Dema ku jinan li Rojavayê Kurdistanê dest bi şoreşa xwe kirin, her cûre êriş dabûn ber çavên xwe. Piştî 11 saliya Şoreşa Jinê ya ku bi keda gulîmor û kezîzeran gihişt vê rojê, êrişên qirkirinê dijwartir bûye. Jinan û taybet jina Kurd dikaribû Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê enternasyonalîstî bike û ev yek xwe di şehadeta Îvana Hoffman a Efrîqî, Hêlîna Birîtanî û Lêgerîna Erjentînî de da der. Yekem car e li parçeyekî biçûk an jî kozîkeke biçûk di cîhanê de şoreşeke wiha enternasyonalîstî mezin tê afirandin û yekem car e ku bi vê şoreşê li ser asta cîhanê dostên Kurdan ji gelek ol, mezheb, netew û nijadan çêdibe. Ya ku nehiştiye Şoreşa Rojava wekî şoreşên Kurdan yên din têk biçe ewe ku gelek netew, ol û mezheban ji bo yek armancê têdikoşin û di oxira bidestxistina azadiyê de canê xwe feda dikin.
Jin rolekî
sereke di şoreşê de nelîstiba, ne pêkan bû ku îro ev şoreş bidomaba û ewqas
cûreyên êrişan pêk werin. Mirov dikare ji dijwariya êrişên li ser herêmên Bakur
û Rojhilatê Sûriyê vê fêm bike û têbigihije wê rastiyê ku ev êriş nasnameya
jinan û şoreşa wan hedef digre. Şoreşa serdemî ya jinan wê karibe guhertinan di
Rojhilata Navîn û cîhanê de bi xwe re çêbike. Ji êrişên ku li ser gelan niha
çêdibin, hewl didin ku nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin lê hewl tê
dayîn ku di vê nexşereyê de jinên têkoşer hebin û nebin jî divê ku bêdeng û bê
rol bin, wekî robotan bin.
Di wextekî
ku jinan ji qedera li ser wê hatiye ferzkirin de got `Na` û xwest bi zanista
jina azad nexşerêya xwe li ser axa Mezopotamiya xêz bike. Hêzên hegemon çavên
ku ji hemû sûc û binpêkirinên li dijî Gelê Kurd re digrin vekirin û gotin em ê
têkoşîna jinan qebûl nekin. Lê qebûl bikin qebûl nekin jî jinên ku şoreş pêk
anîne wê rêya vegerê nepejirînin û ji niha zêdetir hevgirtî tevbigerin ku ji
jinan re bibin sîwaneke azadiyê.
Ji lewra tu
bikî nekî êrişên çêdibin bandorê li jiyana jinan dikin, lê jin li gorî
pêvajoyên şer û êrişan awayê jiyana xwe diguherin. Rastiyeke wiha li Bakur û
Rojhilatê Sûriyê xwe dide der ku jin nebûna ne gengaz bû ku kesek bikaribe li
ber êrişan xwe ragire û pêlên koçberiyê çênebûna. Dayîk a ku hiştiye her kes bi
vê axê ve were girêdan û li dijî êrişan bi hewlst û bertek bin. Jin rolekî
dîrokî dilîze, xebatên jinan bandor nekiribana wê ewqas êriş û pilanên qirêj
nehatibana çêkirin.
Bertekên
jinan yên li hember dagirkeriya Tirk û êrişên wan yên li dijî Bakur û Rojhilatê
Sûriyê ne têrker in, li dijî êrişeke wiha giran ku asta qirkirinê jî derbas
dike, pêwîste hemû jin li hemû parçeyên cîhanê vê êrişê li ser nasnameya xwe jî
bibînin û bi vî awayî li her derê têbikoşin. Hêza jinan heye û dikarin vê
xebatê bikin ku her jinek li kûdera Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hebe
binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi
jinên welatê xwe re ragihînin û wan agahdar bikin, bi vî awayî wê hemû jin bi
bertek bibin û wê jin bibin hêza çareseriya hemû pirsgirêkan. Gotinek civakî
heye dibêje; mezin nebe biçûk nabe, êrişên dewleta Tirk li her derê belav nebe
û her kes jê agahdar nebe jî wê ev pirsgirêk neyê çareserkirin û jin her rû bi
rûyê êrişan bimînin.
Wê Şoreşa
Jin Jiyan Azadî biherike û li cihekî nesekine, wê ev şoreş wekî lehî û tofanekê
be ji bo zilmkaran û xwediyê hişmendiya tundrew û hişmendiya mêr-dewletê. Divê
xebatên jinan durûtiya cîhanê bi Gelê Kurd re eşkere bike ku dema Erdogan
êrişên li ser Xezayê wekî sûcên li dijî mirovahiyê binav dike û ew bi xwe li
dijî Gelê Kurd, destkeftiyên wê û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan
pêk tîne û rewa dibîne. Wê jin durûtiya NATO, NY, Komkara Erebî û hemû hêzên ku
silogana wan aştî, ewlehî, aramî û demokrasiyê eşkere bike û wê perdeya ku xwe
li pişt wê vedişêrin biçirînin.
Ji derveyî
jinên ku barê çareseriyê di vê serdemê de hilgirtine, wê kes nikaribe erkekî
wiha girîng bilîze û di serî de jinên Kurd wê çarenûsa gelek dozan biguherin.
Sorgul Şêxo
0 Yorumlar