Ji mîrasa Adîle Xanim û Leyla Qasiman bû Leyla Welî (Viyan Soran). Dîrok bûyerekî zindî ya ji helqeyên bi hev ve girêdayî ku hevdu temam dike derdikeve holê. Lewra li ser heman axê jî jiyana ku diherike li ser kokekî diyar ku ji qebîle û komên mirovan yên heman genan hildigre pêktê. Başûrê Kurdistanê jî bi dîroka xwe ya serhildêr, mirovên pêşeng, zanyar û rewşenbîr tên naskirin. Di sedsala 18’an de ji Babanan heta Berzenciyan li hemberî hêzên dagirker û kolonyalîst têkoşînekî dîrokî li ser vê xakê hatiye dayîn. Weke berdewamiya çanda jin-dayîk Adîle Xanim, Leyla Qasim bûne sembola jinên berxwedêr û xwedî hunera rêvebriya civakê. Leyla Welî yek ji kesayetên ku genê berxwedaniyê di kesayeta xwe de dihilgire û dibe şopdarê xwedawendan.
Leyal Welî
Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye
dinê. Di nava malbatek feodal de ku bi rêgezên malabtî yên hişk ve girêdayî
mezin dibe. Şêweyê jiyana di nav de û derdora xwe çavdêrî dike û hewil dide
fêmbike ka çima jin di asta duwem û weke xizmetkar tê destgirtin. Di wan salan
de tevgera azadiya Kurdistanê li Başûr berfireh dibû û têkiliyên bi civakê re
heta astekî diyar pêşketibûn. Salên destpêkirina komployê û hesabên qirêj yên
li ser Kurd û Kurdistanê bûn. Di van salan de Viyan tevgera azadiyê nasdike. Viyan Soran di sala 1997’an de beşdarî nava
refên tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Tevlîbûna PKK’ê ji xwe re rêya çareserî
û azadiyê dibîne, têkoşîna li hember sîstema zilam ya serdest û kujer dike
nexşerêya xwe û bi vî awayî dibe yek ji jinên herî xweşik û azad ya li nav
çiyayên Kurdistanê. Tevlîbûna Viyan
serhildaneke li hember malbat, eşîr û
paşverûtiyê bû. Lewra bandorek mezin li ser jin û gelê Başurê Kurdistanê kir.
Viyan
Soran di axaftinek ya xwe de qala zilma bavê xwe ya li ser dayîk û xwişka wê ya
mezin dida meşandin dike û dibêj: ‘Vê yekê bandoreke mezin li min dikir û ez
gelek caran bûm şahidê vê zilmê. Ji bo vê jî ez hertim di nava lêgerîna jiyanek
azad û bê zilim jiyan bikim de bûm. Lê ev hêza min tenê têra min nedikir. Ji bo
vê jî min rêya çareseriyê di tevlîbûna
PKK’ê de dît.’ Viyan û çend hevalên xwe di sala 1997’an de berê xwe dide nav
refên tevgera azadiyê. Malbata ji bo Viyan û hevalên wê paşde vegerînin serî li
hemû rêyan didin û diçin cem hevalan. Heval jî wan tînin gel malbatên wan hevalên
wê vedigerin mal lê Viyan ew jiyana weke dojehê ji xwe re didît nedixwest dîsa
vegere wê dojehê. Ji ber ku di ruhê wê de azadî hebû, ti caran ji jiyanek erzan
hesnedikir. Viyan di nava têkoşîna PKK’ê de her çiqasî di qonaxên dijwar re
derbas dibû jî di aliyê kesayet de bibiryar
û xwedî kesayetek têrker bû. Ti pirsgirêk li pêşiya karê xwe ne dikir
asteng. Her çiqasî temenê wê ciwan jî bû, di demek kurt de bû xwedî kesayetek
pêşnga Başûrê Kurdistanê. Di astên jor de bû xwedî berpirsyarî.
Viyan
Soran hem di nava gelê Rojhilat de û hem jî di nava gelê Başûrê Kurdistanê de
berpirsyariyek girîng digirt ser mile xwe. Viyan baweriyek mezin ya gel û hevalên xwe
girtibû ser mile xwe, heta mirov dikare bêje çavkaniya baweriyê bû. Fermandarek
YJA-Starê bû, li dijî êrişên ji derve û hindir li dijî fikir û felsefeya Rêber Apo
hertim di nava têkoşînekî bêhempa de bû. Di demek kurt de xwe bi fikrê Rêber Apo
pêşxist bû pêşengek ya azadiya jinê. Viyan
xwedî ruh û hişek dewlemend yê netewî bû. Di sala 2006’an de li herêma
Heftenînê li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Apo û hewldanên tesfiyekirirna PKK’ê de çalekiyek
lidarxist. Viyan got ‘Ez naxwazim Sibatokek din ya reş bibînim û ez bedena xwe
didim ber agir.’ Di 2’ê Sibata 2006’an de agir bi bedena xwe dixe û tevlî
karwanê şehîdan dibe.
Mîran Tallî

0 Yorumlar