Li
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku
di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
hatibû destpêkirin, bi koma 5’an hat dewirgirtin. Çalakvanan bang li tevahî
cihên peywendîdar kirin ku li erka xwe xwedî derbikevin û gotin: “Heta ku em
serokê xwe bi fîzîkî azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”
Li
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku
di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
hatibû destpêkirin, bi koma 5’an hat dewirgirtin.
Beriya
ku çalakî bê dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê
deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 4’an Nûredîn Kaya
axivî.
Nûredîn
Kaya di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîranî û wiha
got: “Ji bo kesên ku di erdehê de jiyana xwe ji destdayîn sersaxî û ji
birîndaran re jî şîfa dixwazîn. Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda
girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku em serokê xwe bi fîzîkî
azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Ev 23’ê mehin ti agahiya me ji
Rêbertiya me nîne, bang li tevahî cihên peywendîdar dikin ku li erka xwe xwedî
derbikevin.”
Piştî
axaftinê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ hat dewirgirtin.
0 Yorumlar