Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ew nikarin me bi şehîdxistina rojnamevanan bitirsînin

Şêniyên Mexmûrê têkildarî êrişa li ser rojnamevanên azad ragihandin ku Iraq li gorî peymanan ketiye nav hevkariyekê û wiha gotin: “Em di wê hêviyê dene ku Iraq di piratîkê de bi helwesta xwe berjewendiyên herêmî biparêze. Divê êdî dewleta Iraqê îlhaqkirin û dagirkirina xaka Iraqê bibîne.”

Xûrbet Tallî



Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî têkildarî êrişa dewleta Tirk a di 23’ê Tebaxê de li Silêmanî li beramberî rojnamevanên çapemeniya azad pêkaniyî ji ajasa me re axivîn û diyarkirin ku heta jinek azad hebe wê ti carî kameraya Gulistan û Hêroyan li erdê nemîne.

‘Bûyerekî bêbext bû’

Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sariya Marînos di destpêka axaftinên xwe de êrişa dewleta Tirk a li Silêmaniyê bi tûndî şermezar kir û got: “Dijmin dixwaze bi bûyerên wisa çavê dayîk û jinan bitirsînin, lê berovajî vê bi bûyerên wisa kîn, hêrs û nefreta me hîn mezintir dibin. Ev bûyera ku li Silêmaniyê çêbûyî, bûyerekî bêbext bû. Pêkanîna bûyerên bi vî awayî, ji çavsoriya dijmin tê. Dijmin nabêje ev kameravane, nivîskare yan bê gunehe, tenê Kurd be û ji bo azadiyê kar bike bê cûdahî dike hedef. Ev bûyerên ku sê salin li Herêmên Medya û bajarên Kurdistanê têne kirin, bi xiyaneta Mala Barzanî tê pêkanîn.”

‘Di çavên Tirkiyê de cihekî bi navê Kurdistan nîne’

Marînos di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku êdî Başûrê Kurdistanê jî bûye parçeyek ji Tirkiye û wiha peyîvî: “Eger îro baregehên dewleta Tirkiye li Amêdiyê, Bamernê û Dêrelokê tên çêkirin, êdî ti ferqek ya wê ji Tirkiye nemaye. Di çavên Tirkiyê de cihekî bi navê Kurdistan nîne, tenê niha karê xwe bi Mala Barzan dide pêkanîn. Em jî dibêjin heta Kurdekî azad hebe, gerîlayên ji bo azadiya Kurdistanê û gelê bindest hebin, dijmin wê nikaribin hespê xwe bi serbestî li meydanê bajo. Divê em Kurd bizanibin eger PKK nebe, Kurdistan nîne. Dewleta Tirk ji armanca gerîlayên me ditirsin, naxwazin Kurdekî azad û navê Kurdistanê hebe. Bi bûyerên vî awayî hêrs û têkoşîna me mezintir dikin û em zêdetir nêzî azadiyê dibin.”

Dayîka Sariya Marînos bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Divê em wek gel, jin û dayîk li kesayetên wek Gulistan, Hêro û yên niha li Herêmên Parastina Medya li berxwe didin, xwedî derbikevin. Em di wê hêviyên dene ku wê bi hezaran Gulistan û Hêro kameraya wan hilgirin û têkoşîna wan berdewam bikin. Ew nikarin me bi şehîdxistina dû rojnamevanan bitirsînin. Heta jinek azad hebe wê ti carî kameraya Gulistan û Hêroyan li erdê nemîne.”

‘Endamek yê MÎT’ê ye’

Her wiha Mamosta Yusuf Kara jî di serî de rojnamvevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn bibîranî û bang li raya cîhanî kir ku xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikevin û wiha axivî: “Dijminê qirker helbet ne ji îsal ve, ji 92’an heta niha bi xayînan re li seranserî Kurdisan û Başûrê Kurdistanê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava şerek dijwar dene. Dibe ku carnan ev şer sistbûyî be yan format guherî be, lê ti carî xayîn bi taybet Mala Barzan, kiryarên xwe berdewamkirine. Ji beriya AKP’ê jî dema Mesûd Barzanî diçû Enqere, beriya ku bi rayedarên siyasî re hevdîtin pêkbanîba, bi MÎT’ê re hevdîtin pêkdanî. Ji bo vê mirov dikare bêje endamek yê MÎT’ê ye. Di roja me ya îro de dibêje kêr gihiştiye hestî, êdî li gel dijmin dijmintiyek ne asayî li beramberî gelê Kurd dike. Wek netewa Kurd pêwîste helwesta me li beramberî vî xayînî pir cidî be.”

‘Iraq li gorî peymanan ketiye nav hevkariyekê’

Mamoste Yusuf bi bîr xist ku di van demên dawiyê de li ser hemû nirxên Kurdistanê êriş heye û yek ji van jî çapemeniya azade û wiha pê de çû: “Yên êrişan ji raya giştî û cîhanî re radigihîne çapemeniye. Ji bo ku wî dengî qutbike, biçewisîne û hemû rewatiyê bide êrişên xwe, bi teknolojiya NATO êrişî Kurdistanê dike, dagirkerî û îlhaqê dike. Demekê dixwestin di Rojhilata Navîn de gûherîn û vegûherînê bidin çêkirin, gotin divê Rêber Apo ji holê rabe û bi komployek navnetewî Rêbertî ji holê rakirin. Niha jî dibêjin ji bo ku em bikaribin di Rojhilata Navîn de cirîd bavêjin, êdî wek komployek dûyem ji ber ku bêdengiya raya giştî ya cîhanî vê îspat dike ku dîsan wisan pêkbînin, ev jî pir vekirî tê dîtin. Dewleta Iraqê ya ku ewqas ketî bin bandora dewleta Tirkiye û bi dewleta Tirk re ewqas hevpeyman pêkanîn, cihê gûmanê ye. Di 2013’an heta 2015’an di xaka Iraqê de bi destê DAIŞ’ê ya bi hevkariya dewleta Tirkiye ewqas komkujî hat pêkanîn, Iraq vêya dizane. Divê êdî dewleta Iraqê îlhaq û dagirkirina xaka Iraqê bibîne. Wek xelkê wargehê jî em bang li Iraqê dikin ku nekeve şaşîtiyek wisa.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar