Di hemû
bawerî û olan de tê diyar kirin ku her mirovek li ser qedera ji aliyê Xwudayê
Mihrîban ve ji bo kes hatî destnîşan kirin jiyan dike. Di heman demê de jî,
dagirkeran ji bo qedera gelê Kurd li gorî xwe diyar bike, tim êrişî gelê Kurd
kiriye û daxwazên xwe li ser gelê Kurd ferz kirine. Li hemberî vê yekê jî ti
caran gelê Kurd dagirkerî û bindestî mîna qedera wane jiyan nekirine û di hemû
kêliyên jiyana xwe de li dijî desthilatdaran têkoşîn kirine. Taybet jî di nava
axa Kurdistanê de piştî avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ciwanên Kurd
bi canê xwe soz dan û gotin ‘Tinebûn, windabûn, kuştin, komkujî û qetilkirin ne
qedera zarok, ciwan, jin û zilamên Kurdanin’ li ser vî bingehî soza têkoşîna
azadiya Kurdistanê bi xwîna xwe ya pak dan. Yek ji van jî Îrfan Kabûl ango
Ekrem e ku di sala 1974’an de li gundê Avyan a girêdayî Bajarê Şirnexê di nava
malbatek welatparêz de çavê xwe di nava axa Kurdistanê de ji jiyanek ya
têkoşînê re vedike. Taybetmendiyên xwezaya Botanê di hemû kesayetên Botanê de
şêwaz distînin û dibin mîrateyên vê axa qedîm ya Kurdistanê. Di nava Botanê de
bi hezaran Gundên mîna Avyan ku bi xweşikbûna xwe ya xwezayê mirovan sermest
dikin bûn bingehê vê têkoşîna pîroz ya 50 salî. Rêheval Îrfan di destpêka vê têkoşînê de li gundê Avyan
zarokatiyek di nava himbêza zozanên Serkê Mehemedê Oso de jiyan dike. Dewleta
dagirker hertim zarokên gelê Kurd ji xwenedinê bêpar hiştin û di gundan de
dibistan ne hatin avakirin. Ji bo wê jî heval Îrfan dibistan ne xwened. Lê
çawan ku dijmin nekarî pêşî li têkoşîna azadiyê bigire, nekarî li hemberî
fêrbûna Rêheval Îrfan jî bibe asteng. Heval Îrfan ji şoreşgerên destpêkê yên li
gundê Avyan bi cih dibin, fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Mîna hemû gundên
Botanê bi belav bûna têkoşînê re Gundê Avyan jî zarokên vê axa berxwedêr nas
dikin. Bi zozan û dewlemendiyên xwe yên xwezayê bi hezaran gerîlayên azadiyê di
nava axa xwe de hembêz dikin û xwedî dikin. Rêheval Ekrem jî piştî çalakiya yekem
ya Fermandarê Mezin Heval Egîd şoreşê nas dike û heskirina wî ya li hemberî vê
têkoşînê di wan dema de pêşdikev. Di nava gund de bi hêz, wêrekbûn û xweşikbûna
xwe di nava dilê hemû ferdên gund de cihê xwe çêdike. Heval Îrfan beriya
başdarî nava têkoşînê bibe jî, bertekên xwe yên li hemberî leşkerên Tirk raber
dike û ji xwişka xwe re dibêje: ‘Leşkerên dewleta Tirk tên êrişê me dikin, hûn
jî ji wan re çayê çêdikin. Lingê xwe li çaydan çayê dide û dibêje hun çayê
nadin wan.’ Ev bertekên wî yên wan kêliyan ruhê wê yê têkoşîna azadiyên şênber
dike û ber bi çiyayên azad ve dibe. Piştî êrişa dewletê ya li ser gund êdî di
biryara xwe de zelal dibe û di sala 1987’an de bi navê Ekrem beşdarî nava refên
têkoşînê dibe. Ji ber ku di nava zozan û gelêyên Botanê de mezin dibe, di
jiyana şoreşgeriyê de zehmetiyên mezin jiyan nake û di demek kin de ruhê xwe
yên ciwan bi doza azadiyê re dike yek û pala xwe dide çiyayên wêrek yên
Kurdistanê. Li hemû devarên Botan û Avaşînê gerîlatiyê dike û bi erka xwe ya fermandarê
taximê pêşenktî ji hevalên xwe yên dozê re dike. Rêheval Ekrem li hemberî xeta
tasfiyegeriyê, xeta xwe ya têkoşînê de bi israr û net bû. Her wiha xwenedin û
nivîstandina ku ji hevalên destpêkê girtî, di nava têkoşînê de pêşdixe û di
hemû kêliyan de xwe perwerde dike. Heval Ekrem di sala 1992’an de li Avaşîn
dema li ser avê re derbaz dibe, çeka wî dikeve nava avê, dema dixwaze çeka xwe
bigire li gel çeka xwe ber avê dikeve û digihije karwanên nemiran yên azadiya
Kurdistanê. Mîna hemû şoreşgerên Kurdistanê Heval Ekrem jî heta kêliya dawiyê
ya têkoşîna xwe, li ser rêça rêhevalên xwe yên şehîd û Rêber Apo berxwedan
dike.
0 Yorumlar