Ticker

10/recent/ticker-posts

Nobetdarên Azadiyê: Çi pêwîst be em ê ji bo Rêber Apo bikin

Nobetdarên Azadiyê yên li Mexmûrê diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê rakirin, ew ê nobeta xwe bidomînin û wiha gotin: “Em deyndarê Rêber Apo ne, lewma divê em azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”

Artim Penaber / Rêber Baz



Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 20’ê Tîrmeha 2023’yan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê tê lidarxistin. Her hefteyê nobet bi dewrgirtina komeke nû berdewam dike. Têkildarî armanc û girîngiya çalakiyê endamên koma 79’an a Nobeta Azadiyê ji ANF’ê re axivîn.

‘EM Ê HETA DAWIYÊ BI ÎRADEYA RÊBERTÎ Û ŞEHÎDÊN XWE BIMEŞIN’

Dayika şehîd Dilovan Îşlek ê ku 17’ê Cotmehê li navçeya Koyê ya Hewlêrê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, Helîm Îşlek di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Heta ku tecrîd li ser Rêbertî radibe, em ê nobeta xwe bidomînin. Heqareteke mezin li Rêbertî tê kirin. Çima ev heqaret lê tê kirin? Ji ber ku li dijî neheqî û zilma li ser gel rabûye. Çi pêwîst be em ê ji bo Serokê xwe bikin. Çima cîhan li hemberî vê tecrîdê bêdeng e? Rêbertiya me tenê dixwaze gelê xwe ji bindestiyê rizgar bike. Li pêş çavê tevahî cîhanê dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne, lê belê ti kes dengê xwe li hember dernaxîne. Em mecbur in ji bo Rêberê xwe rabin ser piyan. Em ê heta dawiyê bi îradeya Rêbertî û şehîdên xwe bimeşin.

Ez vê komkujiya ku di demên dawî de li Seyîdsadiq li hemberî rojnamevanan hatî kirin, şermezar dikim. Dewleta Tirk, Barzanî û PDK bi hev re dibin yek û komkujiyan li ser rojnamevanan pêk tînin. Sala borî ez û kurê xwe em çûn Ranya ji bo ku cil û bergên dawetê ji kurê min re bînin. Dema em gihiştin Koyê, bi hevkariya MÎT û PDK’ê bi balafirê êrîşî wesayîta me hate kirin û kurê min di vê êrîşê de şehîd bû. Ma çi heqê wan li me heye ku êrîşên wiha pêk tînin. Bi taybetî jî êrîşî jinan dikin, piranî rojnamevanên jin tên hedefgirtin. Gelo ew vî mafî ku kuderê werdigirin? Hingî ku em sax bin, em ê li pey doza Serokê xwe û şehîdên xwe bimeşin.”

‘EM JI BO RÊBERTÎ JI HER CURE ÇALAKIYAN RE AMADE NE’

Çalakvan Şirîn Şirnexî jî destnîşan kir ku armanca çalakiya wan, şikandina tecrîda li Îmraliyê ye û ev tişt got: “Em wek gelê wargehê ji hemû cure çalakiyên ji bo Rêbertî bên lidarxistin re amade ne. Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li pey mîrateya ku Rêbertî ji me re hiştiye, bimeşin. Em bi biryar in ku vê tecrîdê bişikînin. Em weke gelê Kurd bi fikrên Rêbertî dijîn û em ê fikrên wî bidin jiyankirin. Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo. Dewleta Tirk çiqasê tengav dibe, çiqasê nêzî tunebûnê dibe, ewqasê tecrîda li ser Rêberê me girantir dike. Em hêvî dikin ku li her derê çalakiyên ji bo Rêbertî tên lidarxistin, hîn xurttir bibin. Divê gelê Kurd serê xwe rake û li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemîne. Çi berdêl hebe, em ê ji bo Serokê xwe bidin. Divê mafê hevdîtina Rêbertî ya bi parêzer û malbatê re pêk were. Çi dibe bila bibe em ê vê tecrîdê bişikînin.

Destpêkê ez bang li gelê Kurd dikim, li kuderê dibe bila bibe, divê nebe xulam, kole û sîxurê dijmin. Bila li pey pereyan nekevin. Bila xwedî li Rêbertî û şehîdên xwe derkevin. Ma em ê heta kengê bêdeng û bindest bin. Divê em bindestiyê qebûl nekin. Gelê Kurd divê hîn bêhtir xwe xurt bike û tifaqa xwe çêbike.

‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BIGIHÎNIN HER DERÊ’

Çalakvan Mikaîl Îsmaîl Oremarî jî ev tişt bilêv kirin: “Divê gelê Kurd ji bo Rêbertî dengê xwe bilind bike, divê dengê xwe bigihînin her derê û Rêbertî ji zindanê rizgar bikin. Rêbertî em gelê Kurd hişyar kirine, lewma em deyndarê wî ne. Divê em serokatiya xwe azad bikin û ji wê zindanê derbixin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar