Ticker

10/recent/ticker-posts

Salvegera damezrandina PKK’ê li Wargeha Mexmûrê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê di bin dirûşmeya ‘Bi Germahiya Silavên Rojê 47’emîn Salvegera PKK’ê li Mirovahiyê Pîroz Be’ bi coşek mezin hat pîrozkirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 47’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê di bin dirûşmeya ‘Bi Germahiya Silavên Rojê 47’emîn Salvegera PKK’ê Li Mirovahiyê Pîroz Be’ bi şahiyek hat pîroz kirin.

Qada şahiyê bi dirûşmeyên ‘PKK Heqîqet û Îradeya Mezopotamya ye yê’, Têkoşina Azadiya ku PKK Pêşxistiye Cîhanê Ronî Dike’, ‘PKK Evînek Bê Dawiye’, alên PKK, wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi beşdarbûna xwendevan û gel bi qedeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Deng Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdar kirin. Her wiha axaftin vekirina şahiyê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve hat kirin.

Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de cejna Vejînê li tevahî gelê Kurd û gelê Azadxwaz pîroz kir û wiha got: “Me piştî çar salan agahî ji Rêbertiya xwe girt. Silavên Rêbertî bilind kirina têkoşîn û  berdewamiya berxwedanê ye. Bi germahiya silavên rojê em cejna Vejînê li we tevan pîroz dikin. Em gelek şanazin ku em bi partiya PKK’ê bûne ye û vê îdolojiyê didin berdewam kirin. Gelê Kurdê yê ku hatî tine kirin bi PKK’ê jinûve bû xwedî pergal, partî û artêş ku niha li hemberî hemû dagirkeran şer dike. Silavên me ji Rêbertî girtî wê me bibe serkeftinê.”

Piştî axaftinên Filîz Budak Koma govendê ya Stiya Nexşa ya Şengalê derket ser dikê hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma sentera Qereçox ya stranan, Hunermend Welat, Mem Ozan derketin ser dikê bi stranên xwe çoş dan gelê wargehê.

Şahî bi girtina govendeke mezin ya azadiyê bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar