Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ciwanê wargehê Feryad Buldan ku li Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bibû, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ciwan û ewladê Mexmûrê Feryad Buldan ku di 24’ê Mijdara sala 2023’yan de li Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bibû, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn.
Merasim bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan û ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata şehîd, dayîka Şehîd û mamê wî axivîn.
Dayîka Şehîd Feryad, Gulê Buldan destpêkê xêrhatina gelê amade kir û wiha peyîvî: “Mirov nikare tiştekî li ser şehîdan bêje, hemû şehîd ji bo doz û welatê xwe canê xwe dide. Em bi hemû şehîdên Kurdistanê serbilindin. Ji bo vê jî despêkê serê Serokatî, serê mabata hêja, serê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û tevahî gelê Kurd saxbe.”
Her wiha mamê şehîd Niyazî Buldan jî bi gotina Rêbertî ya ku dibêje; ‘Zarokên Mexmûrê zarokên minin’ dest bi axaftinên xwe kir û got: “Em şehîdên Wargeha Mexmûrê li Serokatî, gelê welatparêz û li Wargeha Mexmûr pîroz dikin. Ev ne şehîdê destpêkê û dawiye ku em bêjin em di van mijaran de ecemîne, em ji 94’an heta niha şehîdan didin. Wek malbat em bi şehîdên xwe serbilindin, ji ber ku ji bo gel, welat, partî, Serokatiya xwe mirov çi bide her tim kêm dimîne. Ji bo wê em li beramberî hemû şehîdan bejna xwe ditewînin û em dibêjin Bijî Serok Apo.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana Şehîd Feryad Buldan hatibû amadekirin, hat nîşandan. Di dawiyê de piştî sînevîzyonê merasîm bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
0 Yorumlar