Mamostayên Mexmûrê diyar kirin ku têkoşîna li dijî tundûtîjiya li ser jinê wê hemû civakan bigihînin azadiyê û wiha gotin: “Jin hertim rastî kuştin, tinekirin, tecawîz û hemû cûrên hovîtiya hişmendiya zilamsalar tên. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Emê teqez azadiya jin û civakê bidest bixin.”
Jiyan Pîran
Têkoşîna xwişkên Mîrabel ya li hemberî dikdatoriya dewleta Dumînikê bû bingehê roja têkoşîna li dijî tundûtîjiya li ser jinan. Têkoşîna bi hersê xwişkan destpê kirî, îro bi hezaran jin li ber pêla vê têkoşînê ketiye. Di heman demê de roja qetilkirina hersê xwişkan wek roja têkoşîna li dijî tundûtîjiya li ser jinê hatiye destnîşankirin.
Têkildarî vê mijarê mamostayên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û di kesayeta hersê xwişkên têkoşer de hemû jinên têkoşer bi bîranîn.
‘Ked û berhema jinê jê hat sitandin’
Mamoste Leyla Bayram di destpêka gotinên xwe de hersê xwişkên Mîrabel, şehîd Sara û hemû jinên têkoşer bibîranî û wiha got: “Hersê xwişkên Mîrabel li hemberî dîgdatoriya Dumînikê serî hildan û têkoşîna jiyanek azad dan. Piştî ku dewletê zanî wê nekarin hersê xwişkan bi girtinê rawestinin, bi awayek hovane qetilkirin. Hersê xwişkên têkoşer bûn bingehê têkoşîna hemû jinên cîhanê. Li ser bîranîna hersê xwişkan 25’ê Mijdarê weke roja li dijî tundûtîjiya li ser jinê hat diyarkirin. Bi pêşketina sîstema desthilatdar re ked û berhema jinê jê hat sitandin. Bivê ve girêdayî jin hertim rastî kuştin, tinekirin, tecawîz û hemû cûrên hovîtiya hişmendiya zilamsalar tên. Ne tenê jinan, zarok jî para xwe ji vê digirin. Li Tirkiye û Îranê her ku diçe ev hovîtiya li hemberî jinan zêde dibe. Ev jî di encama hişmediya dewletê û rêveberên dewletê de pêşketiye.”
Leyla Bayram di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku piştî pêşketina fikirê Rêber Apo, jinan bi hêza afrêneriya xwe û hebûna xwe hesiyan û got: “Yê ku keda jinê dîtî û ji bo azadiya wê têkoşîn kirî Rêbertî ye. Lewra dibêje ‘Ger jin azad bibe wê civak jî azad be’ Rêbertî ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo tevahî jinê cîhanê bûye hêviyek. Êdî jinan gotin em hene. Ji bo wê jî pêwîste em wek jin heta dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin.”
‘Şoreşa me şoreşa jinê ye’
Mamosta Mihemed Bîlen jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tundûtîjiya li ser jinê têkoşîna azad kirina civakê ye û wiha pêde çû: “Li Tirkiye û Îranê her roj bi dehan jin tên qetilkirin û di haman demê de li ser bedena jinê siyasetê dikin. Desthilatdar ji fikir û nêrînên dayîk û jinan ditirsin. Jin li kûderê azad jiyan bike, wê desthilatdarî li wir têk biçe. Wek em hemû jî dizanîn hêza sereke ya çareserkirina pirsgirêkê jine. Ger di civakekê de jin ji mafê xwe bê par hat hiştin, di wê civakê de pirsgirêkên mezin rû didin. Dema em li Rojhilata Navîn temaşe dikin li cihên ku herî zêde jin ji mafê xwe bê par tê hiştin li wir êriş û şer zêde ye. Ji ber ku zilam û desthilatdarî ne hêza çareseriyê ye. Ya ku di afrîne xwedî hêza çareseriyê ye. Li ser vî bingehî wek zilamek, wek birayê xwişkan, kurê dayîkekê û hevjînê jinekê, hemû tûndiya li hemberî jinê tê meşandin, tûndiya li hemberî xwe dibînim. Dema me karî wek jin û zilam bi hev re azad jiyan bikin, emê wê demê bi serbikevin. Ger îro têkoşîna azadiyê ewqas mezin dibe bingehê xwe ji mafê ku Rêbertî daye jinê ye. Em li ser rêyek rastin. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Emê teqez azadiya jin û civakê bidest bixin.”
0 Yorumlar