Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hefteyek li pey xwe hişt. Çalakvanan dan diyarkirin ku ewê heya dawî ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya
greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan
hatibû destpêkirin, hefteyek li pey xwe hişt.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên
tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê
koma çaran Şemzîn Şîn axivî.
Şemzîn Şîn di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên
qurbaniyên erdhejê re xwest û wiha got; “Erdhejek mezin li Bakur û Rojavayê
Kurdistanê çêbû, her wiha bandora wê li deverên din jî kiriye. Em ji malbatên
kesên ku di wê erdhejê de jiyana xwe ji destdayîn re sersaxî û ji birîndaran re
jî şîfa dixwazin. Ev demek dirêje me ji Rêberê xwe ti agahî nestandiye, ne tenê
di vê meha reş û tarî de êriş li ser Rêber Apo, gelê Kurd û şoreşa gelê Kurd tê
kirin, heta ku em Serokê xwe bi fîzîkî azad nekin emê çalakiyên xwe bi her
awayî bidomînin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’,’Kesek
Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hate dewir girtin.

0 Yorumlar