Ticker

10/recent/ticker-posts

Unver: PDK û dewleta Tirk li Çiyayê Qereçox hevkariya DAIŞ'ê dikin

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver, di derbarê vekişîna hêzên gerîla ya ji Mexmûrê û aloziya di navbera PDK’ê û artêşa Iraqê de rû dayî got: “PDK û dewleta Tirk li pişt çiyayê Qereçox hevkariya DAIŞ’ê dikin. Ev ji bo gelê wargehê xeteriyek mezine. Ji ber ku li ser daxwaza dewleta Tirk, PDK dixwaze çiyayê Qereçox kontirol bike. Hatina PDK’ê, hatina dewleta Tirke, gelê wargehê vê yekê baş dizane û xwedî helwestek diyare. Ger PDK bê navsera Qereçoxê metirsiyek mezin li ser gelê wargehê heye.”

Jiyan Pîran

Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de êrişî Mûsilê kirin di heman rojê de Mûsil dagirkirin. Piştî dagirkirina Mûsilê, 3’yê Tebaxê berê xwe da Şengalê û li wir li ser civaka Êzîdî ya ku di kûrahiya dîrokê de rastî komkujiyan hatî, carek din bû qurbanî berjeweniyên xêrnexazên herêmê. Bi hezaran xelkê Şengalê qetilkirin û bi hezaran jin hatin revandin û di bazarên dewletên Ereban de hatin fîrotin. Piştî Şengalê di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi heman armancê berê xwe dan Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û êrişek berfireh dan destpêkirin. Di kêliyên êrişê de hêzên PDK’ê xwe ji herêmê vekişandin û gelê Mexmûrê mîna yê Şengalê rû bi rû yê komkujiyê hêlan.

Di wê pêvajoyê de Hêzên Parastina Gel HPG û YJA Star bi hewara gelê Şengal û Mexmûrê ve hat û gelê Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê yên ji komkujiyê rizgar bûyîn parastin.

Li Mexmûrê DAIŞ şikest

Di 7’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê ketin Mexmûrê lê tişta ku armanc dikirin bi dest nexistin. Ji ber ku Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya wargehê bi alîkariya gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA Star’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li berxwedan. Di roja duyemîn ya berxwedaniyê de Rojnamevan Denîz Firat dema ku kêliyên berxwedanê dişopand, gihişt şahdetê. Di roja sêyemîn a berxwedaniyê de Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Hêjayî gotinêye ku cihê destpêkê çeteyên DAIŞ lê hatin şikanin, Wargeha Penaberan a Mexmûrê bû. Her wiha navçeya Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê jî hat rizgarkirin. Di encama berxwedana ku piştî demekê pêşmerge jî tevlî bûn de, metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû.

Ji bo paqijkirina gundên Navçeya Mexmûrê ya ji çeteyên DAIŞ’ê di 12’yê Îlona 2014’an de gerîlayên HPG û YJA-Star’ê û Hêzên Parastina Cewherî ya wargehê pêngavek dan destpê kirin. Di wê pêngavê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha 3 gerîlayên HPG û YJA Star’ê yên bi navê Siyabend Zap, Avesta Harûn Firat û Diyar Şerewî gihiştîn şahadetê.

Gelek caran xwestin bikevin wargehê

Piştî van êrişan jî gelek caran DAIŞ’ê xwestin bi awayek veşartî bikevin wargehê daku komkujiyê li ser gelê Mexmûrê pêkbîne. Di sala 2016’an de careke din çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî veşartî derbasî Wargehê bûn, di wê êrişê de gêrîlaya YJA-STAR’ê Denîz Binevş û welatiyê bi navê Rûşev şehîd bûn. Di heman demê de çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin û yê din jî xwe teqand. Di 2’yê Sibata 2020’an de careke din çeteyên DAIŞ’ê êrişê Wargehê kirin, di wê êrişê de 3 şivanên Wargehê birîndar bûn û gerîlayekî HPG’ê yê bi navê Bêkes Ûrmiye şehîd bû, di heman êrişê de 2 çeteyên DAIŞ’ê jî hatibûn kuştin.

Ji wê demê ve gerîlayên HPG’ê-YJA Starê li navsera çiyayê Qerçox bicih bibûn û mîna mertalan di her kêliyê de parastina gelê Wargehê dikirin. Li gorî ku gelê wargehê dibêjin ev hêza gerîla ti caran ne jiyanî ne jî siyasî berşdarî nava kar û barên navxweyî yên wargehê nebûne û wan ew li hemberî êrişên li ser wargehê parastine.

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyanekê da diyar kirin ku hemû hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine. Piştî vê daxuyaniyê Hêzên ser bi Iraqê yên firqeya 14’an li xalên ku hatibûn vala kirin bicih bûn.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver têkildarî guhertin û veguherînên di rojên dawî de li wargehê pêk hatî ji ajansa me re axivî.

‘Hikûmeta Herêmî jî hevkariya van êrişan dikirin’

Bêwar Unver di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser guhertinên herî dawî yên di wargeha Penaberan a Mexmûrê de pêkahatî û wiha got: “Hatina Hêzên Parastina Gel ji bo gelê wargehê rewşekî jiyanî bû. Wê demê hemû hêzên herêmê li hemberî DAIŞ’ê şikestin û herêm ji hêzên leşkerî hat vala kirin. Di wan kêliyan de hatina gerîlayan ya Kerkûk, Mexmûr û Şengalê hêviyek mezin da avakirin. Hêzên Parastina Gel li herêmê berxwedaniyek bê hempa dan û cara destpêkê hêzên DAIŞ’ê li vê herêmê hatin şikandin. Ev dîrok ji bo gelê Kurd mîna pelên zêrîne. Piştî 9 salan Hêzên Parastina Gel biryara vekişandinê dan. Ji salên 2017’an û şûn ve gelek êrişên dewleta Tirkan li ser wargehê pêkhatine. Bi hinceta ku leşker di nava we de ne, NY û hikûmeta Navendî ya Iraqê çavê xwe li van êrişan digirtin. Hikûmeta Herêmî jî hevkariya van êrişan dikirin. Em hemû jî baş dizanin sedemê van êrişan ne HPG ye. Sedem pargala di nava wargehê de hatî rûnişkandine. Ev 30 sale gelê wargehê kariye hem hindir hem ji derve xwe bi parêze. Xeteriya DAIŞ’ê ya li herêmê hatiye berteraf kirin. Gelê wargehê jî ev biryar bi erênî nirxand û dan diyar kirin ku kengê pêwîstiya wan bi parastinê hebe wê gerîlayên azadiya Kurdistanê wan tenê nehêle.”

‘Divê ev rastî baş were zanîn’

Bêwar di berdewamiya axaftinê xwe de îşaret bi aloziyên ku ev du rojin li herêmê di navabera hêzên Iraqî û PDK’ê de rûdidin kir û wiha pêde çû: “Wargeha Penaberan a Mexmûrê wek erdnîgarî û parastin girêdayî îdariya Bajarê Mûsilê ye. Mûsl jî wek îdarî girêdayî Bexdayê ye. Em di aliyê nasname û statûya penaberên siyasî de girêdayî ‘Lijneya dayîmî ne.’ Li gorî qanûnên Iraqê jî hemû penaberên li ser axa Iraqê girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ne. Di aliyê parastinê de jî berpirsyatiyên wargehê dikeve ser milê Iraqê. Çûyîna wan ya ser çiyayê Qerçox biryara artêşa Iraqê ye. Ev yek ne li ser daxwaza me pêkahatiye. Tenê me ji bo wan ragihandiye HPG herêm berdaye. PDK partiyek ne xwedî hêze yan jî artêşeke. Ji wê zêdetir di dîroka vê wargehê de PDK cihek reş bi xwe girtiye. Hebûna wargehê ya li Mexmûrê jî PDK bûye sedem. Ji ber ku bi dewleta Tirk re bû yek û em ji axa xwe derxistin. Divê ev rastî baş were zanîn. Ji 2019’an heta niha PDK rê ne daye gelê wargehê bi ti awayî derbazî bajarê Hewlêrê bibe, dijminatiyek mezin ya PDK’ê li hemberî gelê wargehê heye. PDK û dewleta Tirk li pişt çiyayê Qereçox hevkariya DAIŞ’ê dikin. Ev ji bo gelê wargehê xeteriyek mezine. Ji ber ku li ser daxwaza dewleta Tirk, PDK dixwaze çiyayê Qereçox kontirol bike. Hatina PDK’ê, hatina dewleta Tirke, gelê wargehê vê yekê baş dizane û xwedî helwestek diyare. Ger PDK bê navsera Qereçoxê metirsiyek mezin li ser gelê wargehê heye.”

Bêwar Unver di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku gelê wargehê bi hemû awayî li hemberî hemû êrişan pergal û destkeftiyên xwe parastiye û wê biparêze jî û wiha got: “Em wek gelê wargehê xwedî pergalek ya rêxistinkirîne ku ve pergal jî pergalek ya rêxistina sivîle. Bi salane em li wargehê jiyan dikin heta niha jî ti pirsgirkên me li gel gelê herêmê çênebûye. Lê gelê wargehê ji gelê herêmê gelek cûdatire, ji ber ku êrişek berfireh ya dewleta Tirk li ser wargehê heye. Emê wek gelê wargehê bi hêza xwe li gel hêza ku me bi parêze di nava diyalogê de bin.”



Yorum Gönder

0 Yorumlar