Ax ji bo her qewm, netew û welatî pêwîstî û pîroziyeke. Lê ji bo Kurdanê ax;
jiyan, hebûn, vîn, eşq û daxwaza azadiyê ye. Axa Kurdistanê ku dayîka
mirovahiyê ye, bûye kaniya jiyanê û xezêneya hemû berheman. Ev ax bûye warê
serhildanê, bûye kelemê çavê dijmin û tirsa hemû dagirkeran. Li ser vê axê bi
hezaran destan jiyanî bûne, bi hezaran çîrokên lehengî ji nifş derbazî nifşan bûye.
Yek ji van lehengên xwediyê wan çêrokan jî Hedya Kaya ango Axîn e ku li gundê
Şehîka ser bi Sêrtê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike û
bi nêrx û ruhê têkoşîna azadiyê mezin dibe. Mafê her zarokekî ye ku tenê lîstok
bilîze, ji xwe re xeyalên bê sînor ava bike. Heval Axîn jî zarokek bû di
xeyalên xwe de cîhanek bi lîstokan avakiribû, ne di ferqa bêmafiya ku li welatê
wê dihat kirin de bû û ne jî di ferqa rastiya xaka xwe de bû. Lê her ku mezin
dibû diket farqa axa xwe ya ku ji hêla dijminê mirovahî ve hatiye dagirkirin.
Rêheval Axîn ji stran gotinê pir hezdikir, bi taybet jî stranên Kurdî. Dema
awazên Kurdî li ser lêvan derdiket û ber bi guhê wê ve rêwîtî dikir ji wê re
xweşî û xweşiktî ew bû. Jiyan xweş bû lê bi Kurdî jiyan kirin hîna xweştir bû. Ew
bi hevalên xwe re kom dibûn û stranên Kurdî digotin. Heman demê ji dibistanê jî
pir hezdikir, bi meraqek mezin 5 salan dibistanê dixwîne û dixweze fêrî
hertiştî bibe ango ji fêrbûnê re vekirîbû. Rêheval Axîn bi taybetmendiyên xwe
yê dilnizim, bi moral û kêfxweş di nav dilê her ferdek yê gund û malbatê de heskirinek
dabû avakirin. Di welatek qedexerî û înkarkî de xayalê pêşerojê kirin ji bo
heval Axîn weke erkek sereke bû. Hêdî hêdî dema diket ferqa rastiya welatê xwe
de, bi wî re di kete nav lêpirsînan û ji xwe pirs dikir, çima ev bê mafî li
welatê min tê kirin, zimanê min tê qedexekirin? Çima ji zarokên welatê min re Kurdî
jiyankirin qedexe ye? Lê wê kî bersiva
van pirsan bidabûya? Welat û zimanê wê di vê rewşî de ye, ewê çawa ji nedîtî ve
bihatibûya û wisa jiyan bikira. Nikaribû vê yekê qebûl bikira û rêya têkoşînê
hildibijêre. Belê di xwazaya gelê Kurd de serî tewandin nebû. Axîn jî ewladek
vî gelê berxwder bû ku soz dabû, tola welatê xwe rake. Di wan deman de her kesê
Tevgera Azadiyê baş nasnedikir û wek herderê bi paşverûtiyên zayendperest li
jinê meyzedikirin. Ji ber wî jî dema rêheval Axîn biryar dide beşdar bibe, birayê
wê jêre dibêje; ‘ezê li şûna te biçim, tû neçe.’ Lê heval Axîn di biryara xwe de
bi israr bû. Biryara wê ya têkoşînê li ser hertiştî re bû û bi van hevokan
bersiva birayê xwe dide, ‘ji bo welat têkoşîn kirin erkê me hemûyane, em di ber
welat û Rêberê xwe de hertiştê xwe bidin jî kême. Têkoşîn kirin bedelên mezin
dixwaze û ez amedeme ku di ber vê rêyê de bedelên giran bidim. Di ber vê rêyê
de bedel dayîn ji min re rûmeta herî mezine.’ Xwasteka azadiyê hemû ruhê wê
dorpêç kiribû. Li ser vî esasê di sala 1991’an de dikeve ser rêya heqîqetê.
Belê ew gerîla bû, çiyayên azad ên Kurdistanê, lat û tehtên welatê wê bûn
palpişt û rêhevalên wê. Ya ku hêz dida wê jî ruhê hevaltî ya di nava PKK’ê û bîrdoziya
Rêbertî bû. Bi hêza ku ji bîrdozî û paradîgmaya Rêbertî digirt soza xwe ya
tolhildanê mezintir dikir. Rêheval Axîn di demek kin de dibe Fermandarê Taximê.
Heval Axîn li pir qadên çiyan de bi têkoşîna xwe ya bê hempa dibe pêşengê
jiyana rast. Belê rêheval Axîn soza têkoşînê dabû xaka xwe, bi taybet jî dabû
dayîka xwe. Dayîka ku ew 9 mehan hilgirtî ku bi şîrê xwe yê zelal mezin kirî û
di hembêza xwe de pêçayî, wê soza herî mezin dabû wê û li ser wê sozê heta
serkeftina doza welatê xwe bimeşiya. Rêheval Axîn di sala 1996 de li Garzanê di
çalekiyê de bi cesaretek mezin êrişî dijmin dike, di vî çalekiyê de bi fedayane
tevlî karwanên nemiran dibe.
0 Yorumlar