Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîdê Ked û Demokrasiyê Yûsûf Tûnç li Mexmûrê hat bîranîn

Şehîdê Ked û Demokrasiyê Yûsûf Tûnç, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hat bîranîn û di bîranînê de soza pêkanîna armancên şehîdan hat dayîn.Şehîdê Ked û Demokrasiyê Yûsûf Tûnç ku di 24’ê Hezîranê de, di encama nexweşiyekî de şehîd bibû li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve bi merasîmekî hat bîranîn.

Merasîm li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkar û gelê wargehê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê, biraziyê Şehîd Yûsûf, Ebbas Tûnç axivî û ji ber ku gelê wargehê ew nehiştine bi tenê, sipasiya gel kir û got: “Em wek malbata şehîd, gelek sipasiya we dikin. Şehîd wateya jiyana me ye. Ev bi sedan sale, em wek gelê Kurd tên kuştin û koçberkirin. Dijminê Kurdan hertim êrişî Kurdê azad kiriye. Em li geliyê Zîlan, bodruma Cizîrê, Helebçe û her derê Kurdistanê hatin qetilkirin. Lê rûxmê wê jî em xilas nebûn û em bûn xetek. Ev xet ti caran nayê qûtkirin. Mamê min jî di nava vê tevgerê de cih girt û heta dawî xebat da meşandin. Heta dawî erk û berpirsyartiyên xwe yên welatparêzî pêk anî. Em carekdin dibêjin, bila serê Rêber Apo û tevahî gelê me yê welatparêz saxbe.”

Piştî wê Cîgirê Hevserokê Meclisa Gel Şoreş Didêrî jî axivî û wî jî di serî de sersaxî ji Rêber Apo û malbata şehîd re xwest û wiha axivî: “Serê malbat û Rêber Apo saxbe. Di roja me ya îro de, dijmin bi giranî êrişî me dike û dixwaze welatê me ji holê rake. Çiqas em li ser şehîdan baxivin wê têrê neke. Ji ber ku şehîd dîroka me ne û em şopdarê wanin. Divê em heta dawî li pey şopa wan biçin û armanca wan bi ser bixin. Şehîd Yûsûf jî yek ji wan kesan bû ku tevahî jiyana xwe ji bo şoreşê xerc kir. Hertim di nava kar de bû û li pêş bû. Wefata wî em êşandin û em xemgîn kirin. Wê heta dawî armanca me pêkanîna xeyalên şehîdan be.”

Piştî axiftinan merasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar