Mamostayên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku şewata li Mêrdîn û Amedê pêkhatî, bi destê dagirkeran pêkhatiye û wiha got: “Em hemû jî baş dizanin li Kurdistanê bê dagirkeran pelê daran jî na weşe. Cîhan û raya giştî jî ji van kiryarên dewleta Tirk re çavên xwe digirin.”
Jiyan Pîran
Di 19’ê vê mehê de li gundên navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê şewat derket û di encama vê şewat û xemsariya dewletê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn. Têkildarî vê mijarê Mamosteyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.
‘Bi awayek keyfî mudexale nekirin’
Mamosta Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên bi destê dewleta Tirk yên li ser axa Kurdistanê çêdibin û wiha vegot: “Ev êrişên bi destê dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê pêktên ne nûye, bi dehan êrişên wiha li ser axa Kurdistanê pêkhatine. Lê ya herî dawî li Amed û Mêrdînê hatî pêkanîn komkujiye. Dewleta Tirk bi awayek hovane nêzî gelê me dibe. Ev şewat polîtîkyek taybet ya ku li ser gelê Kurd tê meşandine. Bi heman şêwazî êrişî bingehên aborî yên Rojavayê Kurdistanê û zeviyên wan hatin kirin. Pêwîste em wek gelê Kurd di ferqê de bin ku armanca dewleta Tirk xistina aborî û koçberkirina gelê Kurd e. Dewlet dikarî mudaxale bike, lê bi awayek keyfî mudexale nekirin. Dema mijar dibe Kurd ji dijmin re ferqa şîvan û şervanan nîne.”

Mamosta Berîvan her wiha qala êrişên li ser Kurdistanê kir û wiha domand: “Em dibînin ku di van salên dawî de çawan bi hovane êrişî xaka Kurdistanê dikin. Li ser Herêmên Parastinên yên Medyayê ti çek nemane ku bikar ne anîne. Bi destê cerdevanan daristanên Kurdistanê tine dike. Rojane ji ber bombebaranên dewleta Tirk şewat çêdibin. Her roja ku diçe erdnîgariya Kurdistanê ber bi tine bûnê ve diçe. Cîhan û raya giştî jî ji van kiryarên dewleta Tirk re çavên xwe digirin.”
‘Divê cîhan siyaseta li ser me tê pêkanîn bibîne’
Mamosta Seîd Çomlek jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku şewata li Bakurê Kurdistanê pêkhatî jî polîtîkayek ya qirkirina gelê Kurde û wiha pêde çû: “Beriya çend rojan li Şemrex a Mêrdînê û Çinar a Amedê karasatek pir mezin li ser gelê me pêkhat. Divê karasatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Di heman demê de gelek lawirên herêmê jî telef bûn û ziyanek mezin ya aborî gihişt gelê herêmê. Em li ser navê gelê wargehê sersaxî ji hemû malbatên xwe re dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Ev karasat bandoriya xwe li ser hemû Kurdê xwedî wijdan kir, ji ber ku em dizanin polîtîkayên pir qirêj li ser gelê me tê pêkanîn. Divê cîhan siyaseta qirêj ya ku li ser gelê me tê pêkanîn bibîne. Em hemû jî baş dizanin li Kurdistanê bê dagirkeran pelê daran jî na weşe. Hemû siyasetên qirêj yên li ser gelê me têne pêkanîn, ji navendekê û bi bernamekirî tên pêkanîn. Ji bo wê pêwîste îro gelê me bi hemû derfetên xwe li gelê Şemrexê û Çinarê bibin xwedî. Armanca van êrişan zererdayîna aborî û yekîtiya civaka Kurde.”

‘Di medyayên dijîtal de armanca xwe vekirî dibêjin’
Mamoste Seîd Çomlek di dewama axaftinên xwe de daxuyakirin ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê di van demên dawî de li hemû deverên Kurdistanê bingehê aborî tên şewitandin û wiha anî ziman: “Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê jî şewatên biguman yên li ser cihên aborî yên gel tê pêkanîn. Em di wê zanabûnê de ne ku şewata li Mêrdîn û Amedê jî çêbûyî bi zanabûn hatiye kirin. Ev şewat jî şereke taybet yê li hemberî gelê Kurde. Dijmin di medyayên dijîtal de armanca xwe vekirî dibêjin. Dema şewatek li Anatolyayê çêdibe dewlet bi hemû teknîk û derfetên xwe hewldide wê şewatê vemrîne, lê dema ev bûyer li Kurdistanê çêdibin herkes çavê xwe jêre digire.”
Mamosta Seîd herî dawî bang li tevahî gelê Kurd kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em dibêjin dem dema hevgirtin, yekîtî û naskirina polîtîkayên dijmine. Pêwîste em hemû bi hev re van polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê xwe fêm bikin, derbixin zanînê û li hemberî wan têkevin di nava helwesta parastinê de.”

0 Yorumlar