Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda girankirî ku di 20’ê Tirmaha 2023’an de hatibû destpê kirin, bi koma 97’an di roja 492’an de didome.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya  ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda girankirî ku di 20’ê Tirmaha 2023’an de hatibû destpêkirin bi koma 97’an di roja 492’an de didome.

Merasima guhertinê li Saziya Tevgera Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Doza Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 96’an Mamosta Hisên Kara axivî.

Mamosta Hisen Kara di destpêka axaftina xwe de hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, silav kir û wiha got: “Wek tê zanîn Rêbertiya me di bin tecrîd û esaretek giran de ye. Her wiha di aliyên derûnî de êrişên pir tund tên pêkanîn. Berxwedana Rêber Apo ya di nava çar dîwaran de komploya hêzên hegemon vala derxist. Ruxmê êriş û tecrîda girankirî felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bû. Rêber Apo bû hêvî û ronahiya gelan. Bila dost û dijmin baş bizanin Rêber Apo îradeya gelê Kurde. Pirsgirêka heyî jî tenê Rêber Apo dikare çareser bike. Muxatabê vê pirsgirêkê Rêber Apo û PKK’e ye. Ya pêwîst rakirina tecrîd û derfetên çareseriyê dayîna Rêbertiye. Em bang li tevahî gelê Kurd û welatparêzan dikin ku li hemberî tecrîd û êrişên li ser gelê Kurd dakevin qadan.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar