Ticker

10/recent/ticker-posts

Penaberên Mexmûrê ji bo mexdûrên erdhêjê banga alîkariyê kirin

 Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekî banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdhêjê kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk alîkariyê nade gelê Kurd, ji bo wê jî divê her kes xwedî li mexdurên xwe derbikevin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdhêjê kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna dehan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Mamosta Seîd Çomlek ve hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya sê rojan erdhêjek çêbû û bi hezaran welatî di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Êşa gelê me, êşa me ye. Em wek gelê Mexmûrê bi hemû derfetên xwe ve, li gel mexdûrên xwe ne û emê her aliyê de bibin alîkar. Li kuredê be bila bibe, divê gelê me xwedî li mexdûran derbikeve û alîkariyan bişîne. Dem dema xwedî li hevdû derketinê ye.

Em dizanin AKP-MHP bi ti şêwazê nabe alîkar û ji ber wan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo wê em wek Kurd divê xwedî li mexdûrên xwe yên Bakûr, Tirkiye, Rojava û Sûriyê derbikevin. Heta niha jî bi deh hezaran kes dibin kavilan de ne û ti alîkarî ji wan re neçûye. Dem dema xwedî derketinê ye û emê wek Mexmûr di her hêlê de piştgiriya gelê xwe bikin û bibin alîkar.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar