Ticker

10/recent/ticker-posts

‘AGIRÊ AMED Û MÊRDÎN’Ê DILÊ ME ŞEWITAND’

Dayîkên Wargeha Mexmûrê sersaxî ji malbatên ku nasên wan di şewata Amed û Mêrdînê de jiyana xwe di dest dayîn re xwestin û gotin: “Di salên 90’î de jî wisa gundên me şewitandin û em koçber kirin. Divê jinên Kurd yekîtiya xwe çêbikin û polîtîkayên wan vala derbixin.”

Armanc Herekol

Li navçeyên Şemrex û Çinarê yên girêdayî Mêrdîn û Amedê, şewatek mezin derket û bû sedema karesateke mezin. Di encama şewata ku li zeviyên bi dehan gundan derketî de, mixabin gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Heta niha jî di nava birîndaran de, kesên rewşa wan giran hene. 

Ji destpêka şewatê û heta ku hatî vemirandin, xemsarî û nedayîna alîkariya helîkopter û agirkûjan, bala gelê Kurd kişand. Gelê Amed, Mêrdîn û siyasetmedarên Kurd bi DEM Partî re seferberiyek ragihandin û xwedî li gelê Amed û Mêrdînê derketin. Bi hev re birînên xwe pêçan.

Têkildarî vê şewatê dayîkên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji rojnama me re axivîn û banga yekîtî û xwedîderketina Kurdistanê kirin.

‘Firek av ne birin’

Dayîka bi navê Rihan Hevlerî di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji malbatên ku nasên wan di şewata Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dayîn re xwest û got: “Serê malbatên me yên hêja saxbe û ez şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazim. Divê em têbigihin ku dewlet dijminê Kurdane. Ti dewlet ji me Kurdan heznakin. Dewleta Tirk bixwe agir berdaye Amed û Mêrdîn’ê. Bi hezaran lawirên me qetilkirin û mirovên me şewitandin. Ji bo qetilkirina Kurdan bi hezar caran balafir û helîkopterên xwe radikin, lê ji bo vemirandina agirê Amed û Mêrdînê, firek av jî ne anîn. Em wan şermezar dikin.”

‘Emê birînên xwe bipêçin’

Dayîka Rihan di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser rolê dikeve ser milên jinan û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Divê em jin yekîtiya xwe çêbikin û xwedî li xwezaya xwe derbikevin. Ger em jin nebin yek û xwedî li welatê xwe dernekevin, wê ti welat û xweza ji me re nemîne. Ti hêviyên me ji dewletê nînin bên agirê ku wan pêxistî vemirînin. Divê em bixwe, birînên xwe bipêçin. Em wek jinên Kurd destê xwe bidin hev û birînên xwezaya xwe bi hev re bipêçin. Niha heman kiryar li Başûrê Kurdistanê jî di meriyetê de ye. Başûrê Kurdistan jî ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve tê şewitandin. Ez bang li tevahî jinên her çar parçeyên Kurdistanê dikim, li dijî van şewatan yekîtiya xwe çêbikin. Jin bi xwezayê tên nasîn û bi şewitandina xwezayê re em jin tên şewitandin. Divê em hêza jin ya ku me ji xwezaya xwe girtî nîşanî qirkeran bidin.”

‘Kiryarên salên 90’î berdewamin’

Her wiha dayîka Nahîde Mamxûrî jî li ser heman mijarê peyivî û di serî de anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk ya salên 90’î niha jî di meriyetê de ye û wiha axivî: “Ez jî di serdî de sersaxî ji malbatên ku nasên wan di şewatê de jiyana xwe ji dest dayîn re dixwazim û şîfayê ji birîndaran re dixwazim. Ev kesên ku agir diberdin xwezaya me, em wek malbatên şehîdan wan şermezar û rûreş dikin. Ev agir ne xwezayî ye, bi destê dewleta Tirk pêkhatiye. Bi zanabûn xwezaya me qir dikin û dixwazin gundan bidin valakirin. Di salên 90’î de jî gundên me şewitandin û em koçber kirin. Divê em bi yekîtiya xwe van polîtîkayan vala derbixin.”

‘Jin divê xwedî li xwezayê derbikevin’

Dayîka Nahîde anî ziman ku ew ne hewceyî ti dewletanin û ew dikarin bi yekîtiya xwe birînên xwe bipêçin û ev bang kir: “Em wek jin, divê yekîtiya xwe çêbikin û bi wê yekîtiyê xwedî li Kurdistanê derbikevin. Em ji Mexmûr heta Amed û Mêrdînê xem û êşa gelê xwe parvedikin. Êşa gelê Mêrdîn û Amed’ê êşa me ye. Agirê Amed û Mêrdîn’ê dilê me şewitandiye. Emê bi yekîtiya jinan, xwezaya Kurdistanê biparêzin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar