Bersivên Gel;
-Hebûne.
-Afrênera
zindîbûnê ye.
-Reflekseke
civakî ye.
-Ji bo
xwebûnê nebe, nabe ye.
-Bertekin.
-Bi
rêxistin bûyîne.
-Şer
kirine.
-Wek guleyê
tevgerîne.
-Ne êrişe.
-Di ferqa
xwe de bûne.
Parastin
rastiyeke gerdûnî û zindiweriyê ye. Di gerdûnê de zindîbûn xwe li ser sê xalên
bingehîn ava dike. Ev xal zêdebûn, xwarin-vexwarin û ewlekariye. Her zindî
pêwîstî bi xwe zêdekirin, têrkirin û ewlekariyê dibîne. Ev yek rastiyên ajoyî
ne. Zîndiya destpêkê ya yek hucreyî bi van rastiyan veguherî zindîweriyên pir
hucreyî û li ser vê cur be curiya gerdûn û xwezayê çêbû. Jiyan heta astekê bi
van her sê xalan pêkhat.
Dema guhertin
xwe gihand asta mirovbûnê, rastiya jiyanê çawaniyek cuda qezenckir. Ev yek jî
derbaskirina ajoyane. Dervayî mirovan hemû zindî tenê bi ajoyan jiyan dikin.
Lewre di navbera mirov û zindiyên din de cudabûnek heye. Mirov asta herî
pêşketî ya zindîweriyê ye. Ji ber vê çendê Rêbertî mirov wek kurtebûna gerdûnê
pênase kir û hemû daneyên zindîweriyê li mirov barkir. Mirov hemû rastiyên
zindiweriyê di xwe de dihewîne, lê hemû zindiwer rastiyên mirovî di xwe de
nahewînin. Lewre mirovbûn rastiyek cuda ye û tenê bi ajoyan jiyan nake. Ajo
têra jiyana mirovî nake.
Ji bo ku
mirov di xwezayê de li ser piya bimîne, pêwîstî bi civakîbûnê dibîne. Hebûna
mirovahiyê di rastiya civakîbûnê de veşartiye. Mirov bi civakîbûnê bûye mirov û
ajoyên xwe jî bi civakîbûnê re hîn watedartir kiriye û gihandiye xwedî xisletek
cudatir. Parastin ji van xisletan ya herî berbiçave. Dibe ku her zindî xwedî
parastina cewherî be, lê ya mirov birêxistinkiriye.
Di xwezayê
de her zindîwer neçarî xwe parastinê ye. Lewre hemû zindîwer li ser têkiliya
hevdu xwedîkirin û ji hev sûd wergirtinê jiyana xwe didomînin. Lê têkiliyên
civakê sîmbiyotîkin, yanî li ser esasê hevdu avakirinê çêdibin. Di dîroka
mirovahiyê de heta avabûna dewlet û desthilatdariyê têkilî li ser vî esasî ye û
piştî avabûna dewlet û desthilatdariyê, ev têkilî tê qelskirin û ji ber vê
civakîbûn jî qels dibe. Mirovê ku berê tenê ji ber şert û mercên xwezayê
pêwîstî bi xweparastinê didît, piştî avabûna dewlet û desthilatdariyê neçarî
dît ku li hemberî hevdu jî pêwîstî bi xweparastinê bibîne. Lewre ji ber ku civakîbûn
qels bû, êrişî hevdu kirin pêşket û li şûna ku bi hezkirin hevdu xwedîkirinê,
bi tundiyê, bi hişmendiya tahakkumê hevdu kirina kole û li ser hevdu li ser
piyan mayînê xwe birêxistin kirine. Lewma êrişî hevdu kirine. Ji ber vê ne tenê
li hemberî şert û mercên xwezayê, li hemberî hevdu jî ketine rewşa
xweparastinê. Ev yek ji ber pirsgirêkên civakî derketine holê. Civakên bi
pirsgirêk, civakên ku girêdana wan a li gel hevdu qelsin.
Bê gûman êrişa
destpêkê li hemberî civakê ji aliyê hêzên dewlet û desthilatdariyê ve hatiye
kirin. Her ku hişmendiya desthilatdar di civakê de bi cih bûye, mirovahî êdî êrişî
hev jî kiriye. Lewma parastina destpêkê jî li hemberî desthilatdariyê hatiye
birêxistinkirin. Ev rewş hîn jî berdewame. Di encama vê parastinê de berxwedan
û lêgerînên dîrokî çêbûne. Îro hebûna mirovahî ji ber çêbûna van berxwedan û
têkoşînan didome. Mirovê civakî, mirovê ku di rewşa xweparastinê de ye. Mirovê ku
ji civkîbûnê dûr, ji rastiya xwe parastinê dûre. Jixwe ne mirov ne jî zindiyên
din bêparastin nikarin jiyan bikin. Lewma di vir de ya girîng pirsa “li hemberî
çi ango li hemberî kî” pêwîstî bi parastinê heye. Îro yên êrişî civakê û
rastiya civakîbûnê dikin desthilatdarin. Ji ber vê hişmendiya xweparastinê
pêwîste li hemberî desthilatdariyê were rêxistinkirin.
Çawa ku
gulek bi stiriyên xwe parastina xwe dike, mirov jî dikare bi sazî û dezgehên
demokrasiyê parastina xwe bike û bi awayek civakî jiyanbike. Dervayî hişmendiya
demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ti parastina mirovahî ne gengaze, ne jî
raste.
0 Yorumlar