Îxanet! peyveke ku koka wê ji zimanê Erebî hatiye. Di dîroka mirovahiyê de taybet bi pêşketina şerên di navbera mirovan de îxanet jî derketiye pêş.
Yek ji îxanetên herî bi nav û deng
ku di dîrokê de belavbûyî îxaneta ku ji aliyê Judas Iscariot’ve hatiye
pêkanîne. Judas Iscariot yek ji wan 12 kesên ku alîkarê Hz.Îsa bû. Judas
Iscariot li beramberî 30 pereyên zîv, pîştî
mîladê di navbera salên P.M 30-33’an de îxanetê li Hz.Îsa dike û li romayê wi
dibin li ber çermixê.
Ji wê demê heta vê serdema ku em
têde jiyan dikin îxanet her ku çûye bêhtir belavbûye û Judas Iscariot’ên vê
serdemê jî gelek zêde bûne.Weke hemû gelên din gelê Kurd jî gelek caran rastî
van îxanetan hatiye. Dema em li dîroka gelê Kurd dinêrin piranî serhildanên ku
pêkhatine dîsa bi destê xiyanetkaran ev serhildan hatine rûxandin. Di van demên
dawî de jî îxanet li her derê bela dibe.
Dijmin çiqas bi zext û zordarî, çiqas
bi hovane êriş bike mirov wate dide van êrişan û dikare pêşî li van êrişan
bigre. Lê dema ev êriş bi alîkariya îxanetkaran werin pêkanîn pêşî li girtina
van êrişan qat bi qat zehmetir dibe.
Dewleta faşîst û qirker a Turkiye
ku bi hemû hêza xwe, li ser gelê Kurd de tê, heta niha negihiştiye armancekê. Lê
îro bi saya çend xwe firoşan, bi destê çend îxanetkaran her roj êrişeke li ser
me pêktîne. Gerîlayên ku ewqas hêja, ewqas birûmet ku emrê xwe, canê xwe ji
bo azadiya vî gelî dayî, îro dîsa bi
destê ferdek yê vî gelî tên Şehîd xistin.
Rastî jî yek ji tiştê herî bi êş pêwîste
ev be. Kesê ku îxanetê li gelê xwe dike pêwiste ji wî kesî re mirov jî neyê
gotin. Ji ber ku yek ji tişta herî xirab ku neyê ji bîrkin û neyê efûkirin
îxanete.
Xayîn, heta ji hêla yên ji bo wan
dixebitin jî her tim bi çavên heqaretê tên dîtin. Dema ku efserekî Awisturyayî
tê cem Napoleon da berdêla agahiyên ji bo serkeftina di şerê wî li dijî
Awisturyayê de dane wan bistîne, Napoleon silavê nade wî û zêran li erdê dixe.
Efserê Awisturyayî dibêje: “Ez dixwazim bi dest silavê bidim împerator”, lê
Napoleon wiha bersiva wî dide: “Ev zêr ji bo yên mîna te ne. Lê destê min
nakevin destê kesê xiyanetê li welatê xwe bike.”
Di dîrokê de Kralê Meddan kurê
Kyaksares, Astyages bi îxaneta Harpagos tê kuştin. Salane bi dehan welatparêz û
şoreşgerên Kurd bi komplogeriyên ku bi destê MÎT û hevkariya PDK’ê pêk tên, tên
hedef girtin. Lê xuyaye ku kesên îxanetê dikin û kesên îxanetê pêş dixin ji
dîrokê ders dernexistine. Nizanin ku her tim îxanet têk çûye û berxwedan bi ser
ketiye. Ji ber ku Kurd ji dîrokê ders derdixin û li siberojê dinêrin her ku
diçe xurt dibin, mezin dibin û ditirsînin. Îxanetkarên ku ji tirsan miletê xwe
dikuje, dê herî dawî xwe jî bikuje. Di dîrokê de tu carî îxanet bi ser
neketiye. Dê dîsa bi ser nekeve. Lê divê êdî gelê Kurd jî li dijî vê îxanetê
parastinê xurt bikin û destûrê nedin îxanetkar di nava wan de belav bibe.
Dîsa ji aliyê ciwanan ve li hemberî
bê edaletî, neheqî û bê axlaqî helwestek
dernakeve, pewîste vê rewşê tenê bi rastiya Kurdistanê neyê dest girtin. Di
hemû beşên jiyanê de îro ciwan bi ezezîtî, cinsiyetcitî û faşîzmê re rû bi rû
dimînin. Lê hemberî wê helwest tune yê.
Eger îro pîvanên civakbûyînê li Ewropa û Metropolên Tirkiyê ber bi tunebûyîne
ve diçin, teqez ev bingehê xwe ji wê pasifbûyîn û bê helwestbûna ciwanan digre.
Ev teqez nikare were înkarkirin. Ciwanên ku hemberî pirsgirekên civakê xwe
berpirsiyar dibinin û tekoşîn dimeşînin, hemberî nasnameya xwe ya ciwantî îxanet
nakin. Lê kesên ku vî rol û mîsyonê nagrin ser xwe li hemberî civakê di xetek îxanetê
de ne. Rêber Apo ser vî esasî baldikşîne ser vê xetê Pasifizm teslîmyete, teslîmiyet
ji dibe îxanet.
Pêwîste li ser vî esasî neyê ji bîrkirin
ku her ciwanek bi hemû awayî hemberî vê sîstema ku dijî mirovatiyê bi tûndî
helwestek raber bike û hilweşandina vê pergalê ji xwe re armanc bike. Taybet bi
redkirina sîstema kapîtalîst gavên sereke pewîste werin avêtin.
Baran Mawa
0 Yorumlar