Ticker

10/recent/ticker-posts

JIN Û STRAN

Mîrov dikare bi hêsanî bêje çand her çiqas bedena civak û nirxên civakê jî be di heman demê ruhê dîrokî yê tevahiya civakê ye. Şikildara cîhanê manewî, watedariya, hest û hişmandiyê civakê ye. Ya ku mirov dike xwedî çand jî ev taybetmendî ye. Kesên ji vê taybetmendiyê bêparbin, nikarin berê xwe bidin civak û dîroka xwe. Ji ber ku di bingeha her çandê de têkiliya kevneşopî ya nasnameya xwe an jî xeyalên polîtîk û gerdûnî re heye. Ev avanî di bingeh de ruhê cerbandina hevpar, hêvî û wateya dinyayeke sembolîk e, bi wê hêza xwe di civakê de derfeta yekîtî  xwespartin û ewlekariyê pêktîne. Di heman demê de bi ceribandina re çerxê kevneşopiyê şêwe dide û zindî dihêle, dibe pira di navbera paşeroj û pêşerojê de. Di her civakê de yên ku van pira bi hîm dikin cudan in. Ji bo Kurdan hostayên pirên hunerê yên herî serkeftî jin in. Di mûzîkê de ev hêj balkêştir dibe. Ji neolotîkê heta van salên nêz, jin herdem vê rola xwe bi serkeftî pêkanîne.

Dema em li dîrokê mêze dikin jin afirînerên herî mezinin di heman demê de jî mijara mûzîkê ne. Stranên Kurdî yên xwedî rîtma serbest yên navê wan ji dema Akadî, Mîtanî û Huriyan heta îro hatine kilam in. Ewropî jê re dibêjin Parlendo rubarto reçîtatîfe, stranên ku dengbêj li dîwana dibêjin. Ji sedî 95’ê wê berhemên jinan in. Ji serdema Akadan heta roja ku bandora dîn li ser civakê çêdibe berhemê jinê ne. Jin bi koletî (Mî-Nar) jî û bi Banû ti (Şubhat) jî her tim stranbêj û afirîner e. Piştî bandora dîn jin dîsa afirîner e, lê mixabin di sedema mêr û dîn de êdî nikare van berhemên xwe di civatan de vebêje. Ji wê sedemê û şûnde hertim zilaman di civatan de bi lêv kiriye dengbêjiyê hatin nasîn. Rûxmê hemû binpêkirinan jî gelek jinên mîna Gulê, Pero, Fatê di demên cûda de dengdan hunera Kurdî. Bi taybetî jî di dema radyo Êrîvanê de bandora mêr hinek şikiya, gelek jinan di radyoya Erîvanê de li Bexdayê dengbêjiya xwe gihandin Kurdan. Dema em bala xwe didin afirêneriyên jinan û stranan, jinan jiyana li dor jinê zêdetir bi rewşa civakan aniye ser ziman. Ji ber ku her demjimêr û demê civakê heman car jiyana jinan bi bandor û diyarde dike. Ji vê sedemê jî rewşa jiyana jinan ya rojane dibe mijara stranan. Xwestek, hesret, xeyal, xweşikî û hestê wê yên veşartî û serencamên wê di stranê de bi zargotinek xemgîn ji civakê re tê parvekirin. Jin di warê afirandina mûzîkê de bê sînor in. Jin di lorîkan de ew dayîka ku jê hêvî tê xwestin e.

Di stranên xerîbî û hesret de kesa ku ji bo wê kul û elem tê kişandin e. Nasnameya wê yar e, dayîk e ango kesa zor û zehmetiyê dikşîne. Di stranên evîniyê de xweşika ber dilê delalê xwe ye. Dema qala xweşikiya xwe dike tu sînorekî li ber xwe nagire û xweşikiya xwe bi zargotineke mecazî pênase dike. Jin dema stranekê diafirîne her çiqas dinyaya dilê xwe û hestên xwe bi lêv dike jî di heman demê de wekî berdevka civakê êş û hesretên civakê jî xweş dihûne û pênase dike. Bi lorîkan zarokên xwe mezin dike. Di heman demê de ji bo ziman jî mamosteya yekemîn e. Di stranên jinan de derew tune ye. Lê tevahiya pirsgirêk û xweşikiyên civakê di stranên xwe de radixe ber çavan. Jinên afirîner ên mûzîkê dema stranekê diafirînin, ziman û şîroveyeke gelek edebî bi kartînin. Tiştên lê haybûye, devera lê dijî, bûyerên civakî bi hestê dilê xwe distirîne û bi zimanekî gelek safi û hêsan bi civakê re parvedike. Eger îro stranên wekî Derwêşê Evdî, Melek Xanimê, Cebelî û hwd. hêj li civakê bandor dikin, pêwîst e em zanibin sedem fesîhî, zelalî û xweşikiya zimanê ku di stranê de hatiye bikaranîn e. Bi vê sedemê mirov dikare bibêje jin ji bo zimanê Kurdî stuna herî xurt e. Lê mixabin îro ev rola jinan tê tinekirin û ji nasnameya xwe ya afêrîner dûr dikeve. Ji ber ku jin ji nasnameya xwe dûr tên hiştin di civaka Kurdan de dengbêjî ber bi tinebûnê ve diçe.

Îro modernîzm bandora xwe li hemû civakê dike. Ji ber wê ye ku kes xwe nas nake û bêşerm dikarin bibêjin “ Eyyyyy ma ev çi muzîk e? ” Ji bo wê ji divê em wek jinê Ciwan xwedî li çanda xwe ya sitran gotinê der bikevin. Em xwedî rîtim û notayên bê dawîne, pêwiste em bi herikin û bibin stran.

Selma Bozan


 

Yorum Gönder

0 Yorumlar