Di pêşengtiya Meclîsa Îştar de xelkê Wargehê Penaberan (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşina Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan di bin dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Cûreyên Tundî, Dagirkerî Desthilatdariyê Jin Jiyan Azadî’ meşek girseyî li darxistin.
Li Wargehê Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Tundiya Beramberî Jinan bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Cûreyên Tundî, Dagirkerî, Desthilatdariyê Jin Jiyan Azadî’ de meşek girseyî hate lidarxistin.
Meş li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi kombûna gel û jinên ciwan destpê kir. Di meşê de bênavber di rûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedan Jina Kurd’ û ‘Jin Jiyan Azadî Sara, Rojbîn, Ronahî’ hatîn qêrîn û her wiha dovîzên li ser ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ û ‘Li Dijî Hemû Cûreyên Tundî, Dagirkerî Desthilatdarî, Jin Jiyan Azadî’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bûn hildan. Jinên ciwan ên Mexmûrê bi reng û dengê xwe coş dan meşê.
Piştî meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Mexmûrê rawestiya daxuyaniyek hat dayin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan Azadiya Kurdistan destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen ve daxuyanî hat dayîn.
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên ji bo azadiya jinê têkoşîn kirî bibîranîn û wiha got: “Roja 25’ê Mijdarê beriya 63’ê salan wek roja têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinê hat îlan kirin. Gelek jinên têkoşer ji bo azadiya jinê canê xwe bexşandin. Îro bi saya serê wan têkoşeran em dikarin bibêjin em wek jin hene. Lê niha jî gelek jin rastî tundî, tacîz, tecawîz û kuştinê tên. Îro hemû jinên cîhanê têkoşîna azadiyê didin. Rêber Apo di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de têkoşîna jinê li tevahî cîhanê belav kir. Pêwîste em jin xwedî li vê têkoşînê derbivekin. Divê em jinên Kurd ji bo hemû jinên di bin tarîtî, koletî û bindestiyê de mayî bibin mînak. Emê bi têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ xwe bigihînin serkeftinê. Duh li Amedê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat qedexe kirin. Li ser vê bingehê em dibêjin kes nikare me bêdeng bike û îradeya me ji nedîtive bê. Emê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna xwe mezintir bikin û xwe bigihîn azadiya jinê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Jina Kurd’ di dawî bû.
0 Yorumlar