Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya wargehê bi daxuyaniyekê hevbeş beşdarbûna xwe ya ji bo pêngava KJK û PAJK’ê ragihandin.
Li Akademiya Şehîd Hozan Serhed ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya wargehê bi amadebûna endamên her du saziyan, bi daxuyaniyekê hevbeş beşdarbûna xwe ji bo pêngava KJK û PAJK’ê ragihandin.
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre daxuyanî ji aliyê endama Stêra Zêrîn Ronahî Yaman ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de qala giringiya Pêngava 1’ê Hezîranê hate kirin û wiha hate ragihandin: “Wek tê zanîn di dîrokê de îro roja avêtina pêngava 1’ê Hazîranê ye. Ev pêngav li hember hêzên ku dixwestin Tevgera Azadiyê têk bibin bersiva herî mezin bû. Wan wisa bawer dikirin ku wê bi plan û projeyên qirêj Tevgera Azadiyê têk bibin. Carekî din civaka Kurd bi bişaftin û qirkirinan re rû bi rû bihêlin. Bersiva ku hatiye dayîn Kurd ne Kurdê berê bû û wek berê wê nikarin tine bikin. Bi derketina Tevgera Aradiyê re gelê Kurd carek din çanda xwe bi awayek azad anî ser dika dîrokê. Bi Tevgera Azadiyê re civaka Kurd êdî bibû xwedî hêz û bawerî, bi zimanê xwe çanda xwe jiyan watedar kirin.
Em wek gelê Mexmûrê nêzî 30 salin ji cih û warê xwe neçarî koçberiyê hatin kirin. Di destpêkirina vê penaberiyê de dijmin wisa hêvî dikir ku emê bi vê penaberiyê re bêne helandin. Dirêjkirina penabertiya me, di çand û nasnameya xwe de israr kirine, bê rûmetî ne pejirandine. Di roja me ya îro de li hemberî Rêbertiya me tecrîdek giran heye û di heman demê de li ser civaka Kurd tê meşandin. Gelê Kurd wek roja destpêkê, ti caran jiyanek bê Rêbertî ji xwe re ne pejiradine. Têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ji me re dibe hêz û pîvana hemû xebatên me yên hûnerî. Emê bi deng û awazên xwe bibin rûye hunerê yê berxwedanê.”
Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku di vê pêvajoyê pêngava ku ji aliyê KJK û PJAK’ê ve hatiye destpê kirin tevlîbûna xwe di warê parastina çand û hunera Apoyî de radigihînin û wiha hate gotin: “Emê bi parastin û pêşxistina çanda xwe tecrîdê bişkênin û çanda xwe bi awayek azad li welatek azad bijîn û emê êrişên şerê taybet bi xwedî derketina li çanda xwe vala derxînin.”
Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

0 Yorumlar