Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Fermandarê QSD’ê Xebat Marînos hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê QSD’ê Xebat Orhan bi nasnav Xebat Marînos ku di 8’ê Sibata sala 2022’yan de di pêngava Gurzê Gelan de li Hesekê şehîd bibû, di yekemîn salvegera xwe de bi nîşandana sînevîzyonê hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata şehîd, bavê şehîd Ehmed Orhan axivî.

Ehmet Orhan di destpêkê axaftina xwe de xêrhatina gelê amade kir û wiha got: “Hêza me ya ku em bikarin kar û xebatê şehîd kirî bînin ser ziman tine ye. Şehîd şehîdê gelê Kurde. Ji ber ku şehîd ji bo me hemûyan têkoşîn dikin. Şehîdên me, ji bo gelê Kurd yê ku ev hezar sale bindeste, têkoşîn dikin. Pîroze ku em hemû jî di vê rêyê de şehîd bikevîn. Me wê sozê jî daye ku emê serî ji dijmin re netewînîn. Di vê cîhanê de kes li gel me nîne, tenê em li gel xwe ne. Serê Serokatî, rêhevalê wî û gelê welatparêz saxbe. Serkeftin ya gelê Kurde.”

Piştî axaftina bavê şehîd sînevziyonek ku jiyan û têkoşîna Fermandar Xebat Marînos vedibêje hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar