Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê ji aliyê rojnamevanan ve hate dewirgirtin

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 320’an de dewrî koma 63’an hate kirin.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, nêzî saleke didome. Çalakiya xelkê Mexmûrê di roja 320’an de ji aliyê koma 63’an ve hate dewrgirtin.

Çalakî ji aliyê rojnamevanên Mexmûrê ve hate dewirgirtin û beriya dewirgirtinê li ser navê koma 62’an Mamosta Huseyîn Kara axivî.

Huseyîn Kara di destpêka axaftinên xwe de cezayê darvekirinê yê ku dewleta Îranê li gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) ku di 23’yê Hezîrana 2019’an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di encama şerê bi Muhafizên Şoreşê ya Îranê re derketî de hate dîlgirtin, bi tûndî şermezar kir û got: “Em vê biryara Îranê bi tûndî şermezar dikin û qebul nakin. Ji her aliyan ve Kurd tên qetilkirin. Divê cazayê darvekirina gerîlayê HPG’ê bê betalkirin û gelê Kurd rabe ser xwe.

Di van demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dijwar kirine û her roj komkujiyan pêktînin. Naxwazin gelê me li Rojava hilbijartinek demokratîk pêkbînin. Em van êrişan bi tûndî şermezar dikin. Komkujiya ku li Filistînê pêktê, li Rojava jî dewleta Tirk pêktîne.”

Her wiha Mamosta Huseyîn Kara tevahî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan têne lidarxistin silav kir û wiha domand: “Ev demek dirêje gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê ji bo azadiya Rêber Apo li ser linganin. Em tevahî çalakiyên heyî û bi taybet jî çalakiyên girtiyan bi dil û can silav dikin. Çalakiyên heyî pîrozin. Divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin. Em wek çalakvanên Mexmûrê bang li gelê Kurd û bi taybet jî gelê demokrat dikin, ji bo jiyanek azad û cîhanek wekhev, li dijî tecrîdê rabin.”

Piştî axaftinê çalakiya nobetê dewrî koma 63’yan ango rojnamevanên Mexmûrê hat kirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar