Hevberdevka Komîteya Perwerdeya Mexmûrê Hêlîn Kara û Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Mexmûrê Elî Bilehî têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger nebe, ne di Rojhilata Navîn de, nejî wek civaka Kurd em dikarin azad jiyan bikin û ne jî pîvanên ku Rêber Apo behs dike jiyanî bikin.”
Xurbet Tallî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî sê salin bi ti awayî agahî jê nayê girtin û bi tecrîdek girankirî re rû bi rûye. Têkildarî vê mijarê Hevberdevka Komîteya Perwerdeya Mexmûrê Hêlîn Kara û Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî ji rojnews re axivîn.
‘Bizanebûn zagon û hiqûq nayên pêkanîn’
Mamoste Hêlîn Kara anî ziman ku ev zêdeyî sê salin bi ti şêweyî hevdîtin bi Rêbertî re çênebûye û wiha got: “Mirov dikare bêje hemû hêzên navdewletî yên ku di komployê de rol lehîstine îro li beranberî vê tecrîdê berpirsyarin. Ji ber ku tecrîda îro tê meşandin ti hiqûq û zagonan nasnake, eger li cihekî ku hiqûq neyê bikaranîn, mirov dikare bêje li wêderê zordarî, zilm, tecrîd û êşkence heye. Rewşa Rêbertî weke rojeva sereke ya gelê Kurd û gelên ku ji bo jiyanekî rast, jiyanekî azad têkoşîn dikin di asta yekem de girînge. Mirov dikare wekî armanc destnîşan bike ku çima ev tecrîd ewqas tê girankirin, çima helwestekî ewqas li dijî pîvanên mirovî li beranberî Rêbertî tê nişandan? Armanc eve, ji ber ku Rêber Apo pîvanên jiyanek azad ku wê civakek çawan bikaribe rast jiyan bike daniye holê, ev yek jî bi sîstema heyî re nakokî jiyan dike. Ji ber ku fikrê Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya netewa Kurde, êdî bûye fikirekî gerdûnî. Ji ber vê jî her kesê ku vê pîvanê diparêzin û wekî rastiya jiyanê dibîne, pêwîste li hemberî wê helwest nîşan bide. Ji ber ku êdî şer û têkoşîna ku Rêbertî weke kesayet dide meşandin ji bo her netew, ziman û çandekê ye, ji bo vê pêwîste herkesê ku vêya diparêze bibe xwedî helwestekî ku bikaribe vê tecrîda heyî bişkîne.”

Di dewamê de Mamosta Hêlîn Kara da zanînku îro li himberî tecrîdê gelek cûrên çalakiyan hene, lê di rewşa heyî de ji bo Rêbertî nabe bersiv û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çalakiyên ku tên kirin çalakiyên girîngin, li her cihî ji xwendina pirtûkên Rêbertî bigire heta naskirina Rêbertî û belavkirina fikrê wî bê gûman ev di astekê de tên meşandin. Lê em dibînin di pêvajoya îro de tecrîda ku ewqas girankirî tê meşandin çalakiyên heyî têra azadiya fîzîkî ya Rêbertî nake. Ji bo vê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger nebe, ne di Rojhilata Navîn de û ne jî wek civaka Kurd em dikarin azad jiyan bikin û ne jî pîvanên ku Rêber Apo behs dike jiyanî bikin.”
‘CPT ker û lal dibe’
Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Mexmûrê Elî Bilehî jî têkildarî heman mijarê axivî û diyar kiri ku ji sala 1999’an heta niha tecrîdek girankirî li ser Rêbertî tê meşandin û got: “ Hikûmeta faşîst ya AKP-MHP ev tecrîd hîn girantir kirin ku ev sê salin bi ti şêweyî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Lê em baş dizanin ku komplo ne bi destê dewleta Tirkiye tenê çêbûye. Mînaka herî berbiçav ku CPT gelek girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye lêkolîn kirine, lê di derbarê girava Îmralî de ku Rêbertî têde dimîne, ewqas tecrîd û êşkenceyek sîstematîk tê meşandin jî tiştekê nabêje, li beranberî wê ker û lal dibe. Ji bo wê jî mirov dikare wan jî weke şirîkê vê tecrîdê bidin pênasekirin. Em vê jî dizanin çawa ku dewleta Tirk tecrîd li ser Rêbertî da girankirin, êrişên xwe yên dagirkeriyê jî dan destpêkirin.”

Elî Bilehî di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Eger em bixwazin tecrîdê bişkênin, şertê destpêkê ewe ku pêwîste em Rêbertî rast bixwînin û fêhmbikin. Em dizanin Rêbertî ev 25 salin bê navber têkoşînekî bê hempa dide meşandin. Ji bo wê em jî, li hemberî tecrîda li ser Rêbertî û şerê qirkirinê yê ku tê meşandin em ji xwe bipirsin, em çi dikin? Divê em guh bidin wijdana xwe. Raste divê çalakî û hewildanên me berdewam bin, lê di heman demê de divê em li hemberî mejiyê xwe û danustandina xwe jî çalakî bikin ku em çiqas bi Rêbertî re jiyan dikin, gelo em çiqasî Rêbertî li gorî Rêbertî fêhm dikin? Divê hewildanên me divî alî de bin. Eger em dixwazin tecrîdê bişkênin û li pêşiya qirkirina siyasî, aborî, fîzîkî û hwd bisekinin rast xwendin û fêhmkirina Rêbertî ye.”
0 Yorumlar