Beriya dest bi nivîsê bikim dixwazim bal bikşînim li ser sernavê nivîsê. Çima xwebûn jehirkuja şerê taybet e. Ji bo mirov bikaribe bersiva vê pirsê bide, pêwîste destpêkê di ferqê de be bê ka ev şerê taybet çiye? Bi kî re ye û li hemberî kiye ango li hemberî çiye? Çi hedef digre yan jî dixweze xwe bighîne çi?
Mijar
ewqas kûr û berfrehe ku bersiva wê encex bi xwe zanîneke bê sînor ve dikare
were dayîn. Jiberxwe nehatiye gotin ku xwe zanîn dayîka hemû zanînan e. Eger mirov
xwe bizane wê demê dikare yên li hemberî xwe jî bizane ango dikare tê derxe, çi
li hemberî rastî û heqîqeta mirov e. Li cihê ku mirov li vir bêje sîstema
desthilatdar li hemberî rastî û heqîqeta mirov bi xwe ye. ji ber wê tenê dikare
bi şer hebûna xwe berdewam bike. Eger em bala xwe bidin ser, dîroka
desthilatdariyê hemû dîroka şer e. Ji bo bikaribe sîstema xwe bide jiyan kirin
û xwe serwer bike yan divê şidet û zextê bike yan jî divê mirovahiyê bixapîne û
bê îrade bike. Li vir pênasekirina şerê taybet girîng e. Şerekî heta dawî bê
exlaq, bê rêgez û bê qanûne ku li ser gelan tê meşandin e.
Hêzên desthilatdar bi hezar û yek rêbazan xwe dinixumînin û hewil didin bi vê
rêbazê dijberên xwe bê bandor bikin û vîna wan ya şer bişkînin yan jî nerm
bikin û bixin bin xizmeta xwe.
Hêzên
desthilatdar bi vê rabaza şer daneheva desthildariya xwe pê mezin dikin. Eger
mirov hîn zêdetir şêmber bike. Hêzên desthilatdar pêl pişta mirov û civakê
dikin û wisa xwe mezin dikin. Ango bi herikandina xwîna mirovahiyê, xwe didin
jiyankirin. Dewleta Tirk ya dagirker yek ji mînaka herî şêmber ya vê rastiyê
ye. Hebûna xwe di tinekirina Kurd, Ermenî û Suryaniyan de dibîne. Ji bo sîstema
xwe mayînde bike, pêwîste qirkirina fîzîkî ya neteweyên cûda pêk bîne. Lê ji
aliyê Kurdan ve şêwaza şerê ku dimeşîne guheriye. Tenê bi qirkirina fîzîkî re
sînordar nemaye. Ji ber wê ya esas rejîmeke faşîste ji destpêka avabûna xwe
heta roja îro, wek rejîmeke şerê taybet hatiye birêxistinkirin. Li ser bingeha
teslîmgirtinê, qirkirina çandî bûye armanca bingehîn ya polîtîkayên şerê taybet
ku dewleta faşîst ya Tirk li Kurdistanê pêk aniye.
Ji ber vê
rastiyê ye ku Rêber Apo, paraznameya xwe ya pêncemîn bi navê (Kurdên di nav
pençên qirkirina çandî de) bi nav kiriye. Hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst îro
hemû derfet û îmkanên xwe seferber dike û dixe di bin xizmeta polîtîkayên şerê
taybet de. Ji bo bigihîje vê armanca xwe ti zagon, pîvan û rêgezan nizanin. Heta
ji bo bighîje armanca xwe çi rê û rêbazên qirêj hebe serî lê dide. Ji
sîxurkirin, tacîz, tecawiz heta pêşxistina fûhûşê, belavkirina madeyên hişbir
ku ev hemû jî li hemberî çanda civaka azadin, pêktînin. Di civak û ferdên wê de
xirabiyê pêşdixe. Ev xirabûn dibe sedem ku bi demê re rizandin çêbibe û civak
bi vî awayî ji hev bikeve. Rastiyeke yên ku herî zêde dibin hedefa van
polîtîkayên şerê taybet, ciwan û jinên ciwanin. Ji ber ku ciwan û jinên ciwan
hêza dinamîk ya pêşdebirina civakê ne. Piştî ku ciwanek yan jî jinek ciwan
bikeve xefika van polîtîkayan, wê çawan bikare civaka xwe biparêze.
Eger ku
mirov xerîbê çanda xwe bimîne pir zû dikeve xefika van polîtîkayan. Ger mirov
li çanda xwe serwext be û bi çanda xwe jiyan bike, wê xwebûna xwe jiyan bike.
Baran
Mawa

0 Yorumlar