Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan şevek ya bîranînê hate lidarxistin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı) di 28’emîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn.


Bi boneya çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan (Zeyenep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li beramberî komploya li ser Rêber Apo çalakiyek fedayî lidarxist li Saziya Malbatê Şehîdan a Wargeha Mexmûr şevek ya bîranînê hat li darxistin.

Beriya ku bîranîn destpê bike di kesayeta şehîd Zîlan û tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser girîngî û wateya rojê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axivî.

Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Zîlan de hemû şehîdên di xeta azadiya Kurdistanê de gihiştîn merteba şehadetê bi bîr anî û wiha got: “Îro 28’emîn salvegera şehadeta heval Zîlan e, di vê roja 30’ê Hezîranê de heval Zîlan ji bo ruhê xwe ji bo Rêber Apo bike mertal di dilê dijmin de xwe teqand. Êrişên ku li ser Rêber Apo ji destpêka têkoşînê heta roja me ya îro dijminan gavekê jî gav paşde ne avêtine, ji bo êrişên li ser Rêber Apo hîn xurtir bikin her tim di nava hewildanan dene. Heval Zîlan jî ji bo bibe bersiva ku hûn nikarin roja me tarî bikin, hûn nikarin Rêbertiya me tine bikin xwe dike mertal û ruhê xwe li ber xeta Rêber Apo de feda dike.”

Piştî axaftinê şanoyek ji aliyê Koma Jînim Jiyanim ve hat pêşkêşkirin, herî dawî jî Koma Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê stran gotin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar