Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê kampanya dar çandinê hat destpêkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê Komîteya Tendûrîstî û Şaredariyê ji bo şînkirina xwezaya wargehê kampanyek ya darçandinê dan destpêkirin.


Li Wargeha Mexmûrê Komîteya Tendûrîstî û Şaredariyê ji bo şînkirina xwezaya wargehê kampanyek ya darçandinê dan destpêkirin.

Wek tê zanîn ji aliyê Komîteya Tendûristî ve dewreyek a perwerdê li ser navê Şehîd Dr. Tîjda Amed bo jinên ciwan hatibû dayîn. Piştî dewre xilas bû, endamên tendûristiyê li gel endamên şaredariya wargehê bi awayek hevbeş dest bi kampanya darçandinê ya ji bo şînkirina wargehê kirine.

Têkildarî armanca vê kampanyê Hevberdevka Komîteya Tendûristiyê Nûran Sezgîn û endama Şaredariyê Rojîn Bayram axivîn.

Nûran Sezgîn qala armanca kampanya darçandinê kir û got: “Wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, armanca me ya darçandinê ji bo şînkirina wargehê ye. Me wek komîteya tendûristiyê beriya niha dewreyek ya perwerdeyê li ser navê Şehîd Dr Tîjda Amed ji bo jinên ciwan dabû destpêkirin, me di wê pewerdeyê de biryar girtibû ku piştî perwerde xilas bibe emê wekî çandekê kampanyayek ya darçandinê bidin destpêkirin. Li ser vê yekê me û endamên şaredariyê bi hevre bi awayek hevpar dest bi kampanya darçandinê kirin. Em dixwazin ev darçadin di wargehê de wekî çandekê lê bê. Çandina daran ya di wargehê de hem ji bo tendûristî û hem jî ji bo rewşa hewayê tiştekî pir başe. Banga me ji bo wan kesên ku darên Kurdistanê dibirin bila dest ji vê xiyanetê berdin, nekevin bin berjewendiyên kesî de.”

Her wiha Endama Şaredariya Wargehê Rojîn Bayram jî têkildarî heman mijarê wiha axivî: “Wek şaredarî em jî beşdarî kampanya darçandinê bûne. Ev xwezaya ku bi zêdebûna fabrîqe û teknolojiyê bûye sedem ku dengeya di nava werzan de bê gûhertin yanî ne zivistan di dema xwe de tê û ne jî havîn di dema xwe de tê, ji ber wê me weke xebatkarên vê wargehê xwestin ku çandina daran ya di nava wargehê de hîn zêdetir bikin. Banga me ewe ku li herderê her kes xwedî li xwezayê derbikevin.”



Yorum Gönder

0 Yorumlar