Bi nêzbûna 27’ê Mijdarê re, Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) dest bi amadekariyên pîrozbahiya kirine. Wê NÇHM îsal bi boneya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, bi 47 kesan derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Armanc Herekol
Navenda Çand û Huner a Mexmûrê bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev nêzî mehekê ye dest bi amadekariyên pîrozbahiyê kirine. Wê 27’ê Mijdarê weke her sal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi coş û şahiyekî mezin bê pîrozkirin.
Têkildarî amadekariyên şahiyê û girîngiya tevlîbûna şahiyan, endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û bang li tevahî jin û ciwanan kirin da ku bi girseyî tevlî şahiyên 27’ê Mijdarê bibin.
‘Emê bi 47 xwendevanan derbikevin ser dikê’
Endama Çand û Hunerê Zenûra Babat ku di heman demê de yek ji mamosteya bi provayan ve eleqeder dibe ye, di destpêka axaftinên xwe de 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û gelê azadîxwaz ji dil pîroz kir û got: “Em wek Navenda Çand û Huner a Mexmûrê di nava amadekariyên pîrozbahiya 27’ê Mijdarê dene. Bi boneya 47’emîn saliya PKK’ê, emê bi 47 enstruman û 47 xwendevanan biçin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin. 27’ê Mijdarê ji bo me rojekî pir girîng û bi nirxe. 27’ê Mijdarê pêngava destpêkê ya Kurdbûnê ye. Em wek hunermend û gelê Kurd, deyndarê şehîdên PKK’ê û Rêber Apo ne. Di van provayên me de rola jinan pir girînge. Ji ber ku rêjeyek zêde jin beşdar bûne. Em bi vê yekî serbilindin. Rêber Apo vîna jinê li jinan da nasandin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin, di 27’ê Mijdarê de bi coşek mezin pîrozbahiyan li dar bixin.”
‘27’ê Mijdarê vejîna gelê Kurde’
Xwendevana bi navê Bêrîtan Benek jî li ser heman mijarê axivî û wiha qala girîngiya 27’ê Mijdarê kir: “Ez di serî de 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, malbatên şehîdan û tevahî gerîlayên serê çiya pîroz dikim. 27’ê Mijdarê vejîna me ye û em her sal vê rojê bi şahiyên mezin pîroz dikin. Em provayên ji bo şahiya 27’ê Mijdarê dibînin. Her şev em li navendê kom dibin û prova dikin. Em dixwazin wek timî, îsal jî şahî bi coş û kelecanek mezin bê pîrozkirin. Di van şahiyan de rolek mezin dikeve li ser milên me, ji bo wê jî em wek jin hertim kar dikin. Wê îsal jî hunermendên mêhvan hebin û emê bixwe jî biçin ser dikê û bi stranan şahiyê pîroz bikin. Bang li tevahî jin û jinên ciwan dikim, tevlî pîrozbahiyan bibin û vê roja vejînê bi coşek mezin derbas bikin.”
‘Tevlî pîrozbahiyan bibin’
Her wiha xwendevanê bi navê Dezdar Otun jî di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku ev demek dirêje ji bo pîrozbahiya 27’ê Mijdarê provayan dibînin û wiha peyivî: “Em hem ji bo pîrozbahiyê prova dibînin û hem jî xwe fêrî enstrumanan dikin. Em rêjeyek zêde kombûne û amadekarî dikin. Ji bo vê jî em gelek keyfxweş û şanazin. Emê di 27’ê Mijdarê de derbikevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. Wê şahiya me bi coşek mezin bê pîrozkirin. Ev pîrozbahiyên ku wê ji bo 27’ê Mijdarê bên li dar xistin, divê bi coş û girseyên mezin bêne kirin. Ji bo wê jî banga me ji herkesî re ewe ku tevlî pîrozbahiyan bibin.”
‘Em bi saya PKK’ê hatine vê astê’
Herî dawî xwendevana bi navê Xelat Îşlek jî bi van gotinan hestên xwe bi me re parvekirin: “Em destpêkê 27’ê Mijdarê, salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê li tevahî gelê Kurd û dostên Kurdan pîroz dikin. Em jî wek Navenda NÇHM’ê ev demek dirêje amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiya 27’ê Mijdarê dikin. Ez daxwaz ji ciwan û taybet jî li jinên ciwan dikim da ku tevlî pîrozbahiyan bibin. Em bi saya PKK’ê dikarin bi zimanê xwe baxivin û xwedî li çanda xwe derdikevin. Divê gelê me xwedî li çanda xwe derbikeve. PKK ji bo me gelek girîne. Ji ber ku bi saya PKK’ê em hatine vê astê û dikarin bi azad bijîn. Em ti caran dest ji doza xwe bernadin. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîma xwe berdewam bikin.”
(fk)
0 Yorumlar