Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ji aliyê endamên Şaredariya Mexmûrê ve hate dewrgirtin

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 406’an de bi koma 80’yan ango ji aliyê endamên şaredariya wargehê ve bi biryardarî didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 406’an de bi koma 80’yan endamên şaredariyê ve didome.

Merasîma dewrgirtinê li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ dewrî koma 80’yan ango endamên Şaredariya wargehê hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar