Di wateya îro de zanîngeh weke sazîyekê û bi navê
`university` an jî `universitas` ji sedsala 11. ve heye. Di vê wateyê de
yekemîn zanîngeh li Ewrupa hatin damezrandin. Zanîngeha Bologna li Îtalya,
Parîs li Fransa û Oxford li Ingiltere wek yekemîn zanîngeh têne naskirin. Dema
mirov li van zanîngehan dinêre, dibîne ku zêdetirê xwe di bin desthilatdariya
wê demê de hatine damezrandin. Her weha bandora Dêra Katolîk jî rasterast xuya
dike. Zanîngehên îro yên Ewrupî jî weke berdewamiya van zanîngehan in. Ji vê
yekê zêdetir jî îro gelek zanîngehên li ser rûyê cihanê di bin bandora vê
kevneşopiyê de ne.
Çi ye ev kevneşopî? Eger li welatekî zanist di bin destê
komek, aliyek, hêzek an jî di wateya giştî de desthilatdariyekê de be, ev yek
wê gelek encamên cuda bi xwe re bîne. Çawa? Îro gotineke kurt bûye weke
dirûşmeyekê. Tê gotin ku `zanîn/zanist hêz e`... Ev rastiyek e. Ji roja roj
zanîn û zanist di destê kê de be, hêz jî li wir e. Ji ber ku bi saya zanistê
aqil û pergal pêşdikeve. Eger ev aqil û pergal civakî be, bêguman civakîbûyîn
pêşdikeve. Lê eger desthilatî be, ne tenê rê li ber civakê digre, xeteriyeke
mezin jî li ser civakê çêdike. Lêgerîneke kurt a seranserê dîrokê jî vê yekê
radixe berçavan.
Lê ya girîngtir roja îro ye. Pirs ev e: Di sedsala 21. ku
wek `sedsala zanist/teknolojî/digital... hwd` tê bi nav kirin, çima ewqase pirsgirêkên
civakî hene? Eger zanist pêşdikeve, çima pê re civak pêşnakeve? Di roja îro de
her ku zanist pêşdikeve çima zêdetir kuştin, komkujî, newekhevî, bêdadî,
birçîbûn, xwezakujî pêşdikeve?
Pirs dikarin bêne zêde kirin. Li hemû jî rastiyeke destnîşan
dikin: Bi rêka zanistê û bi navê zanistê kêlî bi kêlî civak ji civakîbûyînê tê
dûrxistin. Zanist li hember civakê weke sîlehekê tê bikaranîn. Lewre zanist ne
bi destê civakê lê bi destê desthilatdariyê tê bikaranîn.
Cih û warên zanistê dibistan, akademî û zanîngeh jî mixabin
di destê desthilatdariyê de weke ezmûngehên li dijî civakê têne bikaranîn. Îro
gelek sîlehên komkuj bi navê zanistê têne pêşxistin. Sîlehên kîmyewî,
bîyolojîk, nuklerî di `ezmûngehên zanistî` de têne amade kirin. Sîstema
kapîtalîst hem zanistên xwezayî (bîrkarî, fîzîk, kîmya, bîyolojî û hwd) û hem
jî zanistên civakî (civaknasî, felsefe, dîrok, derûnasî û hwd) ji bo
berjewendiyên xwe yê madî li hember civakî bikar tîne.
Lewre pêwîstî heye ku têgînên weke zanîn/zanist/zanîngeh
careke din bêne venêrîn, şîrove kirin û nirxandin. Pirsa herî girîng jî `zanist
û zanîngeheke çawa` ye...
Zanîngeh xeleka herî bilind a zanist û fêrbûnê ye. Warê
pisporiyê ye. Mirov di zanîngehê de zêdetir pêwendiya zanist û jiyanê fêm dike
û datîne. Her weha her çi beş be jî mirov di zanîngehê de zêdetir dikeve nava
lêgerîna rastî û heqîqetê. Ji ber vê yekê jî pencereya ku em tê re li cîhanê
dinêrin û cîhabîniya me di vê xalê de diyarîker e. An ku em pêwendiya
zanist/zanîngeh û civak/civaknasî çawa datînin, ev xaleke jiyanî ye.
Her xwendekarek di gava yekemîn a zanîngehê de pêwîst e van
pirsan li gel xwe zelal bike:
Zanîngeh çi ye û ji bo kê ye?
Ez çima zanîngehê dixwînim?
Bersivê van pirsan nêzîkatiya me diyar dike. Berî her tiştî
pêwîst e em raboriya zanîngehê nas bikin. Di lêkolînan de emê bibînin ku ji
roja roj zanîn û zanist ne takekesî ye lê civakî ye. Beriya zanîngehên Ewrupa
bi hezaran salan dibistanên civakî hebûn. Zanîngehên Ewrupa li ser vê kedê
çêbûn. Hemû pêşketinên zanistî keda hevpar a civakê ye. Paşî di nava demê de ev
ked û zanîn bûye pergal, dibistan, akademî û zanîngeh. Lê her dem
desthilatdaran xwestine dest li ser vê kedê û berheman deynin. Gelek caran ev
yek pêkanîn e lê civak jî ji bo van nirxên xwe li ber xwe daye. Îro jî heman
tekoşîn berdewam e.
Bêguman eger em zanist û zanîngehê weke armanceke ferdî û
lêgerîneke takekesî bigrin dest wê demê emê ji vê rastiya dîrokî û civakî dûr
kevin. Mixabin îro pergalên desthilatdar vê rêkê didin ber xwendekaran. Li gor
vê têgihiştinê pêwîst e xwendekar beşê xwe baş jiber bike, çi bê dayîn ewê
vegerîne û di ezmûnan de tenê vê esas bigre. Wekî din serê xwe `ji tiştên din`
ne êşîne. Piştî ku zanîngeh qedand jî bibe karmendekî/e baş ê sîstemê (ew jî
heger çêbe). Ev têgihiştin û ferzkirin ne civakê û ne jî kesayet pêşdixe.
Berovajî tenê pergala desthilatdar bi hêz dike. Ya herî girîng jî pêwendiya
zanist û civakê ji hev qut dike. Weke ku hate diyar kirin zanist li hember
civakê tê bikaranîn.
Lewre jî pêwîst e em nêrîn û felsefeya xwe ya ji bo zanîngeh
û civaknasiyê bi awayekî kokdar careke din binirxînin. Em baş têbigihin ku
zanist û zanîngeh nirx û keda civakê ne û pêwîst e ji bo civakê hebin û kar
bikin. Eger civak li van nirxên xwe xwedî derkeve wê demê komkujiyan najî, êşê
nakşîne, tênî û birçî namîne...
Xwendekarên zanîngehê jî pêwîst e bi ezezî tevnegerin û baş
bizanibin ku ev derfeta xwendinê ne qenciyeke rejîmê û pergala desthilatdar e.
Berovajî vê encama keda civakê ye. Lewre jî ev ked pêwîst e bi awayekî
dewlementir li civakê vegere. Bêguman li kesayet jî... Her weha xwendekarên
zanîngehê ne tenê di warekî de di hemû warê zanistê de serê xwe biêşînin.
Bêguman di warekî de pispor bin lê di warên din de jî zana bin..!
Lewre jî xwendekar her çi beş an pisporiyê dixwîne bila
bixwîne lê pêwîst e xwedî felsefe û cîhanbîniyekê be. Lewre jî pêwîst e
zanistên civakî û civaknasiyê bixwîne, lêbikole û di nava lêgerînan de be.
Em baş bizanibin ku bijîşkeke/î ji civak û civaknasiyê dûr
wê nexweşê/a xwe baştir neke, berovajî nexweştir bike. Endazyarek wê ava neke,
xerab bike. Mamosteyek wê perwerde neke, nezan bihêle. Dadger û dozgerek wê
dadê neynin, bêdadiyê pêşbixin...
Weke encam zanîngeh bê felsefe, bê cîhanbînî, bê civaknasî
nabe. Eger bibe, wê bibe wargeha desthilatdariyê, xerabiyê û ezmûngeha sîlehên
komkujiya sor û spî...
Ji her demê zêdetir pêwîst e em pergala heyî ya zanîn,
zanist, zanîngeh, rastî û heqîqet bikin ber lêpirsînê
de...
0 Yorumlar