‘Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemek ya parastinê ye.
Cureyek tenê jî yê zindiyan tineye ku bê
parastin be. Heta mirov dikare berxwedana her element û her parçeyekî ya li
gerdûnê ji bo parastina hebûna xwe, weke xweparastinê şîrove bike.
Berxwedana li dijî
deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkereye bi têgînên xweparastinê tê
îfadekirin. Kengî ev
berxwedan têkbiçe, ew element an parçe ber bi paş diçe, ji xwebûnê
derdikeve, vediguhere
hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê
bişkê, wê demê ew
zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.
Heman
sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Curekî narîn mîna
mirov û
civaka
wî, hebûnên ji tehlûkeyan re vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin
hebûna xwe
demeke
dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e,
ewqasî jî
civakî
ye. Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî, ji aliyê xerîzeyên parastinê
ve tê pêkanîn.
Parastina
civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bicihanîn. Heta li gorî
derfetên
parastinê
hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere. Parastin yek ji fonksiyonên
bingehîn
ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe. Tê zanîn dû
fonksiyonên
din ên bingehîn hene, xwe xwedîkirin û xwe zêdekirin e. Çawa ku xwe xwedîkirin
û xwezêdekirin nebe, zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî
xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin. Encameke din a girîng ku mirov
dikare ji cîhana xweparastinê ya zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê
ji bo parastina hebûnê ye. Li ser cureyên xwe, heta li ser hebûna cureyên din
sîstemên mêtinkarî û serdestiyê ava nake. Cara pêşî li cem cureyê mirov
sîstemên serdestî û mêtinkariyê pêk hatine. Di vê de pêşketina zihnê cureyê
mirov yê rê li ber derfetên mêtinkariyê vekiriye û bi vê ve girêdayî
bidestxistina berhemê zêde bi tesîr bûne.
Ev rewş
ne bi tenê bergiriya hebûna xwe, her weha parastina nirxên kedê ango şerên
civakî jî bi
xwe re tîne.'
Rêber Apo
di Parêznameya pêncan de pênaseya xweparastin bi vî awayî destpêdike.
Bê guman
dîroka wargeha Şehîd Rustem Cûdî bixwe di mijara xweparastinê de ezmûnek pir
dewlemende ku li hember her gef û êrişan xwe pêşdixe, rê û rêbazên nû di
afirîne û di vê çarçoveyê de bedelên herî giran daye.
Dema ku payîza 2023’an
Hêzên HPG‘ê parastina wargehê emanetî ciwanan kirî, xweparastina wargehê ket qonaxekî
nû. Vê yekê di nava ciwanên wargehê de lêgerînek daye destpê kirin, ka çawa emê bikaribin
xwedî li vê rol û berpirsiyariya mezin derbikevin. Herî dawî, di çarçoveya
perwerdeya peymangeha Şehîd Kerîm Kato de dersa xweparastinê hat dîtin.
Nirxandina asta me, tespîtkirina pêwistiyên wargehê di mijara xweparastin û
çareseriyên şênber de bûn mijarên vê dersê. Bi taybetî jinên ciwan pêwiste parastina xwe li hemberî
êrişên hişmendiya dewletparêz û baviksalarî xurt bikin û Wek ciwanên wargehê
pêwiste ne tenê li hember êrişên fîzîkî amade bin, li kêleka vê jî divê em di
hemû rehendên jiyanê de xwe zana bikin, ku em şerê taybet yê li dijî civaka me
tê meşandin vala derbixin.
Dema ku ciwan xwe
pêşbixin, zana bikin û rêxistin bikin, dikarîn civaka xwe li hember her êrişan
biparêzin.
Em xwe,
hebûna xwe, çanda xwe û her nirxê ku me ava kiriye biparêzin, emê wisa pergala
qirker û faşîst a Îmralî birûxînin. Stratejiya me Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Ev jî
tê wate ku em barê xweparastin ne tenê li ser milên Gerîlayên Azadiya
Kurdistanê bihêlin. Berovajî, pêwiste gel û gerîla bibin yek. Çiqas Gerîla rola
xwe bilîze, pêwiste gel di bin pêşengtiya Ciwanan jî ewqas erka xweparastinê bi
cîh bîne.
Baran
Mawa

0 Yorumlar