Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî qedexeya hevdîtina Rêbertî ya bi parêzerên wî re meşek girseyî lidarxistin û diyar kir ku dewleta Tirk wê bi van polîtikayên xwe nikaribe gelê Kurd tune bike.
Wek tê zanîn deweleta Tirk a dagirker îro diyar kir ku wan 6 meh cezayê hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerên wî re biriye. Li ser vê yekê gelê Kurd yê li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat ji bo şermezarkirina vê biryarê daketine qadan. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo şermezarkirina vê biryarê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî hate lidarxistin.
Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê destpê kir heta Parka Şehîd Aryen Cûdî domand. Di meşê de bênavber dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo ra anîn ziman. Piştî ku meş gihişt parkê, li wê derê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Ehmed Şehbaz ve axaftinek hat kirin.
Hemed di destpêka axaftinên xwe de tecerîda girankirî û ev qedexeyên bê bingeh bi tûndî şermezarkir û wiha axivî: “Çawa ku di peymana Lozanê de bi çend gotinan gelê Kurd kirin çar parçe û ji nedîtî ve hat, di vê sedsalê de jî dewleta Tirk dixwaze leyîstokên xwe yên qirêj li ser gelê Kurd bidin leyîstandin. Ji ber ku ew jî dizanin ev 40 salin li hemberî vê xet û felsefeyê tu derfet nemaye ku kar ne anîn ji bo gelê Kurd bêdeng bike. Tu derfet di destê dewleta Tirk de nemaye ku li ser çiyayên Kurdistanê bikar ne anîn ji ber wê xwe avêtiye hembêza hemû dinyayê, top, kîmya û cebilxane û hwd nema ku li ser gerîla nedane bikaranîn. Di vî şerî de bi serneketin ji ber wê îro serî li dek û dolabên bi vî rengî dane. Bila dewleta Tirkiye û yên kompiloger baş bizanibin gelê Kurd li pişt Rêberê xwe û gerîlayên xwe ne, yê ku di vê sedsalê de têkbiçe dewleta Tirke û yê ku di vê sedsatê de gelan azad bike Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê nahêlin fikirên Rêbertî derbikeve ji derve ku kirîzên heyî çareser bike.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.
0 Yorumlar