Bersivên Ge;
- Hebune.
- Rastiya mirove.
- Cîhana rast e.
- Parazvanê me ye.
- Çavkaniya jiyanê ye.
- Dewlemendî ye.
- Dayîka me ye.
- Civakbûna rast e.
- Mala me ye.
- Dîroka me ye.
- Jiyana me ye.
Wek mirov ku parçeyekî ji xwezayê ne, Moray Bocckîn weke xwezaya dûyem bi nav
dike zindiya herî zêde ji xuluqadin û afirindinê re vekirî ye. Xwezaya yekem jî
weke xwezaya ku hemû curên zindiyan parçeyekî wêne. Bi teybet di van dû sedsalên
dawî de weke xwezaya dûyem her cure qirkirin li ser xwezayê dikin. Xwezaya ku
nefes dide me, me li ser dihewîne, xwedî dike, diparêze hatiye astek wisa êdî qêr
û hewar dike. Bê navber her roj xwezayê qirêj dikin û çavbirçitiya mirovan bûye
sedem kû êdî tehemûla xweza ji bo me jî ne maye. Guhertinên avhewa û felaketên
hewirdorî encama van çalekiyên me yên bê rehim ya li hemberî xwezayê ye. Me xwezaya
cîhana xwe anî asta tinekirina nifşê xwe mirov û hemû heyînên li ser rûyê cîhanê.
Di wateya etîmolojîk de peyva ‘xweza’ tê wateya xwe bi xwe zayînê. Zayîn
çalekiyekî cinsê mê ye, di zimanên biyanî de xweza weke dayîk-xweza (mother
nuturel, nature noun, mutter natur, doğa anna hwd) tên bikaranin. Di zimanê Kurdî
de dayîk û xweza di heman wateyê de ye. Dayîk ya dide û xwezayî ya ji xwe dide,
ji ber vê çendê xweza weke dayîk xweza, tê îfadekirin. Dayîk-xweza bi milyonan
cur be cûrên zindiyan di nava xwe de dihewîne. Pir rengiya xwezayê xweşikbûna
wê, pêşketin, guherîn û veguherînên wê mirov heyranî xwe di hêle. Mirov hertim
mereqa xweza çawe kar dike û pêşdikeve lêkolîn kirin ku di roja me ya îro de jî
raza(sira) xwezayê tam ne hatiye zanîn. Ev
qas cûrên zindiyan çawe û bi çi awayî bi kîjan aqlî afirandiye nayê zanîn. Di
heman demê de xweza di nava vegerandinekî hertişt ji hevdû bandor bibe sûd digre
de ye. Afrênerî û aqilê xwezayê razeke
mezine. Heta astekî hateye pênasekirin jî lê mîna sêhrekî rastiya xwe ya heyî
ji aqilê mirov dibore. Ji tevgera atom û jêr atom bigre, şikilgirtina
şînatiyan, lawiran û heta gerdûnê mîna sêhrekî hatiye afirandin. Mirov ji ku
parçeyekî ji vê xwezayê ne ku Moray Bocckîn weke xwezaya dûyem pênasedike, bi
bikaranîna aqîlê xwe yê analîtîk re xwe ji xwezayê dîtin û weke parçeyekî ji wê
dûrketine, hewildnanên serdestbûna li ser xwezayê, di van dûsed salên dawî de
gihiştiye asta têkçûna xwezayê. Mirovan hemû pêşketin û îcadên xwe ji xwezayê
girtine. Bi temaşekirin, lêkolînkirina xwezayê û naskirina xwezayê teqlîdkirina
wê, em anîn roja me ya îro. Ji bo pêşketinê pêwistiya xwezayê bi me cinsê
mirovan nîne, pêwistiya me bi xwezayê heye, wek cins ne bê oksijen, av, ax,
şinatî, lawir û heyînên din dikarîn jiyan bikin, mixabin em wana tine dikin,
hewayê qirêj dikin, avên diherikin dikin bendav, heyînên bin erd hema hemûyan
dertêxin, erdê bê bereket dikin û cûrên lawir û şînatiyan her diçin tine dikin.
Vana hemûyê jî dewletên heyî ji bo desthilatdariya xwe bikartînin. Hilweşandina
xwezayê bi bendavan, santralên hîdrolîk, santralê termîk, derxstina madenên ser
erd û bin erd, şewitîna daristanan, gilêş avêtina nava derya û çeman, çêkirina
heyberê ku zerer didin xwezayê û hwd berdewamdike.
Li ser rûyê cîhanê welatê ku her çar demsal li ser têne jiyankirin
Kurdistane. Di aliyê xwezaya xwe de welatekî mîna bihuştê ye. Bi dewlemendiya
xwe ya ser erd û bin erd bi pir cûriyên lawir û şînatiyan tê naskirin. Rastiya
dewlemendiya Kurdistanê hertim bûye sedema destdirêjiyên hêzên serdest, di roja
me ya îro de jî talan û qirkirina xwezaya Kurdistanê berdewame. Bi avabûna
dewleta Tirk re despêkê çavê xwe berdaye dewlemendiyên Kurdistanê, bi projeyên
HES, JES çavkaniyên avê xistine bin desthilatiya xwe û ziyenkî mezin daye
çandinî û lawirvaniyê. Di heman demê de mîrasên çand û dîroka kevnar ya
Kurdistanê bi van projeyan di xwazin winda bikin. Dibin avê de têne
hiştin. Bi derxistina heyberên ser erd û
bin erd şînatî û daristan ber bi tinebûnê ve têhiştin û erd bê bereket tê
hiştin. Ji ber bê berket hiştina xaka Kurdistanê li gund êdî jiyankirin namîne,
ji ber ku kesên di gundan de debara xwe li ser çandinî û lawirvaniyê dike. Dijmin
heta astekî aniye, dixwaze hîn zêdetir bike her roj plan û projeyên dewletê yên
li ser xaka Kurdistanê zêde dibe. Bi taybet bi şewitandina daristanan yek ji
polîtîkayên şerê teybet yê dewleta Tirke. Bi van polîtîkayên xwe dixwazin gel nikaribe
debara xwe bikin, berê wan didin koçberiyê û demografiyê diguherînin. Bi vî
awayî cihên ku Kurd lê jiyan dikin nifûsa wan kêm kirin, li şûna wan gelên din
bi cih kirin û şoreşa gelê Kurd lewazkirin ku yek ji armanca dewleta Tirk ya
sereke ev xale.

0 Yorumlar