Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Başûr di bin dagirkeriyek dijwar de ye’

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li dewleta Iraqê kirin ku li hemberî dagikeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest û wiha gotin: “Dewleta Tirk heta Beşîqa hatiye û bi sedan baregehên xwe yên leşkerî avakiriye. Pêwîste dewleta Iraqê pêşî li vê dagirkeriya dewleta Tirk bigire.”

Jiyan Pîran




Dewleta Tirk ya dagirker bi artêş, hevkarên xwe û xiyanetkaran ve dest bi dagirkeriyek berfireh ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Rûxmê van hemûyan jî dewleta Tirk kêlî bi kêlî bi binketinên mezin re rû bi rû dimîne. Ji bo vê binketina xwe derbaz bike, bi hevdîtinên xwe yên li gel dewleta Iraqê, dixwaze Iraqê jî bixe nava vê dagirkeriyê. Têkildarî vê mijarê Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û gotin divê dewleta Iraqê neyê lîstokên dewleta Tirk.

‘Winda û qetil dikin’

Asya Germikî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Başûrê Kurdistan û hevkarya PDK’ê ya bi dagirkeran re û wiha got: “Bi hevakariya Mesûd Barzanî dewleta Tirk êriş li ser me û axa Iraqê pêktîne. Şermek mezine ji wan re bi navê Kurdîniyê pêşkêşî ji dijmin re dikin. PDK bi navê Pasewanên Sînor, berpirsên xwe dişîne pêşiya dewleta Tirk û rê ji wan re vedikin. Ji 91-92 an heta niha vê fermanê bi serê gelê Kurd tînin û ti carî jî bi ser neketine. Kesên rewşenbîr û welatparêz yên ku ji bo doza mafdar ya gelê Kurd têkoşînê dikin, winda û qetil dikin”

‘Gundên Başûrê Kurdistanê hemû xirabkirin’

Asya Germikî di dewama gotinên xwe de bang li Hikûmeta Iraqê kir ku li hemberî dagirkeriyê axa xwe bi parêze û wiha pêde çû: “Ji ber ku axa Hikûmeta Herêmê di bin serweriya dewleta Iraqê de ye, hêz û mafê dewleta Iraqê heye ku nehêle yek firokeyên dewleta Tirk û MÎT’ên dewleta Tirk derbazî nava axa Iraqê bibe. Êdî gelê Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên heyî nikarin bikevin gundên xwe, her roj gundên wan tên bombebaran kirin. Gundên Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKK’ê hemû xirabkirin, PKK ne di gundan de ne. Agir bi axa Kurdistan û axa Iraqê dixe. Ti dewletek nikare bê destûr êrişî axa dewletek din bike. Çawan dewleta Iraqê destûrê dide ku dewletek din bê axa wan dagirbike û dewlemendiyên axa wan ji bo berjewendiyên dewleta xwe bikar bîne? Dewleta Tirk heta Beşîqa hatiye û bi sedan baregehên xwe yên leşkerî avakiriye. Pêwîste dewleta Iraqê pêşî li vê dagirkeriya dewleta Tirk bigire.”

 ‘Pêşî li vê dagikeriya dewleta Tirk bigire’

Sofî Nêrwehî jî di despêka axaftinên xwe de berxwedana girtiyên azadiyê û berxwedana Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: “Wek tê zanîn ev 5 salin dagirkeriyek dijwar li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn. Ev dagirkerî bandoriyek mezin li ser jiyana gelê Başûrê Kurdistanê û tevahî gelê Kurd dike. Pêwîste di vê pêvajoyê de dewleta Iraqê û gelê Başûrê Kurdistanê bi erka xwe rabe û pêşî li vê dagikeriya dewleta Tirk bigire. Ji ber ku têkoşîna tê kirin ne ji bo Kurdê Başûr yan jî ji bo yê Bakur tê kirin, ev têkoşîn ji bo hemû gelê Kurd û parastina mafên rewa yên gelê Kurd tê meşandin. Divê em hemû bi hev re yekîtiyê çêbikin û pêşî li dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bigirin. Ji ber ku dijminê me ne yê rojekê yan yê du roj yan jî yê salakê ye, yê sed salane, Kurdan bixwe zaniye heta niha ew dijmintiya me dikin.”

‘Divê dewleta Iraqê hebûna xwe bi parêze’

Sofî Nêrwehî diyar kir ku dijmin ji bo Kurdan hertim dagirkirin û qetilkirin rewa dîtiye û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Gelê Başûr xwedî şehîd û kede, pêwîste gelê Başûr nirxên xwe bi parêze. Mele Mistefa Barzanî dibêje. ‘Divê gelê Kurd cerdevantî ji dijmin re neke cerdevantî îxanete’ di şoreşa Başûrê Kurdistanê de jî kesên li gel dijmin kar dikirin xiyanetkar bû. Di roja îro de jî li Başûrê Kurdistanê di kesayeta mala Barzanî de cerdevantî gelek pêşketiye pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê pêşî li vê yekê bigire. Em bang li dewleta Iraqê jî dikin ku xwedî li axa xwe û hebûna xwe derbikeve. Ji ber ku Iraqê di bin dagikeriya dewleta Tirk de dimîne.  Her Kurdê ku xwe bi Kurd nav dike bila şanazî bi PKK’ê bike ku ev 5 salin li hemberî dewletekî wek ya Tirkiye kimyasal, hemû qirêjiyan û xiyanetê têkoşîn dikin. PKK gele, gel jî li vire.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar