Ticker

10/recent/ticker-posts

Rojnamevan û pêşengê Romana Kurdî: Mehmed Uzun


Li ser koça dawî ya wêjevan, rojnamevan û nivîskarê Kurd Mehmed Uzun re 16 sal derbaz dibin. Mehmed Uzun bi rêya wêjeyê rastî, êş û destkeftiyên gelê xwe bi pênûsa xwe hunand û heta roja me ya îro anî. Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest li pey xwe hêla û îro weke pêşengê Romana Kurdî ya modern tê pejirandin.

Wêje weke hunerek ya têgihandina hest, hizir û xeyalên mirovan bi awayekê xweşik û bi bandor anîna zimane. Civakek bê wêje nabe û her civak bi wêjeya xwe tê naskirin. Gelê Kurd wêjeyê ji demên kevin heta îro, ji bo berdewamkirina çand û nasnameya xwe bikaranîne. Gelek wêjevan, nivîskar, hunermend û rojnamevanên Kurd ên pêşeng bi rêya wêjeyê rastî, êş û destkeftiyên gelê xwe bi pênûsa xwe hunandine û heta roja me ya îro anîne.

Yek ji wan pêşengan jî wêjevan, rojnamevan û nivîskar Mehmed Uzun e. Mehmed Uzun di sala 1953’an de li Sêwereka girêdayî bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye. Zarokatiya xwe li wir derbazkiriye. Weke her zarokekê çanda pêşî ji malbata xwe, çand û folklora zarokatiyê jî ji zarokên taxê hîn dibe û bi wan re dileyîze. Dibistana Seretayî, Navîn û Amadeyî li Sîwerekê diqedîne.

Di wan dema de weke gelek bajarên Kurdistanê li Sîwerekê jî tevgera welatparêzî û şoreşgerî hebû. Piraniya xortên Sîwerekê li gel Mehmed Uzun di nav tevgerê de cih digirin.

Wêjevanê Kurd Mehmed Uzun piştî qedandina amadeyî ji bo xwendina bilind, derbazî bajarê Enqereyê dibe û qeyda xwe li dibistana Mamostayan ya Teknîka Bilind çêdike û dest bi xwendinê dike. Ji ber nivîs û ramanên xwe yên bi Kurdî, piştî Cuntaya Leşkerî di sala 1972’an de tê girtin, li ser vê tewqîfa wî tê birîn û dikeve zîndana Enqere û Amedê. Nêzîkî du salan di wan zîndana de tê girtin. Dadgeha leşkerî 8 sal ceza lê birrî, lê di heman salê de efuya giştî derket û ji zîndanê rizgar bû.

Di sala 1976’an de Mehmed Uzun li gel komek hevalên xwe li Enqerê kovara ‘Rizgarî’ damezrînin. Vê komê ji bo fêrbûna Kurdî Mehmed Uzun û Xatîce Yaşar veqetandin. Piştî her du hatin perwerdekirin, di vê kovarê de mijarên Rêzimana Kurdî û ramyarî dinivîsandin.

Di sala 1977’an de ji ber gef û zextên dewletê derdikeve dervey welat. Di sala 1978-1981’an de li Siwêdê kovarek mehane bi navê ‘Rizgariya Kurdistanê’ tê derxistin ku Mehmed Uzun dibe redektorê wê kovarê. Mehmed Uzun ji sala 1977’an û wir ve li Siwêdê jiyana xwe didomîne. Ji dervey welat jî dev ji xebata xwe ya rojnamevaniyê naberde. Weke nimûne; 1978-1981 kovara Rizgarî, 1986-1989 kovara Hêvî, 1986-1995 kovara Kurmancî, 1989-1992 kovara 90 tel, li gel vê Mehmed Uzun endamê yekîtiya nivîskarên Siwêdê ‘PEN’, klûba Siwêdê û Yekîtiya Rojnamevanên Cîhanê bû û di van rêxistinan de dixebite.

Wêjevanê Kurd di salên 90’î de ji bo belavkirin û pêşxistina wêje û rêzimana Kurdî dest bi lêkolîn û nivîsariyan dike. Di sala 1992’an de Destpêka Wêjeya Kurdî (Kürt Edebiyatına Giriş) û di sala 1995’an de jî Antolojiya Wêjeya Kurdî dinivîse.

Mehmed Uzun di sala 2005’an de vedigere Tirkiyeyê û li Stenbolê dimîne. Di dawiya heman salê de ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê tê xelatkirin.

Mixabin di sala 2006’an de tê zanîn ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Wêjevan û rojnamevanê Kurd ê pêşeng Mehmed Uzun di 11’ê Cotmeha sala 2007’an de li Amedê jiyana xwe ji dest dide.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Mehmed Uzun ne tenê bi Kurdî dinivîsî, gelek berhemên bi zimanên Tirkî û Siwêdî jî nivîsîne. Îro weke pêşengê Romana Kurdî ya modern tê pejirandin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar