Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Dixwazin bi van êrişan gel birsî bihêlin’

Hevserokê Cotkariyê yê Herêma Cizîrê, Mazlûm Şewket Hesen û Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê, Silêman Ereb diyar kirin ku bi şewata zeviyan dixwazin gelê herêmê neçarî xwe bikin û gotin: “Dewleta Tirk, dewleta Surye û gelek şaneyên veşartî yên li herêmê ku naxwazin gel aboriya xwe bidest bixe, zeviyên ce û genim didin ber agir.”

Jiyan Pîran


Wek tê zanîn Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên zeviyên xwe yên berfireh yên çandiniyê de tê naskirin û piraniya malbatên herêmê li ser çandiniya ce û genim debara jiyana xwe dikin. Lê di salên dawî de ji bo gelê herêmê neçarî ji derve bikin, di demê rakirina berhemên ce û genim de êrişek ya şewitandina zeviyên cotkaran tê pêkanîn. Têkildarî mijarê Hevserokê Cotkariyê yê Herêma Cizîrê Mazlûm Şewket Hesen û Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb ji rojnameya me re axivî.

‘Pêşroja herêmê dixe metirsiyê’


Hevserokê Cotkariyê yê Herêma Cizîrê Mazlûm Şewket Hesen di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku dewleta Tirk û şanyên veşartî yê li herêmê dixwazin bi şewitandina zeviyên cotkaran ziyanê bide gelên herêmê û wiha got: “Şewata zeviyên ce û genim ziyanek mezin dide gelê herêmê. Ev agirên di zeviyan de derdikevin, pêşeroja aboriya herêmê dixe metirsiyê. Ji aliyê aborî zêdetir ked û xebata kesên cotkar di avê de diçe û wan neçarî bêderfetiyê dike. Dewleta Tirk, dewleta Surye û gelek şaneyên veşartî yên li herêmê ku naxwazin gelê herêmê aboriya xwe bidest bixin, zeviyên ce û genim didin ber agir. Di gelek bûyerên şewata zeviyan de nayê zanîn ku sedemê derketina agir çiye. Ji ber ku li cihên agir pêktên, tiştekî ku bibe sedema şewatê nehatine dîtin. Ji bo pêşî li şewata zeviyan bê girtin û di demek zû de bên vemirandin, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve komîteyek ya rewşên awarte hatiye saz kirin.”

Mazlûm Şewket Hesen di dawiya gotinên xwe de rêjeya ziyana zeviyan diyar kir û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Li Herêma Cîzîrê di vê salê de, li 788 donimê zeviyan genimê avî hatibû çandin. Ji vî genimî di demên dawî de 115 donim şewîtiye. Nivê wê zêdetir jî piştî genim hatî rakirin, agir bi pûşê heyî ketiye. Dewletên dagirker û hêzên ku dixwazin gelê herêmê neçarî ji derve bikin, bi zanebûn van êrişan pêktînin. Dixwazin bi van êrişan gel birsî bihêlin û wan tengaz bikin.”

‘Ziyanek mezin digihîne hemwelatiyan’


Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê, Silêman Ereb jî destnîşan kir ku Rêvberên Herêma Cîzîrê ji bo rewşên awarte û pirsgirêkên şewatên zeviyan bê çareserkirin, komîteyek hatiye avakirin û wiha anî ziman: “Ji bo parastina zeviyên ku niha di herêmê de gihiştine, komîteyek li ser asta Kantona Cizîrê ji bo rewşa awarte hatiye avakirin. Piraniya endamên saziyên Rêveberiya Xweser di nav vê komîteyê de cihê xwe digirin. Hêzên serek yên ku parastina zeviyan dikin, Hêzên Parastina Civakî ne. Di demên dawî de li Herêma Cizîrê ji sedê zêdetir bûyerên şewata zeviyan pêkhatine. Ev yek jî ziyanek mezin digihîne hemwelatiyên herêmê. Qasî ji destê me hatiye me zû destwerdana şewatê kiriye û agir vemirandiye. Li seranserî herêmê wek şaredarî me li 42 xalan agirkuj bi cih kirine û reqema xwe gihandina ajokarên wan agirkujan bi gel re parve kiriye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar