Ticker

10/recent/ticker-posts

ÇARESERÎ OCALANE

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê bi tûndî şermezarkirin û ev bang kirin: “Banga me ji bo tevahî gelê Kurd yê ku dibêjin em azadîxwazin bi taybet ji bo dayîkan ewe ku dakevin qadan, wek gelê Kurd hebûn û tinebûna me ev îsal e.”

Xurbet Tallî

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî meşandin ji rojnama me re axivîn û ev bang kirin: “Banga me ji bo tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz û cîhanê bi taybet jinan ewe ku destê xwe bidin hev û li himberî vê komployê bibin yek.”

‘Em ji rewşa tendûristiya Rêber Apo bi gumanin’

Dayîka Zeyneb Hilalî di despêka axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn Rêbertiya me bi komployek navnetewî hatiye dîlgirtin û di zindana Îmralayê de tê ragirtin. Ev 24 salin Rêber Apo di bin şert û mercên herî zor û zehemet de, bi tecrîdekî dijwar re rû bi rû ye. Bi girtina Rêbertî re dinya hemû ker, kor û lal bûye. Çawa ku her civakek, netewek û dewletekê Serokek û pêşengek yê xwe heye, rêber û pêşengê gelê Kurd jî Rêber Apo ye. Gelo ma kes pirs nake ev kesê ku bi milyonan mirov pêve girêdayî kiye? Çima mafê her civakekê, her gelekê heye li welatê xwe li ser axa xwe bi awayek azad jiyan bike, çima mafê gelê Kurd nîne? Gelê Kurd jî weke her gelekî yê cîhanê mafê wî heye bi awayek azad jiyan bike. Yê ku ji bo bidestxistina vî mafî têkoşîn kirî, Rêber Apo ye, ne tenê ji bo mafê gelê Kurd, ji bo mafê tevahî gelên bindest têkoşînê dide meşandin. Dewletên desthilatdar ji vê tekoşîna Rêber Apo ditirsin, ji ber wê girtine. Dewletên wek dewleta Tirkiyê ji bo destihilata wan ji dest neçe ev du salin tecrîdek girankirî danîne li ser Rêbertiya me, ji ber wê em bi ti awayî ji Rêbertiya xwe agahî nagirin. Em ji rewşa tendûristiya Rêber Apo bi gumanin.”

Dayîka Zeyneb di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xayînên di nava Kurdan de bûn sedem ku Rêber Apo bê dîlgirtin û wiha peyîvî: “Em ji bo Serokatiya xwe çi bikin jî em ne poşmanin, heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê li pey Rêbertiya xwe, şehîd û şervanên xwe bin û em li himberî dijmin ti carî serî natewînin. Çareserkirina hemû pirsgirêkan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em bang li tevahî dayîkên cîhanê dikin ku destê xwe bidin destê dayîkên Kurd êdî xew ji me re nîne, divê em li himberî vî dijminê hov bibin yek.”

‘Wek gelê Kurd hebûn û tinebûna me ev îsal e’

Dayîka Mehbûb Salih jî hêrsa xwe ya li himberî Komploya 15’ê Sibatê wiha anî ziman: “Wek gelê Kurd dîlgirtina Rêber Apo ji bo me gelek giranbû, hemû zorî û zehmetiyên ku me weke gelê wargehê di penabertiyê de kişandî da aliyekê. Yanî dema mirov bîne berhev ev êş û zehmetiyên me dîtî, li ber girtina Rêbertî ne bû tiştek. Ez vê komploya ku li ser Rêbertî tê meşandin şermezar dikim. Em ti carî dest ji têkoşîna xwe bernadin, heta ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad nekin emê li ser piyan bin. Rêbertiya me ne ji bo berjewendiyên xwe yên kesî ev qas têkoşîn dike, ji bo ku gelê Kurd û gelên bindest bigihijin maf û azadiya xwe ev qas ked û xebat dike. Eger Serokê me jî wek serokên dewletanbûya, dê jiyanek wek ya wan hilbijartibûya û dê ne di binê behrê de bû ya. Ji ber vê yekê dewletên dinyayê ji fikir û felsefeya Rêbertiya me ditirsin, ji ber ku ev fikra Serokatî li dijî sîstem û desthilatdariya wanbû ji bo wê hemû dewlet bûn yek û komployek bi vî awayî pêkanîn û Rêbertiya me dîlgirtin. Serokatiya me her tim maf û heqê mirvahî xwestiye.”

Dayîka Mehbûb di axaftina xwe de balkişand li ser êrişên li himberî gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dewleta Tirk bi pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêber Apo re dixwazin dengê Rêbertî ji gelê Kurd qut bike û bi êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dixwazin gelê Kurd bi komkujî û tinebûnê re derbaz bikin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd yê ku dibêjin em azadîxwazin bi taybet ji bo dayîkan ewe ku bi hevre dakevin qadan, wek gelê Kurd hebûn û tinebûna me ev îsal e.

Yorum Gönder

0 Yorumlar