîda û Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a li herêma Çemço ya girêdayî Zapê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 5 û 6’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê Amediye 24 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar