Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Wargeha Mexmûrê wêneyê Rêber Ocalan bi seramîkan hat çêkirin

Li ser daxwaza endamên jin yên Şaredariya Wargeha Mexmûrê wêneyekê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka 4’ê Nîsanê bi seramîkan hate çêkirin.


Li ser daxwaza endamên jin yên Şaredariya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, li Parka 4’ê Nîsanê wêneyekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meznahiya 2 metre kareyan ji aliyê wênesaz Elî Bîlen ve bi seramîkan hate çêkirin.

Xelkê Wargeha Mexmûrê ji bo perde rakirina ji ser wêne Parka 4’ê Nîsanê kom bûn û deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurd dest bi merasîma rakirina perdeye li ser wêneyê Rêber Ocalan kirin. Piştî rakirina perdeye Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen li ser armanca çêkirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Bîlen di axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Me wek endamên jin yên Şaredariya Mexmûrê xwest wêneyê Rêbertî di nava vê Parka 4’ê Nîsanê de çêbikin û diyariyê Rêber Apo bikin. Em spasiya hemû hevalên ku di çêkirina wêneyê Rêber Apo de bi me re bûn alîkar dikin. Bijî Rêber Apo”

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar