Ticker

10/recent/ticker-posts

ÇAND HENASEYA CIVAKÊ YE

 


Gelek pênaseyên têgîna çandê hene. Mirov bi awirên cuda dikare wisa pênase bike: Her tiştên bi destê mirov tên afirandin îfade dike. Terzê jiyanê ye. Nasname ye. Terzê hebûna gelekî yan jî neteweyekê ye. Zimanê wê ye, peywendiyên wê ne û terzê wê yê jiyanê ye. Di çarçoveyeke teng de çand, hişmendiya kevneşopî ya civakekê, qalibên wê yên hizirandinê, ziman û heqîqeta wê ya dilinî îfade dike; di çarçoveyeke fireh de li vê zêdekirina daneheva wê ya maddî (bi tevahî amûrên hewcedarî bi wan heye, çêkirina qût û zad, hilanîna wan, serbiserkirina wan, çûnûhatin, ewlekarî, parastin û bi tevahî amûrên delaliyê) îfade dike. Ol, felsefe, mîtolojî, zanist û qadên cûr be cûr ên hunerî di çarçoveyeke teng de çanda civakekê pêk tînin. Bi awayekî rewşa ruhî û zihnî ya civakekê nîşan didin. Pênaseya Çandê ya di zimanên Latînî (cultura), Kurdî (çand) de û pênaseya wê ya di zimanê Tirkî (ekin) de ku niha hewl tê dayîn bê rûniştkandin, tê wateya bikaranîn, xemilandin û mêzekirina li xakê. Yanî peywendiya mirov û xakê îfade dikin.

Rêber Apo, di paraznameya ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ de, di beşa ‘Çarçoveya Têgînî û Teorîk’ de bi van nirxandinan mijara ‘Çandê’ ronî dike: Em bi awayekî giştî dikarin çandê weke yekparebûna tevahiya manedan û avahiyên civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêkaniye bidin naskirin. Em avahiyên ku pêkhatine weke tevahiya saziyên li veguherînê vekirî ne, didin naskirin û manedanan jî dikarin weke asta naverok an jî manedanê ya bi hev re ya saziyên vediguherin ên dewlemend û cûr be cûr bidin naskirin. Em bi tesbîtekê dikarin baştir bidin naskirin. Mirov avabûnê dikare weke çarçoveya berbiçav a avahiya maddî, manewê jî weke qanûna wê ya bi fikir, bi hîs, naveroka berbiçav a çarçoveyê û ya wê dilebitîne diyar bike. Em dikarin bibêjin, em li vir nêzî têgînên Hegel ên ‘xweza’ û ‘geist’ê bûne. Nexasim mirov dikare bibêje maneya Hegel dused sal berê li van têgînan bar kiriye û naveroka danasîna wî ya van têgînan bi pêşketinên zanistî yê piştre dewlemendtir bûye. Di çarçoveyeke teng de jî têgîna çandê tê pênasekirin. Em li vir hewl didin, çandê zêdetir weke mane, qanûna avahiyê û zindîtiyê diyar bikin. Wextê em behsa civakê dikin, em di çarçoveyeke teng de çandê weke cîhana maneyê ya civakê, qanûna wê ya exlaq, hişmendî, huner û zanista wê pênase dikin. Dema ku saziyên polîtîk, ekonomîk û civakî jî bi vê çarçoveya teng re tên xistina yek, di çarçoveyeke berfireh de danasîna giştî ya çandê tê kirin. Ango li ser vî bingehî weke naverok û sazî maneya xwe hebe, mirov dikare weke hebûn behsa civakê bixwe bike. Eger bi tenê behsa civaka sazî yan jî manedayî were kirin, evê bibe nêzîkatiyeke xapînok. Civakeke taybet têra xwe gihiştibe asta sazîbûn û manedanê, dikare weke hebûn bibe xwedî nasname û bê binavkirin. Bi tenê behsa civaka manedan an jî sazîbûnê were kirin û di nava civakên bi vî rengî de fikirîna li jiyaneke mirovane, çawa di tevahiya civakên dîrokê de hatiye gotin, wê weke şaşî, ji rêderketin, bê exlaqî û kirêtî were qebûlkirin û mehkûmkirin. Piştî ku civakek ji aliyê sazîbûnê ve were belavkirin, mirov êdî nikare behsa maneya wê û çanda wê ya teng bike. Di rewşeke wisa de sazî weke taseke avê ya tijî ye. Piştî ku tas şikiya, eşkereye ku mirov nikare behsa avê bike. Eger mirov behs bike jî ew av êdî ne ji bo xwediyê tasê, ji bo erdên din an jî xwediyên qabên din herikî ye û ji bo wan bûye hêmaneke jiyanê. Encama ji destdana hişmendî, estetîk û maneya civakî bêhtir xeternake. Di rewşeke wisa de mirov dikare behsa rewşa zindiyên serê wan hatine firandin û bi tenê di cihê xwe de diperpitin bike. Civakeke cîhana xwe ya estetîk û hişmendiyê ji destdayî dişibe berateyekê ku ji rizînê re, bi awayekî hovane ji parçebûn û xwarinê re hatiye terikandin. Ango ji bo ku mirov civakekê weke çand bide naskirin, şerte ku mirov ji sedî sed wê di nava yekparebûna manedan û sazîbûnê de binirxîne. Di vê mijarê de mînaka herî berbiçav rastiya civaka Kurde ku gelekî dramatîk pêktê. Ji ber ku hem ji aliyê sazîbûnê, hem jî ji aliyê ji destdana hişmendî û manedanê ve gelekî hûrhûrî parçe bûye, mirov dikare civaka Kurd weke ‘civaka ji aliyê çandî ve hatiye qirkirin’ bide naskirin. Wekî ku ji vir jî tê fêmkirin, rehendê çandê ji bo civakan hêmaneke girînge. Em xwedî li çanda xwe derkevin, yanî em xwedî li civak û xaka xwe derkevin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar