Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ji bo tepisandina îradeya gel qeyûm bicih dike’

 Hevserokê Şardariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Edban Yilmaz destnîşan kir ku divê têkoşîna li hemberî bicihkirina qeyûman hîn xurtir were meşandin û got: “Dixwazin bi hêncetên sûnî siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan dîl bigrin û pêşî li pêşketinên partiya siyasî ya gelê Kurd bigirin.”

Jiyan Pîran

Piştî destserkirina şardariyên Bakurê Kurdistanê ya di 4’ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir yê dewleta Tirk ve li cihê şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm hatin bicih kirin. Niha jî li Dêrsim û Pulurê qeyûm hatin bicih kirin.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Edban Yilmaz ji ajansa me re axivî û bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.

‘Li nirxên xwe xwedî derbikevin’

Hevserokê Şardariya Wargeha Penaberan ê Mexmûrê Edban Yilmaz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku rejîma AKP-MHP ya faşîst cardin bi dagirkirina şardariyên Pulur û Dersimê dixwaze îradeya gel ji nedîtî ve bê û wiha got: “Ev ne cara destpêkê ye ku qayûm li ser şardariyan tên ferz kirin. Di hilbijartina derbazbûyî de sîstema dagirker ya AKP-MHP bi dek û dolapên xwe nekarîn şardariyên gelê Kurd ji destê wan derbixin. Dijberî wê gelê Kurd bi hilbijartinê, sîstema dagirker ji Bakurê Kurdistanê dûrxistin. Niha jî bi ferzkirina qeyûman ya li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û herî dawî jî Pulur û Dersîmê dixwazin îrdaya gel bişkînin. Pêwîste gelê me nobetên xwe yên li ber deriyê şardariyan bernedin. Dixwazin bi hêncetên sûnî siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan dîlbigrin û pêşî li pêşketinên partiya siyasî ya gelê Kurd bigirin. Pêwîstî pê heye ku îro gelê Kurd ji hemû deman zêdetir li nirxên xwe xwedî derbikevin. Ji ber ku şaredariyên gel, îradeya gelê herêmê ye. Beriya vê jî qeyûm li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatin sepandin. Di bin navê qeyûm de mafê gel ji bo berjewendiyên xwe û partiya xwe bikaranîn.”

‘Divê CHP jî wek mûxalefeta heyî dest bavêje vê rewşê’

Yilmaz di berdewama gotinên xwe de daxuya kirin ku li Tirkiyê qala hilbijartina demokratîk tên kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Piştî hilbijartin li Tirkiye tên pêkanîn, dest bi destserkirina rêveberiyên gel tên kirin. Bi dagirkirina şaredariyan re sîstema xwe ya dagirkeriyê li ser gel dayîna sepandine. Em berxwedana gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê ji dil û can silav dikin. Lê pêwîste gelê me li hemberî bicihkirina qeyûman xwedî helwestek xurtir û tûndtir be. Di heman demê de du şaredariyên CHP’ê jî hatin desteserkirin, divê CHP jî wek mûxelfeta heyî dest bavêje vê rewşê, mil bide milê DEM Partî û xwedî li şaredariya xwe derbikevin. Wisa diyar dibe ku dewletê dixwest hindek tişta li ser Rêbertî ferz bike, tişta ku dixwest bi destnexistin niha jî dest bi êriş û bicihkirina qeyûman kiriye. Qeyûm li şaredariya hatin bicihkirin û cezayê displînê yê ku li ser Rêbertî hatî birîn ji hev ne qûtin. Sîstem li aliyekê cezayê displîn û qedexeya hevdîtinê li Rêbertî dibire, li aliyên din jî ji bo tepisandina îradeya gel qeyûman bi cih dike.”

Hevserokê Şardariya Wargeha Penaberan ê Mexmûrê Edban Yilmaz di dawiya gotinên xwe de bang li gelê Kurd kir û got: “Em jî wek Hevserokên Şaredariya Wargeha Penberan a Mexmûrê, bang li tevahî gelê Kurd û gelê Tirkye yê azadîxwaz dikin ku li hemberî vê bê mafî, dagirkerî û zilma li ser gelê Kurd tê pêkanîn, bêdeng nemînin û li îradeya gelê Kurd xwedî derkevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar