Ticker

10/recent/ticker-posts

HEVAL ZÎLAN ARTÊŞA TIRK FELC KIR

 


Di dîroka gelan de bi taybetî jî di dîroka gelê Kurd de gelek kesayetên ku mirov ji xwe re bikin mînak hene. Kesayetên ku em qala wan dikin li hemberî sîstem, bê mafî û zordariya desthiladaran serî rakirin û ji bo gelê xwe û gelên hewirdorê xwe bûne sembola berxwedan, wêrekî û têkoşînê. Di nava civaka Kurd de bi derketina tevgera Azadiya Kurdistanê re ev mînak hîn zêdetir û şênbertir derketin pêşiya me. Gelek kesaytên pêşeng yên mîna Heval Zîlan bi çalakî û azweriya xwe ya azadiyê li hemberî sîstema dagirker bû kelmek. Şehîd Zîlan ango bi nasnav (Zeynep Kınacı) di malbatek welatparêz de mezin dibe. Piştî naskirina wê ya bi rêxistinê re çêdibe, beşdarî nava refên têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe. Rûxmê ku salak bû beşdariya xwe ji refên têkoşîna Azadiyê re dabû çêkirin jî, bi hemû hêz û îradeya xwe wek jinek berxwedêr ya Kurd, girêdanbûna xwe ya bi vê xetê re zelal dike û dixwaze bi çalakiya xwe xeta têkoşîna jin ya di nava refên vê berxwedanê de bide diyar kirin. Çawan ku guleya destpêkê ya Heval Egîd di nava dilê dijmin hat xistin, Heval Zîlan ji bi çalakiya xwe ya di nava leşkerê artêşa Tirk de mejiyê wan yê rizî têkbir û artêşa Tirk felc kir. Di heman demê de artêşbûna jin ya ku li ser bîranîna Hevla Bêrîtan hatî sazûman kirin, bi rûhê Heval Zîlan yê fedayî xeta azadiyê jî diyar kir. Jinên Kurd li ser xeta Heval Zîlan têkoşîna xwe dan berdewam kirin. Bi vê têkoşîn û berxwedanê jinên Kurd roj bi roj gavên mezintir yên ber bi azadiyê ve avêtin. Ev çalakiya fedayî li Kurdistanê zanabûn, şêwazê jiyana heyî, helwest, kesayet, tevlîbûna têkoşînê û rêya berxwedanê da guhertin. Heval Zîlan li Kurdistan û Tirkiyeyê zemînê jina bêçare û bê îrade ji holê rakir. Heval Zîlan ruh û canê xwe li gel kîn û hêrsa xwe kir yek û mîna volkanekê di tarîtiyê de teqand û bû evîndarê ronahiyê.

Bi gotina xwe ya ku dibêje: ‘Xwezî ji derveyî canê min, tiştek din hebûna min we bidaba.’ Rastiya mezinbûna kesayeta xwe cardin ronî dike. Wek jinek ciwan ya Kurd heyfa hezaran salên dagirkeriya Kurdistanê ji dijminê xedar xwest û bi yek çalakiyê artêşa Tirk ser û bin kir. Wek di nameya xwe de anî ziman jî dibêje; ‘Min xwest tarz û exlaqê civaka Kurd ya ku Rêber Apo qal dikir bixim piratîk.’ Çalakiya fedayî ya Heval Zîlan ku di sala 1996’an li Dêrsimê di nava wan şert û mercan de pêkanîn, hişmendî û têgihiştinek kûr ya îdolojiyê dixwaze. Heval Zîlan di têkoşîna xwe ya salekî de, xwe digihîne wê asta îdolojiya kûr ya vê têkoşînê. Ev çalakî li hemberî plana qirêj û komploya dewleta Tirk a li beranberê Rêbert, înkarkirina gelê Kurd û hêza jinên Kurd bersivek xurd bû. Gelê Kurd baş dizane komplo û polîtîkayên înkarê yên wê demê li ser gelê Kurd dihatin meşandin, niha jî berdewam dike. Bê gûman li hemberî van komplo û polîtîkayên înkarê yên dijmin gerîlayên azadiyê bi hêz, îrade û baweriya Heval Zîlan, xeta berxwedanê li çiyayên Kurdistan û metrepolên Tirkiyeyê didin berdewam kirin. Çalakiya fedayî ya ku Şehîd Sara û Şehîd Rûken beriya dû salan li Mêrsînê pêkanîn berdewama xeta Şehîd Zîlan ne. Divê îro em jî bi ruhê xeta fedayî ya Heval Zîlan li erk û berpirsyartiyên xwe yên pêşengtiyê bibin xwedî û di rêya jinên pêşeng de têkoşînê bidîn berdewam kirin.

Xurbet Îşlek

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar